Temellî: Êdî dem dema demokrasî, aştî û edaletê ye 2019-05-21 14:07:36 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di koma HDP'ê ya Meclîsê de axivî û bal kişan ser îşkenceya li gundên Xalfetiyê. Temellî, da zanîn ku salên 90'î li Xalfetiyê, li dijî dayikên li kolanan dubore dibe û wiha got: "Li Tirkiye siyaseta ku nayê guhertin îşkence û zilma li dijî gelê Kurd e." Temellî, bal kişand ser Îtîfaqa Demokrasiyê jî û wiha got: "Êdî dem dema îtîfaqa demokratîk e. Dem dema aştî, demokrasî, edalet û hiqûqê ye."    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di civina Koma HDP'ê ya Meclîsê de geşedanên dawî nirxandin. Temellî, ewil bi minasebeta 21'ê Gulanê 155'emîn salvegera komkujiya Çerkes û 19'ê Gulanê 100'emîn salvegera Komkujiya Pontos Rumê û wiha got: "Em carek din vê komkujiyê şermezar dikin. Bijî biratiya gelan bijî azadiya gelan. Em komkujiyê ji bîr nakin. Îro 21'ê Gulane ye. 3 sal berê di 20'ê Gulanede meclîsê biryarek dîrokî da û destnedayîna wekîlan rakir. Bi vê yekê darbeya siyasî pêk anî."    LI DERVE Û HUNDIR BERXEWDAN HEYE   Temellî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û wiha got: "Niha li derve û hundir berxwedan didome. Niha hemû hevalên me yên girtî ji bo edaletê û aştiyek bi rûmet li ber xwe didin. Ji bo jiyanek bi edalet û jiyanek bê îşkence emê berxwedana xwe berdewam bikin. Îşkence dîsa pêş ket. Li Rihayê dîsa salên 1990'an xwe dubare dike. Mirovên destê wan li pişt wan hatine kelepçekirin li ser medya civakî hatin belavkirin. Dîsa  mirovên diçin kar maşîna wan a kar rastî gulebarê tên. Li vî welatî zilm xelas nabin. Li Tirkiye ku siyaseta nayê guhertin zilm û şikenceya li dijî Kurdan e. Ji bo ev zilm û îşkence neyê dîtin niha dengê heqîqetê qut dikin. Dengê çapemeniya azad qut dikin."     HETA BÊ EDALETÎ HEBE WÊ TUNTÎ JÎ HEBE   Temelî, helwesta TRT'ê ya li hemberî HDP'ê jî rexne kir û wiha got: "Dibe ku TRT me naşopîne, lê em TRT'ê dişopînin. TRT baca xwe ji me digire. Lê êdî bûye dengê îktidarê. Hêj biryarên KHK'ê dixin meriyetê. Hêj xebatkaran ji TRT'ê dûr dixin.  Bê edaletî berdewam dike. Îktîdar hemû welat di bin bêedaletiyê de di pelçiqîne. Niha li Mêrdînê li şûna nelirêtiya qeyûm derxin holê. diçin ceyrana Şaredariyê qut dikin. Me berê ji wan xwestibu ku dersê ji hilbijartina 31'ê Adarê derxin. Lê li şûna dersê derxin êşa wê ji pişta gelê me derdixin. Heta bê edaleti hebe tundî jî heye. Tundî li her kolan, her tax û her derê heye. Hêj çend roj berê li Rihayê parêzer kuştin. Her sal bi dehan, bi sedan jin tên kuştin. Tundiya îktîdara mêr û faşîst herî zêde li dijî jinê xwe dide der. Di qada aborî û kedê de ji herî zêde liser jinê tundî heye. Di qada civakî de jî herî zêde jin tên wêdekirin. Jin di bin tundiya îktîdarê de dijîn."     TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ TUNIYA LI DIJÎ HEMÛ CIVAKÊ YE   Temellî, bal kişand ser tundiya li dijî jinê û wiha pêde çû: "Tundiya li dijî jinê tundiya li hemberî hemû civakê ye. Yektîpkirina civakê ye. Ji bo vê tundiyê bidomînin dixazin denge aştiyê qut bikin. Bi rêya darazê tundiyê berdewam dikin. Niha nêzî 200 akademîsyen di girtgehê de ne. Îktîdara ku akademîsyenê dixin girtîgehê li hemberî me ye. Akademîsyenên beraet kirine niha nikarin pasapartê bistînin. Bi deh hezaran mirov mexdûr kirin û mafê wan ji destê wan girtin. Cihê Akademîsyenan ne girtîgeh in. Ayşe Duzkan niha girtî ye. Ayşe Duzkan tenê yek ji rojnamegerên girtî ye. Lê niha bi sedan rojnameger girtî ne. Em ê li dijî vê feraseta ceberrût têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam bikin. Niha têkoşîna herî girîng dayikên me li dijî vê tundiya cebberûd têdikoşin. Ji bo êş, mirin û zilm pêş nekevin li qadan dengê xwe bilind dikin. Heta ku ev zilm bi dawî bibe emê piştgiryê bidi dayikan emê li dijî tundiyê têbikoşin."   HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE BÊ EDALETÎ JÎ BI DAWÎ NABE   Temellî, bal kişand ser çaakiya çalakgerên di grevê de û wiha pêde çû: "195 rojin, 6 meh û nîvin Parlamentera me ya Colemêrgê Leyla Guven di grevê de ye. Bang li hemû gelê Tirkiye û cîhanê dikin ku li dijî zilm û bê edaletiyê dengê xwe bilind bikin. Dîsa li Hewlerê Nasir Yagiz, li Ewropa koma 14 kesan, li girtîgehan bi hezaeran girtiyên siyasî, li avhiya HDP'ê ya Amedê 3 parlamenterên me, di greva birçîbûnê dene. Niha li girtîgehên Tirkiye 3 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne. 30 girtî di rojiya mirinê de ne. 15 girtiyên koma ewil di roja 22'an de ne. Êdî nikarin bi axivin. Li şûna girtîgeh daxwaza wan pêk bîne ava wan û pêdiviyên wan jî nade wan. Li derve jî dayikên ku dibêjin bila mirov nemirin her roj polîs êrîşî wan dikin. Bêdengiya li hemberî vê yekê jî pir tirsnak e. Werin em bi hevre vê bêdengiyê hilweşînin. Werin em bi hevre bibin deng ku em dawî li vê tecrîdê bînin. Heta ku em tecrîdê bi dawî nekin ev bê edaletî û ev bê hiqûqi wê bidome. Ger ku em dengê xwe bilind nekin wê ev bê edaletî û bê hiqûqî li deriyê me tevan bidin. Em bang li hemû gelê Tirkiye dikin ku em dengê xwe bilind dikin. Em bang li hikûmetê û Wezîrê Dadê jî dikin ku gavan bavêjin û hewcedariya wê pêk bînin. Bila parêzer bi rêk û pêk biçin Îmraliyê."    WÊNEYÊ TEQAWÎTIYÊ YE   Temellî, wêneyê ku serokên partiyan li Samsûnê kişandine jî rexne kir û bilêv kir: "Tenê li Îmraliyê bê hiqûqî tune. Li hemû Tirkiye bêhiqûqî heye. Ev bi xwe re tundî û bê edaletiyê pêş dixe. Pergala Serokomariyê li hemberî me heye. Serokomar Serokomar e an jî Serokê Giştî yê AKP'ê ye ne diyar e. Ev pergal ne pêkan e li Tirkiye têkeve meriyetê. Me di 19'ê Gulanê de jî dît. Di 100'emîn sala 19'ê Gulanê de li Semsûnê pîroz kirin. Li wir îmam nû kir. Wekî wêneyê teqawîtiyê kişandibûn. Ew wêne wê bibe diyariya teqawîtîyê. Raste teqawîtiya wê nênîz dibe. Di wî wêneyi de jin tune. Kurd tune. Ew wêneyê yekperestiyê ye. Lê dijberî vî wêneyî, 19'ê Gulanê lêgerîna Komara Demokratîk e. Lêgerîna Makeqanûna Demokratîk e. Lê di vî wêneyê li Semsûnê kişandin ji hişê dîrokê kêm e. Pêdiviya Tirikye aştiya Civakî û demorasî ye."     WÊNEYÊ DEMOKRAKIYÊ   Temellî, wêneyên parlamenterên girtî, dayikên ku li kolanê rastî êrîşa polîsan hatine, Dayikên Şemiyê, Soma, rojnamegerên girtî, Akademîsyenên Aştiyê û gelek wêneyên rastiya Tirkiye nîşan dide li salonê bilind kir û wiha axivî: "Yê me jî wêneyê aştî û demokraisyê heye. Wêneyê milyonan ên aştî û demokrasiyê dixwazin heye. Ji ber vê yekê em dibêjin HDP hêvî ye. HDP berxwedan e.  Rojên borî ciwan Eyup Dal xwe şewitand. 5 salin betale. Piştî hilbijartinê çû şaredariyê, şaredariyê derî li ruyê wî girtin. Ciwanê betal ji neçarî ji bo vê yekê şermezar bike agir berda bedena xwe. Çima ji ber betal e. Deynê Sektora Taybet 210 milyar Dolar derbas kiriye. Îktîdar hemû çavkaniyên welat pêşkêşi şer û pêşkêşî berjewendiyên xwe dike. Li gel em li dijî vê yekê derdikevin jî dîsa dike. Balafirgeha 3'yemîn ava kirin. Bi sedan karkeran di vê balafirgehê de jiyana xwe ji dest dan. Niha hemû çavkaniyên vî welatî li şer xerç dikin.    DEM DEMA DEMOKRASIYÊ YE    Temellî, herî dawî bal kişand ser têkoşîna Tifaqa Demokrasiyê û wiha bi dawî kir: "Gelê Sûriye wê teqes pêşerojek aştiyane û ewle ava bike. Lê Tirikye bi van polîtîkayan nikare gavan bavêje. Niha dema em li polîtîkayên Tirkiye û welatê cîranê wê dinerin, em dibînin ku Tirkiye bi hemû cîranê xwe di nava rageşiyê de ye. Sedemê vana tevan hikûmet. Em carek din dixazin ku dawî li van polîtikayên rageşî, tundî û şer bînin.  Em îtîfaqa Demokratik ava dikin. Ji bo aştiya civakî û siyaseta demokratîk pêdivî ji îtîfaqa Demokratik heye. Ji bo Îtîfaqa Demokratîk emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê azadiya ramanê, azadiya çapemeniyê, azadiya îfadeyê pêk bê. Divê bê hiqûqî ji holêrabe. Divê daraza serbixwe be avakirin. Niha hemû azadiyên me di bin tecrîdê de ne. Êdî dem dema guhertin, demokrasî, hiqûq, edalet û aştiyê ye. Li ku wîcdanê civakê hebe emê li wir bin. Emê li hemû derê welat ji bomokrasiyê bigêjin hev."