Bîlgen: Hesabê maşîneyên Şaredariya Konya ya li Reqqa bidin gel 2017-11-14 14:45:41   ENQERE - Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen di civîna koma HDP'ê de geşedanên dawî nirxandin. Bilen, sersaxî ji malbatên kesên di erdheja Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dan xwest. Bîlgen, bal kişand ser maşineyên kar ên Şaredariya Konya ku li Reqqa hatin dîtin û wiha got: "Dê Serokwezîr sedema vê yekê bêje, an Serokwezîrê berê yê Konyayî. Divê hesabê vê yekê bidin gel.      Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen, di civîna koma partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxandin. Bîlgen, bal kişand erdheja li Silêmanî, ziyareta Serokwezîr Yildirim a DYA'yê û maşîna kar a Şaredariya Konya ku li Reqqa hatiye dîtin. Bilgen, diyar kir ku di serî de bêyî hevserokên xwe civinê pêk tîne. Bilgen, anî ziman ku Namzetê Serokê Meclîsê Kahraman diyar dike ku dê bi Serokên partiyan re hevdîtin bike. Em wate didin vê yekê. Em bawerin ku Kahraman navnişana Hevserokên me yên girtî ji bir kiriye. Navnîşana wan diyar e.    Bîlgen, ewil balkişand ser erdheja Silêmanî û Kermanşahê û wiha axivî: “Li ber serê me erdhejek rû da. Bêguman zelzeleyên xwezayî di warê ezmûnên mirovahî, piştevanî û dilpakiya mirovahî de rojên zorin. Em dibêjin xwedê rehema xwe li kesên Kirmanşan, Silêmanî, Tuzxurmatû û Helepçeyê jiyana xwe ji dest dane bike. Em sebir û metanetê  ji xizmên wan re dixwazin. Çawan ku afatên xwezayî sînorên netew dewletan nas nakin, êşê dide jiyîn, hin mirov jî dikevin nava nêzîkatiyên ku mirovahiya xwe nas nakin. Kesên ku bi gotinên nefretê heqaret dikin û zimanê xwe yê faşizan deşifre dikin, me hemûyan di êşîne. Dibe ku xwe mîna nijatperestekê Tirk, an jî nijatperesteke Kurd, an jî dibe nijantperesteke Erep û Fars nîşan bidin. Lê kesên helwestên dij mirovahî nîşan didin, ji mirovahiyê tu parê negirtine. Ji ber vê yekê ji xeynî piştevaniyê em tu nêzîkatiyên din qebûl nakin.”        Bilgen, anî ziman ku li Rojhilata navîn her dişt ji nûve tê avakirin û wiha got: "Bedel û fatura van guhertinan herî zêde zarok, jin û mirovên sivîl didin. Li Yemenê demek dirêj drama mirovahiyê heye. Ji ber nexweşiya serdema navîn bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran mirov di nava vê nexweşiyê dene. Bêdengiya welatên cîhanê ji bo her kesî mijara dersê ye."    SEDEMA TECRÎDA LI SER OCALAN    Bilgen bal kişand ser ser sedema tecrîda li ser Ocalan û wiha got: "Kesên ku dixwazin li Rojhilata navîn şerê nijadî û mezhebî pêş bixin û li ser esasê berjewendiyên xwe çavkaniyên aborî dagir dikin û siyasetê dikin û li qesrên xwe hesabê vê yekê hevî dikin, berpirsiyarê vi şerî û aloziyê ne. Ji ber vê yekê li dijî Birêz Ocalan ku li Rojhilata Navîn yekitiya gelan dixwaze, wekheviya azad û bi hevre dixwaze tê tecrîd kirin. Ev tablo ne tenê girêdayî aştiya navxweyî ye. Ev tecrîd li diji aştiya rojhilata navîn û çareseriya navîn e. Ji ber vê yekê partiya me li dijî tecrîdê ye.    NAVNÎŞAN NÎŞANÎ ÎSMAÎL KAHRAMAN DA   Bilgen, têkildarî hilbijartinên Serokatiya Meclîsê ku dê di 20’ê Mijdarê de pêk bê axivî û wiha bilêv kir: “Parlamentera me ya girtî Selma Irmak berendamê me yê Serokê Meclîsê. Pêvajoya berendamê AKP’ê ya nîşan dan şaşwaz bû. Diyare ku agahiya Serokomar jê tuneye. Ev yek çiqas raste, em nizanîn. Raya giştî vê yekê baştir dizane. Birêz Kahraman dê serokên giştî yên partiyan ziyaret bike. Dibe ku Birêz Kahraman ji bîr kiribe, hevarokên me di girtîgehan dene. Gava di parlamentoyê de erka xwe dikirin hatin girtin. Ev darbeyek li dijî Makqanûna parlamentoyê ye. Lê parlamentoyê ev yek îmze kir û girtin çêbûn. Lê ger dîsan jî Birêz Kahraman bixwaze ziyaret bike, ji xwe heya niha daxwazek wiha tuneye, navnîşana me diyare.”    DIVÊ SEROKWEZÎR HESABÊ MAŞÎNEYÊN KAR ÊN KONYA BIDE GEL   Bilgen, ziyareta Serokwezîr Binali Yildirim a DYA'yê jî nirxand û wiha got: "Serokwezîr ziyareta xwe ya DYA'yê nirxand û der barê Sûriye de nirxandinên balkêş anîn ziman. Xuya ye ku Serokwezîr li DYA'ê muxatab nedîtine. Li şûna Serokwezîr gotina xwe li ruyê DYA'ê bibêje, ji ber ku muxataban nedîtiye li ruyê gelê Tirkiye dibêje. Dibêje qaşo TIR' diçin Raqqa. Em dipirsin maşîneyên kar ên şaredariya Konyaye ya li Raqqa karê wan çiye. PYD'ê birin wir an hinekî din birin wir. Sedema wê hûn dê vebêjin an Serokwezîrê berê yê Konyayî dê bêje. Li wir karê maşîna kar a şaredariyê çi ye bila hesap bidin gel. "    Bilgen, herî dawi bal kişand ser sekna Tirkiye û wiha got: "Ji salên 1950'î heta niha DYA ji Tirkiye re dibêje biçe ku Tirkiye diçe wir. Lê hûn ji DYA'ê napirsin, dema li Tirkiye rojnamegerek û parazvanek mafê mirovan bi kesekî biyanî re dûdinê, di rojnameyan de dikin hedef. Wekî dijmin didin xuyakirin. tê binçavkirin wekî îxanetkar tê penasekirin. Li cem me dijminantî tune."    Bilgen, helwesta  Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan a di ziyareta Putin de jî rexne kir û wiha got: "Beriya ku Putin ziyaret bike tiştek got, lê piştî Pûtin ziyaret kir li hemberî çapemeniyê got "Ez hevdîtin û niqaşên di navbera Trump û Pûtîn de bi qîmet dibînim." Ev xuya dike ku çar saetên wan li hev nayên."