Yuksedag banga piştgiriya mexdûrên erdhejê kir 2017-11-15 14:29:59 ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bi boneya erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê peyam şand û got: “Ez êşa gelên Kurdistanê parve dikim. Ez banga piştgiriya ji bo birînên erdhejê bên dermankirin û qadên jiyanê bên avakirin dikim.”  Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bi boneya erdheja li Herêma Federa a Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê rû da ji Girtîgeha Kandirayê peyam şand.    Nameya Yuksekdag a ku bi alîkariya parêzeran şand wiha ye: “Xwedê rehma xwe li kesên di erdheja li Silêmaniyê û Kirmanşanê de jiyana xwe ji dest dane bike. Sersaxî ji xizmên mirî û gelê kurd re dixwazim. Birînên erdhejê bi piştgiriya bindestan dikare bê pêçandin û kewandin. Ez êşa gelên Kurdistanê parve dikim. Ez banga piştgiriya ji bo birînên erdhejê bên dermankirin û qadên jiyanê bên avakirin dikim.”