HDP’ê serlêdana namzetiya Irmak kir 2017-11-14 16:35:32 ENQERE – Serokwekîlên Koma HDP’ê Ahmet Yildirim û Fîlîz Kerestecîoglu dosyeya serlêdana namzeta HDP’ê Selma Irmak a ji bo Serokatiya Meclîsê pêşkêşî Meclîsê kirin.  Namzeta HDP’ê ya Serokatiya Meclîsa Tirkiyê Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak a girtî ye. HDP’ê dosyeya serlêdana namzetiya Irmak pêşkêşî Sekreteriya Giştî ya Meclîsê kir. Komek wekîlên HDP’ê, Serokwekîlên Koma HDP’ê Ahmet Yildirim û Fîlîz Kerestecîoglu dosyeya Irmak a li Girtîgeha Kandirayê girtî radestî Meclîsê kirin.    Piştî dosye hat radestkirin Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu daxuyanî da û got: “Me daxwaznameya namzetiya xwe Birêz Irmak radestî Meclîsê kir. Em li bendê ne ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryarek erênî bide. Tirkiye ji hiqûq û edaletê re birçî ye. Em daxwaz dikin ku dê hilbijartinek adil pêk bê.”