'Ocalan rêya xelasiyê ya ji aloziyê nîşan da' 2019-06-07 09:01:16 AMED - Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yên HDP'ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku bo operasyona derî sînor encam nayên girtin û ji bo çareserkirina krîza siyasî û aborî divê li peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê nerîn. Piştî 8 salan, parêzeran bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêkir. Her wiha lilgel vê di 27'ê Gulanê de operasyona derî sînor jî dest pê kir. Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yên HDP'ê û Parlementerê Amedê Hişyar Ozsoy, peyama Ocalan û operasyona derî sînor a berî hilbijartina 23'yê Hezîranê ya Stenbolê hat destpêkirin nirxandin.    'JI BO HILBIJARTINÊ OPERASYON TÊN KIRIN'    Ozsoy, diyar kir ku operasyonên derî sînor ji orta salên 80'yî heta niha hem ji hewayê hem ji bejahiyê tên kirin lê belê heta niha tu encam negirtine û wê ji niha û pê ve jî encam negirtine. Ozsoy, anî ziman ku beriya hilbijartina Stenbolê îktîdar ji bo pêşî derdorên netewperest li cem xwe bide sekinandin operasyona derî sînor daye destpêkirin û ji bo operasyonê reklam hatiye kirin.    'BILA REHAWET ÇÊNEBE'   Ozsoy, bi bîr xist ku ji bo tecrîd bê şikandin bi hezaran girtî û li derv mirov ketine greva birçîbûnê û rojiya mirinê û ev çalakî encam girtine. Ozsoy, got: "Bi awayekî qismî be jî tecrîd hat şikandin. Jixwe tecrîd hem di warê hiqûqî hem jî di warê ehlaqî de polîtîkayeke wisa ye ku divê nedome." Ozsoy, anî ziman ku bi banagwaziya Ocalan grevên birçîbûnê bi dawî bûne, lê divê di civakê de rehawetek çênebe û got: "Ji bo bidawîbûna vê tecrîdê vînek derket holê. Bi awayekî qismî rabû. Lê belê di warê siyasî de divê ev têkoşîn bi awayekî xurtir bidome û xwedî lê bê derketin. Divê rabûna tecrîdê berdewamiyî be û di vî warî de jî ji bo aştiyeke birûmet siyaset bê hilberandin. Dibe rewşa rehawetî, tengijîna rewşa siyasî xirabtir bike. Yanî tişta em ji gelê xwe re bêjin ev e; bêy, rehawetek çêbibe divê bi awayekî hîn xurtir û rêxistinbûyî têkoşîn bê lezandin û bê kirin."    Ozsoy, destnîşan kir ku her cara ku Ocalan ji bo derve diaxive peyamên pozîtîf dide û rola wî roleke avaker dilîze; û peyama wî ay dawî ji bo çareserkirina pevçûn, berberîbûn û rageşiya li hundir û rewşa Rojava ye. Ozsoy, got: "Em hêvîdar in wateyek li van peyamên Birêz Ocalan bê barkirin. Çimkî ne di warê dîplomatîk ne jî di warê aborî de rewşa Tirkiyeyê ne tu rewş e. Her diçe alozî û krîz kûrtir dibe. Peyamên Ocalan ên di vî warî de pir girîng in. Tişta dibêje avakirina aştiyeke birûmet e. Di vî warî de bang li hemû derdorên civakiyî dike. Destnîşan dike ku divê her kes bixwerexnekirî nêz bibe, kesên siyasetê hilnaberînin siyasetê hilberîninyanî ji bo xelasiya ji vê gerîneka xwînî divê şert û mercên nêvenga muzakere û diyalogê bên afirandin."    ‘PÊDIVIYA GELAN'    Ozsoy, destnîşan kir ku peyama Ocalan ji bo gelek pêdiviyên gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bûye bersiv.    Ozsoy, bal kişand ser hilbijartina Stenbolê ku dê di 23'yê Hezîranê de pêk bê û diyar ir ku piştî hilbijartinê dibe di dînamîkên siyasî yên Tirkiyeyê de guherînên cuda çêbibin. Ozsoy, got: "Divê neyê gotin wê rê li ber siyasetê neyê vekirin. reşbîniyeke wiha wê me ber bi devereke baş ve nebe. Lê belê divê mirov ne pir bendewar be jî. Eger di civakê de di warê demokratîk û siyasî de vîneke xurt xwe bide dew, dibe ku dewlet ji bo aştiyê gavina bavêje. Eger dewlet di halê xwe de bê hiştin, eger civak, derdorên cuda hem ji hundur û hem jî ji derve bis er dewletê de neçin, wê dewlet rewşa heyî bidomîne."    MA / Omer Akin