Şener: Wê Erdogan bi heman pergalê ber bi hilbijartineke nû ve neçe 2019-07-04 09:11:07 ENQERE - Parlementerê CHP'ê Abdullatîf Şener, diyar kir ku wê Serokomar Erdogan bi vê pergala heyî ber bi hilbijartineke nû ve neçe û got: "Dibe bi partiyan re li hev bike û ji bo guherandina Qanûna Bingehîn tev bigere."  Piştî hilbijartina 31'ê Adar û 23'yê Hezîranê, qanûna bingehîn a nû û pergala serokomartiyê tê nîqaşkirin. Parlementerê CHP'ê yê Konyayê Abdullatîf Şener, ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) mijara navbirî nirxand.    Şener, diyar kir ku hilbijartina Stenbolê ji bo siyaseta Tirkiyeyê hin tişt nîşan dane, siyaseta ku gel û partiyên siyasî ji ev cihê dike winda kiriye û wê di serdemên pêş de partî bi uslûbên rûxîner û dabşeker tev negerin.    Şener, bal kişand ser helwesta îktîdarê ku di hilbijartina 31'ê Adarê de bi helwesteke dîkekirinî nêzî HDP'ê dibû û got: "Di 23'yê Hezîranê de jî stratejiyeke ku ji bo dengên HDP'ê bigire ket dewrê. Ev vegereke girîgn e. Divê partî hemû dersekê bigirin. Hûn nikarin li vî welatî kesî tune bihesibînin. Eger hûn partiyeke di meclîsê de rewa nebînin û dengên wê xeyrî rewa bibînin hûn ê bi xwe re têkevin ankokiyekê. Nexwe divê hûn hilbijêran tune nehesibînin, divê hûn xîtabî tevahiay hilbijêran bikin. Niha ji xeynî partiya hikûmetê herî zêde parlementerên CHP'ê hene. Mimkun e di hilbijartinên pêş de îktîdarê û serkomartiyê bi dest bixe. Alternatîfa îktîdarê ye. Divê vê yekê baş binirxîne. Divê wekî hemû partiyên din CHP jî dersekê ji hilbijartina Stenbolê derxîne."    GUHERANDINA QANÛNA BINGEHÎN   Şener, bilêv kir ku di hilbijartina serkomartiyê ya bê de şansê bi ser ketina Erdogan kêm bûye. Şener, destnîşan kir ku Erdogan bawer nake bi heman pergalê di hilbiajrtineke nû de bi ser bikeve û got: "Pirsgirêkeke ku Erdogan nikare jê bireve heye; dizane vê pergala ku bi destê xwe ava kiriye û zrareke mezin daye Tirkiyeyê bidomîne. Ji bo vê dizane noqteyeke heye û wê derbas bike. Wisa dixuyê ji dêvla hilbijartinê bi partiyên din re li hev bike û ji bo guherandina Qanûna Bingehîn tev bigere."    Şener, destnîşan kir ku piştî AKP di hilbijartina 23'yê Hezîranê de têkşikiyaye li Tirkiyeyê lêgerîneke bisihet derketiye holê. Şener, anî ziman ku hem di nav AKP'ê hem jî hem jî di hilbijêrên rastgir û muhafazakar de nerihetî peyda bûne û lêgerînên nû hene. Şener, diyar kir ku ji ber rêveberiya aboriyê ya xirab, ji ber zimanê berberîbûn û cihêkariyê û nefretê di nav AKP'ê de nerihetî rû dane û ev yek di nav parlemneterên AKP'ê de jî bûye sedema liv û tevgerîna, lê belê nizane wê ev kes ji AKP'ê biqetin yan na.    ‘PÊDIVÎ BI MUTABAQATEKÊ HEYE'    Şener, ji bo nîqaşên der barê qanûneke bingehîn a nû de tên kirin jî diyar kir ku ji bo guherandina qanûna bingehîn pêdiviyek heye û ji bo guherandinê jî pêdivî bi qebûlkirineke zêde ya Meclîsê heye. Şener, got: "Madem hemû partî guherînê dixwazin, wê li Meclîsê komîsyon bên avakirin. Pêdivî bi komîsyoneke lihevkirinê heye. Pêdivî bi mutabaqatekê heye. Divê metneke ku pêdiviyên civakiyî di xwe de bihebûne derkeve holê."    MA / Diren Yurtsever