Farisogûllari: Divê îktîdar dev ji polîtîkayên tasfiyekar berde û gavine demokratîk bavêje 2019-06-30 09:08:46   AMED – Parlementerê HDP'ê Mûsa Farisogûllari, encamên hilbijartina Stenbolê û li gor van encaman nêzîkatiya îktîdarê ya ji bo pirsgirêka kurd nirxand û bilêv kir ku divê AKP dev ji polîtîkayên xwe yê tasfiyekar berde û gavine demokratîk bavêje.    Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûlalari, peyamên Ocalan û hilbijartina Stenbolê nirxand.    Di 18'ê Hezîranê de parêzer hevdîtin bi Ocalan re çêkiribûn û Ocalan nameyek ji HDP'ê re şandibû. Lê belê berî ku nameya Ocalan ji aliyê parêzeran ve bê aşkerekirin, hatibû serwîskirin. Farisogûllari ji bo vê yekê bilêv kir ku îktîdar xwestiye di hilbijartina Stenbolê de hilbijêrên kurd li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne, lê belê ev li hemberî gelê kurd û hêzên demokrasiyê manîpulasyonek bû.    Farisogûlalri, diyar kir ku bal kişand ser hevdîtina akademîsyen Alî Kemal Ozcan a bi Ocalan re çêkir û got: "Em ji zû de bilêv dikin ku divê Birêz Ocalan bi gelek derdoran re hevdîtinê çêbike. Divê bi nûnerên saziyên civaka sivîl, rêxistinên demokratîk û derdorên cuda re hevdîtinan çêbike. Çimkî eger hewldana Birêz Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan ku di navbera sala 2013-2015'an de pêk hat esas bê girtin; di hemû hevdîtinên wî de ji bo çareserkirinê perspektîfên wî hene. Loma çi qas hevdîtin bi derdorên berfireh re bê çêkirin, wê ev qas girîngtir be. Lê belê hevdîtina dawî ji bo serketina di hilbijartinê de li ser manîpulasyona bû."    RÊYA SÊYEMÎN   Farisogûllari, bal kişand ser tespît û pêşniyara Ocalan a "rêya sêyemîn". Farisogûllari, got: "Birêz Ocalan, rêya sêyemîn li Rojavayê pêk anî. Ji rêya ku serkêşê wê Amerîka ye û rêya ku serkêşê wê Rûsya ye cuda ye, rêyeke serbixwe ye. Wê ev ibe sedema yekîtiay hemû gelan. Diyar dike ku divê daxwaza azadiyê ya hemû gelan bê tespîtkirin û stratejî li gor wê bê diyarkirin. Tu eleqeya wê bi hilbijartina Stenbolê re tune ye. A rast Birêz Ocalan her tiştî di perspektîfa xwe ya 2013'an de tarîf dike. Rastiya Tirkiyeyê, rastiya Rojhilata Navîn bi awayekî berfireh tespît kiriye. Eger kurd dixwazin li vira hebûna xwe pêk bînin û bigihên statuya xwe, nexwe rêbaz ev e. Ji bo vê kî divê tev bigerin û sîwana herî berfireh pêk bînin."    ‘DIVÊ HDP BERBAYÎ HER DU ALIYAN JÎ NEKEVE'    Farisogûllari ji bo peyama Ocalan ku divê HDP berbayî nîqaşên rojane yên hilbijartinê nekeve got: "Birêz Ocalan, diyar dike ku ji dema avakirina komarê ve klîkên cuda hene û di navbera evana de nakokî û pevçûnên ji bo îktîdar û hêzê hene. Birêz Ocalan, diyar dike ku HDP nebe zemînê van blokên nakokiyî û pevçûnî."    'STRATEJIYA HDP'Ê BI SER KET'   Farisogûllari, bilêv kir ku du stratejiyên sereke yên HDP'ê hene û got: "Ji bo pirsgirêkên navxweyî û derve bên çareserkirin pêkanîna Kongreya Netewî ya Kurd û li rojavayê welat jî avakirina eniya demokrasiyê. Ev enî helwesta li dijî feraseta faşîzm, talanê, jinûveavakirina xiyalên osmanî ye. HDP, di vê çarçoveyê de di hilbijartina Stenbolê de bû pêşengê vê eniyê. Me eniyeke ku yekîtiya hemû hêzên demokratîk pêk tîne û li dijî faşîzmê tev digere pêk anî. Navê wê çi dibe bila bibe, armanc çareserkirina pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê ye. Di hilbijartina Stenbolê de jî hat dîtin ku eniya demokrasiya ku pêşengê wê HDP bû bi ser ket."    ‘HERÎ ZÊDE GELÊ KURD OCALAN FÊM DIKE'    Farisogûlalri, bilêv kir ku her çend AKP xwestiye peyama Ocalan a 18'ê Hezîranê manîpule bike jî, lê belê herî zêde gelê kurd û HDP Ocalan fêm dikin. Farisogûllari, anî ziman ku îktîdarê xwestiye di ser vê peyamê re bîrbiriya cihêkariyê biafirîne û got: "Lê belê dema gelê kurd çû ser sindoqan, bi awayekî ku Birêz Ocalan baş fêm kiriye çûye û rola xwe ya dîrokî lîstiye. Yanî dudiliyek lê peyda nebûye."    Her wiha Farisogûllari encamên hilbijartina Stenbolê jî nirxand û got: "Derket holê ku gelê kurd û siyaseta demokratîk a gelê kurd berê xwe bide ku ew der encm digire. Ev yek di hilbijartina 31'ê Adarê de jî derket holê. Ji ber vê gelek dever jid est AKP'ê çûn."    ‘RÊYA ÇARESERIYÊ ÎMRALÎ YE'    Farisogûlalri, destnîşan kir ku divê AKP berê xwe bide demokrasyê û got: "Divê ji niha û pê ve AKP dev ji polîtîkayên xwe yên tasfiyekar berde û di çarçoveya bernameya demokrasiyê de polîtîkayên xwe pêş bixe. Divê qanûneke bingehîn demokratîk, peymaneke nû ya civakiyî bê îmzekirin. Muxatabê vê jî Birêz Ocalan e. Gelê kurd li her derî tim û tim bilêv kiriye; rêya çareseriyê Îmralî ye."    MA / Ozgur Paksoy