Sazûmankarê AKP’ê Alî Babacan îstîfa kir 2019-07-08 14:48:50   ENQERE – Alî Babacan ê sazûmankarê AKP’ê îstîfa kir. Babacan ê peyamek weşand got pêwîste di her mijarê de bi rûpelên spî dest bi kar bikin.    Alî Babacan ê ku sazbûna AKP’ê de cih girt, 13 sal di hikumeta AKP’ê de cih girt û wezîriya Dewlet, Karê Derve û Alîkariya Serokwezîr kir ji AKP’ê îstîfa kir. Babacan bi daxuyaniyekê îstîfa xwe ragihand û ji bo avakirina partiyek nû metnek bi raya giştî re parve kir. Babacan got êdî ew nikare bi AKP’ê bixebite û ji îro pê ve daxwaznameya xwe ya îstîfayê gihandiye AKP’ê.   Babacan diyar kir ku ew bi aqil û dilê xwe xwe veqetandinê jiyaye û di çend salên dawî de di nava fikran de cudahiyên mezin pêk hatine. Babacan da zanîn ku ji bo xebatek nû ew nikarin ji xebatê birevin û got: “Pêwîste di her mijarê de bi rûpelên spî dest bi kar bê kirin.”