Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû: Ocalan ji bo şer kûrtir nebe me hişyar dike 2019-06-02 09:09:24   STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû, anî ziman ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin wê li Tirkiyeyê tu pirsgirêk çareser nebin û ji bo pêşniyarên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî got: "Ocalan, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakiyî pêşniyaran dike û muxatabiya wê ya polîtîk jî hildigire ser xwe. Ocalan, me hişyar dike û dibêje 'eger çareserî kûr nebe wê şer kûr bibe.'"   Piştî çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, parêzeran piştî 8 salan hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çkir. Ocalan, bi rêya parêzerên xwe pêşniyarên xwe yên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd de bi raya giştî re parve kir.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk (HDK) Sedat Şenoglû, hevdîtinên pêk hatin û peyamên Ocalan nirxandin.    Şenoglû, bilêv kir ku hevdîtina piştî 8 salan pir girîng e û divê ev hevdîtin bidomin. Şenoglû, anî ziman ku dewlet 8 salan li dijî qanûn û hiqûqa xwe tev geriyaye û got: "Lê tevî her tiştî jî hevdîtina piştî 8 salan pir girîng e. Li girtîgehan bi pêşengiya Leyla Guven berxwedaneke mezin rû da. Ji bo grev bi dawî bibin dayikên me jî bi fidakarî têkoşiyan. Di dema van grevan de şehadet çêbûn. Lê eger ev pêvajo wisa bi dawî nebûna belkî ji girtîgehan li ser hevdu cenaze bihatana û her tişt zehmtir bibûna. Bidawîbûna grevê û hevdîtina bi Birêz Ocalan pir girîng e."     ‘HÎN JÎ TECRÎD DIDOME'    Şenoglû, anî ziman ku bi evan hevdîtinan re careke din tecrîda li ser Ocalan hatiye teşhîrkirin. Şenoglû, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê tenê ne li ser Ocalan li ser tevahiya civakê pêk dihat û got: "Lê belê hîn jî tecrîd bi temamî bi dawî nebûye. Daxwaza me, daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bi temamî bidawîbûna tecrîdê ye, divê Ocalan pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriyê bi raya giştî re karibe parve bike. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çêbûna nêvenga aştiyê divê Ocalan rola xwe bilîze. Ji ber berxwedana civakê deriyên Îmraliyê vebûn. Helbet ev pir girîng e. Lê wekî Ocalan bi xwe jî got ev ne muzakere û pêvajoya çareseriyê ye."     ‘DIVÊ CIVAK ŞOPDARÊ PÊVAJOYÊ BE'    Şenoglû, bal kişand ser peyama Ocalan ku dibêje "pêdivî bi lihevkirineke civakiyî heye" û got: "Di 2013-2015'an di dema pêvajoya çareseriyê û demokratîk de muxatabên baş çêbibûn. Wê çaxê Manîfestoya Çareserya Demokratîk ku ji 10 xalan pêk dihat parve kiribû. Ev manîfesto bi awayekî rêgezên sereke yên qanûneke bingehîn a nû bûn. Lê belê dewletê mase quliband û pêvajoya şerî ji nû ve da destpêkirin. Tişta niha Ocalan jê re dibêje 'kûrbûyîn', ew e ku pirsgirêk bibe malê civakê. Yanî pirsgirêk careke din têkeve rojeva civakê. Yanî Ocalan dibêje 'bila civak bibe şopdarê pêvajoyê, bi dest dewletê bernede.' Li Tirkiyeyê lihevkirina civakiyî û aştî ancax wexta civak lê xwedî derkeve pêkan e. Ocalan bal dikişîne ser manîfestoya 2013'an û hîn li pişt wê ye. Ev jî nîşan dide ku di mîsyona xwe de çi qas zelal e. Ocalan tim timbêje pirgirêk bi muzakereyên demokratîk, bi peydakirina şertên aştiya civakiyî pêkan e. Ocalan, destnîşan dike gel ne bi siyaseta şer bi siyaseta demokratîk dikarin bigihên azadiyên xwe yên demokratîk. Yanî Ocalan dibêje 'eger çareserî kûr nebe wê şer kûr bibe.'"   Şenoglû, destnîşan kir ku di hevdîtinên hatin kirin de careke din derket holê ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de tenê muxatabek heye ew jî Ocalan e û îktîdar dûrî çareseriya demokratîk e. Şenoglû, anî ziman ku çalakgerên greva birçîbûnê ji neçareserkirinê re gotine 'bisekin' û got: "Hevdîtina bi Birêz Ocalan re hat çêkirin, bi saya çalakiyên greva birçîbûnê çêbû. Êdî divê hêzên muxalefeta civakiyî rola xwe bilîzin. Hedefên îktîdarê yên der barê Sûriyeyêd e rûxiyan. Ev yek jî tiştekîc uda li rejîmê ferz dike. Lê hêza çareserkirina demokratîk a vê îktîdarêt une ye. Divê ev bên çareserkirin û îktîdar bê çareserkirin. Ji bo azadiya Tirkiyeyê îktîdara heyî ne xwediyê tu mîsyon û çareseriyê ye."    ‘CIVAK BIRÇIYÊ AŞTIYÊ YE'    Şenoglû, destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin wê li Tirkiyeyê tu pirsgirêk neyên çareserkirin û bal kişand ser deklarasyona 7 xalî ya Ocalan û got, divê civak xwedî li van pêşniyarên ji bo çareseriyê derkeve. Şengolû, got: "Bala we dikişînim; Ocalan di peyama xwe de bang li dewletê, îktîdarê nake. Bi temamî bang li civakê dike. Eger civak ji bo çareserkirina pirsgirêkan rola xwe bilîze, wê wekî sala 2015'an mase bi hêsanî neyê qulibandin. Lê wexta bê qulibandin jî wê civak li hemberî wê li ber xwe bide û xwedî li vîna xwe derkeve. Lê dîsa jî ev pêvajo pêvajoyeke pir zehmet e. Çimkî pêşdarazên dîrokiyî pir in. Aqlê dewletê tim û tim li ser dijminatiya bi kurdan re tev digere."    Şenoglû, diyar kir ku têkoşîna ji bo aştiyê pêvajoyeke zehmet e û got: "Lê wexta Ocalan bang li civakê dike ev pêvajo zû tên şiakndin. Me di hevdîtina dawî de careke din jîd ît. Civak birçiyê aştiyê ye. Ji bo vê jî divê hêzên demokratîk ên civakiyî, hêzên şoreşger û sosyalîst, hêzên weletparêz bi awayekî xurt ê polîtîkaya aştiyê û çareseriyê hilgirin. Ev bixwe nabe. Barekî mezin dikeve ser milê me. Têkoşîn niha dest pê dike."    MA / Ferhat Çelik