Temellî: Bîra gel teze ye bi gotina Kurdistanê deng nade we 2019-06-07 10:30:44 ÊLIH - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî axaftina Bînalî Yildirim a Amedê "nejidil" nirxand û wiha got: "Samîmî nînin. Li aliyekî dibêjin Kurdistan, li aliyekî jî li Bedlîs û Tetwanê tabeleyan kurdî radikin. Bi gotina Kurdistanê kes deng nade we."   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî ji bo Cejna Remezanê bajar bi bajar geriya û cejna gel pîroz kir. Temellî ku duh li Êlihê bi coş hat pêşwazîkirin, gotina serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a "Li welatê min Kurdistanê tuneye", gotina Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Bînalî Yildirim a "Li Meclisa ku Ataturk damezrand mebûsê Kurdistanê jî hebûn" û peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 7 xalan pêk tên, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    PEYVA KURDISTANÊ: NE JI DIL E   Temellî diyar kir ku desthilata AKP'ê ne desthilateke ku bi gelan re li hev kirî ye û wiha got: "Di nav siyaseta rojane de hin gotaran li gorî berjewendiyên xwe pir hêsan bi kar tîne. Dema ku ev gotar kêrî wê neyê jî pir hêsan terk dike. Van gotinan Yildirim bi kar anî. Beriya niha Erdogan jî bi kar anîbû. Lê Erdogan paşê înkar kir. AKP li aliyêkî dibêje Kurdistan û li aliyekî jî li Bedlîs û Tetwanê tabelayên kurdî radike. Zimanê dayikê tune dihesibîne. Li gorî hesabên hilbijartin îro kurd hene û li ser vê yekê zimakî ava kirine. Îro li Amedê dibêjin Kurdistan heye, sibê li Stenbolê dikarin bibêjin tuneye. Ev siyaseteke ne ji dil û têkçûyî ye."   'TIFAQA DEMOKRATÎK'   Temellî da zanîn ku kurd di hilbijartinan de tên bîra AKP'ê û ev tişt anî ziman: "Pirsgirêka kurd xaçerê ye. Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Heke li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasî, ked, aborî bên çareserkirin divê divê hûn di vê xaçerêyê de derbas bibin. Muxatabên çareseriyê hene. Bi hevdîtina ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê bi Rêzdar Abdullah Ocalan re hat kirin ev yek careke din derket holê. Dahatûyeke çawa çareseriyê vê pirsgirêkê heye. Heta ku ev neyên dîtin, bîrketina kurdan a di hilbijartinan de rêbazeke AKP'ê ya em hînbûyîne. Vê yekê li gorî hesabên xwe dike û ev bi awayekî zelal li holê ye. Ji bo muzakereyên demokratîk û vebûneke demokratîk  li şûna AKP'ê pêwîstî bi tifaqa demokratîk heye."    'OCALAN BÎRÊ TEZE DIKE'    Temellî peyamên Ocalan ên ku bi rêya parêzerên xwe jî şand nirxand û têkildarî mijarê ev tişt got: "Çarçoveya peyaman gelek berfireh e. Ocalan bi bîr xist ku hewlesta xwe ya sala 2013'an didomîne. Ocalan weke kesekî ku di pêvajoyê de cih girt bîrê teze dike. Banga rûbirûbûna pirsgirêkê dike. Ji bo vê yekê divê herkes gavên para xwe bavêje. Di vê mijarê de siyaset jidilbûnê dixwaze û pêwistî bi adaletê heye. Em ê tev bi hev re bibînin û bijîn ku çawa di heqîqetê de gav tên avêtin."    MA / Metin Yoksu