‘Serkeftinek bêhempa diyarê dijberê kurdan kirin’ 2017-11-01 11:15:00 ENQERE - Siyasetmedarê kurd Seydî Firat der barê herêmê û siyaseta kurd de xwedî tecrûbeyên girîng e. Firat bal kişand ser teslîmkirina Kerkûkê û ev tişt got: "Serkeftineke ku xeyal nedikirin dan dijberên kurdan." Siyasetmedarê kurd Seydî Firat di salên 1980'yê de bi filistîniyan re li dijî Îsraîlê têkoşîn da, di serî de li Sûriye û Iraqê li gelek herêmên Rojhihata Navîn maye û rewşa li herêmê baş dizane. Firat pêşketinên li Herêma Federal a Kurdistanê ji Ajansa Mezpotoamyayê re parve kir.   ‘DIYARIYEKE KU NEDIHAT XEWNA WAN...’   Firat bi taybetî li ser pêşketinên li Herêma Federal a Kurdistanê sekinî û got ku "Diyariyek ew qas mezin û xeyal nedikirin dan dijberên kurdan" û wiha got: "Windahiya li Başûr windahiyek gelek mezin e, vê yekê birîneke mezin di kurdan de çêkir. Hêzên dagirker di demeke ew qas kin de bawer nedikirin dê ew qas destkeftiyan bi dest bixin. Beyî ku berdêlekê bidin xwe gihandin 'serkeftinê'. Niha vê yekê pîroz dikin, tema wê derdixin."   Firat piştrast kir ku vê yekê kurd birîndar kirine û aşkera kir ku rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê pêvajoya referandumê gelekî xirab bi rêve biriye û wiha got: "Ji bo pêvajoyê bi rêve bibin, dikaribûn rêveberiyeke krîzê ava bikirana. Ev nekirin, her kesî nêzikatiyeke cuda da nîşan, PDK û YNK'ê pozîsyona xwe parast. Piştî referandumê hemeleyên kesên dijber baş îdraq nekirin, nedîtin. Bawer nedikirin dê êrîşê wan bikin. Belê 'Bertek dan nîşan, lê dê piştre bi me re li hev bikin' û di nav nêzikatiyeke wiha de bûn."   ÇIYÊ RÊVEBERIYA BAŞÛR KÊM BÛ?   Firat li ser pirsa "Çiyê gelê Başûr kêm bû?" rawestiya û piştrast kir ku di tevahiya dîrokê de êşên mezin kişandin û wiha pê de çû: "Ji bo dîrokê fêm bikin û rojên derbasbûyî fêm bikin xwedî tecrubeyên zêdee ne. Di tevahiya dîrokê de gelek caran hatin xapandin. Di vê mijarê de xwedî tecrubeyek mezin in. Wekî xala 3'yemîn gelê Başûr fedakar û berxwedêr e. Tu kes nikare bêje ku dê ev gel li ber xwe nede. Di vê mijarê de jî kêmasî tune. Di warê madî de jî ne kêmin." Firat da zanîn ku bi Dubaiyê re di pêşbirkê de bûn, lê ewlehiya xwe pêk neanî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Teqes kêmasî hene û divê vê yekê lêkolîn bikin û nîqaşan bi pêş bixin. Mînak dema mirov diçe Hewlêrê bi tabloyeke wiha re rû bi rû dimîne. Avahiyên bilind, plazayên şatafatî, şantiye û hwd. bi Dubaiyê re di pêşbirkê de bûn. Ka bila bêjin pêwistiya kurdan bi vê heye? Dikaribûn hêj rêvberiyên azadîxwaz ava bikirana, di warê parastinê de saziyên xwe xurt bikirana."   ‘EV ENCAMA NEBÛNA YEKITIYÊ YE’   Firat da zanîn ku hêzên dijber rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê xistiye nav rihetiyekê, vê rêveberiyê bi awayekî fîşalkirî (abartılı) li xwe mêze kiriye, lê tişta esas nebûna yekitiyê di binê vê de razayî ye û ev nirxandin kir: "Ji ber parçebûna çandî û siyasî ya li herêmê, wekî xalek esasî jî nebûna yekitiyê ya di civaka kurd de bandoreke mezin li vê rewşê dike. Ji xwe nebûn xwedî sazî. Artêşeke bi hêz ava nekirin, parlanemtoyeke ku her kes di warê siyasî xwe têde îfade bike ava nekirin. Dema ev nebû di hin aliyan de şikestin çêbû, nêzikatiyên şermezarî û xwe paşve dayîn derketin holê, hin ji wan xwe jê şûştin."   XELETIYA DEMÊ KIRIN   Firat anî ziman ku rêveberiya Başûr hem di nava xwe de û hem jî li dijî hêzên navneteweyî di nav xeletiyê de ye. Ne xwe dê tiştek wiha çawa derkeve holê û ev tişt anî ziman: "Ne xwe dê tiştek wiha çawa derkeve holê. Dema hemleyek bê kirin, divê nêzikatiya hêzên dijber bê şopandin. Divê kurd ne piçûk nêzî hêza xwe be û ne jî hêza dijberê xwe piçûk an jî mezin bibîne û li gorî wê pozîsyona xwe diyar bike. Di vir de bi taybetî di rêveberiya PDK'ê de, hem di nava xwe û hem jî di qada navneteweyî de tengijî ye. Heşdî Şebî her roja ku xwe dicivîne hev, rêvberiya Iraqê her roj bi hêz dibe, her roja ku diçe Îran li ser Iraqê bi hêz dibe, têkiliyên Tirkiye, Îran û Iraqê bi pêş dikevin. Ev hatin hîskirin. Lê hemleya astengkirinê ya ku xwestin derxin pêş, berovajiyê wê encam da. Berê wê ev hemel bikirana, dibe ku ev hêzana di vê astê bi ser wan de nehatana. Ez di vir de xetayeke cidî ya demê dibînim."   ‘ÊRÎŞ DEWAM DIKIN’   Firat destnîşan kir ku vê yekê di rêveberiya Kurdistanê de matmayîbûnek derxistiye holê û hatiye "Asta dêçi bike nizane" û wiha got: "Hêzên dijberên kurdan dixwazin vê hêrîşê bibin astek hêj jortir. Mînak rêveberiya Iraqê dixwaze hemû Başûr teslîm bigire. Bi polîtîka û stratejiyek baş ev êrîş dikarin vala bên derxistin. Qasî ku didin nîşan ew jî ne xwedî hêz in. Hevkariya dijberê kurdan hevkariyeke qels e, nakokiyên wan hene. Dikarin vê êrîşê vala derxin."   ‘TEQES DÊ KURD BIBIN YEK’   Firat aşkera kir ku rêvberiya Kurdistanê heta niha bi beşên kurdan re nexwestiye "hevkarî û têkiliyan bi pêş bixe" û "xwe wekî navend, parçeyên din jî wekî piştgirî" dîtine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Nêzikatiyeke wekî ez ê di navbera kurdên Bakur, Îran û kurdên Sûriyeyê de çi cudahiyê bikim hebû. Di rastiya xwe de ji yekitiyeke navbera kurdan direvîn û di nava hevkariya hêzên herêmî û navneteweyî de bûn. YNK'ê têkiliya bi Îranê re û PDK'ê jî têkiliya bi Tirkiyeyê re ji bo xwe baştir didîtin. Hişmendiya vê hevkariyê ev encam bi xwe re anî. Ez bawerim di vê rewşê de vê yekê dîsa li ber çavan re derbas dikin. Ez ji vê yekê bawerim ku dê di demeke dirêj de yekitiya kurdan pêk were, dê gel partiyên siyasî debas bike û yekitiya xwe ava bike."   MA / Kenan Kirkaya