Temellî: Kengî hilbijartin nêzîk bibe îktîdar bi xwîna kurdan dikevin hilbijartinê 2018-12-18 15:39:45   MUŞ – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di ziyareta Mûşê de polîtikaya AKP'ê ya şer rexne kir û wiha got: "Kengî hilbijartin nêzîk dibe îktidar bi xwîna kurdan diçe hilbijartinê. Yên heviya xwe bi ketina Rojava xurt dikin carek din Tirkiye dixin nava kaosê." Temellî, bal kişand tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan jî û wiha got: "Tecrid dê bi têkoşînê bi dawî bibe."    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sesazî Temellî, piştî duh li Qersê bi gel re hat cem hev, îro hat Mûşê û li Mûşê bi gel re hat cem hev. Temelli û heyeta pêre, piştî ji Qersê derbasî Navçeya Dîgorê bûn ji wir jî derbasî Mûşê bûn. Temelî û heyeta pêre, diketina Mûşê de ji aliyê sedan kesan ve hat peşwazîkirin û derbasî Salona Dahwetê ma Mûşê bûn.    'LEYLA GUVEN LI DIJÎ HIŞMENDIYA FAŞÎST TÊDIKŞE'    Temellî, li salona dahwetê hîtabî gel kir û bal kiyand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven. Temelî, anî ziman ku Guven 41 rojin di çalakiya grevê ya birçîbûnê de ye û wiha got: “Leyla Guven, bi beden vîn û sekna xwe li dijî hişmendiya faşist li ber xwe dide. Leyla Guven carek din bang li Gelê Tirkiye dike ku li aştiyê xwedî derkevin. Têkoşina wê ji bo rê li pêş Tirkiye veke ye. Divê gelê Tirkiye û hemû rêxistinên demokratîk li hemberî Leyla Guven hestiyar tev bigerin. Werin em bi hevre li vê têkoşîna aştiyê xwedî derkevin. Guh bidin daxwazên Leyla Guven."     'TECRÎDKIRINA OCALAN TECRÎDKIRINA AŞTIYÊ YE'    Temellî, bal kişand ser tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Em tê bi têkoşînê dawî li tecrîdê bînin. Ger ku civakek bi edalet tê xwestin, wê demê divê bi lez tecrîd bê rakirin. Erdogan dibêje 'Çareserî tune ye' Em jî dibêjin ji xwe em tiştekî ji te hevî nakin. Di demek nêzîk de Tirkiye dê ji vê siyasetê rizgar bibe Siyasetek nû tê. Niha vê siyaseta nû aj daye. Çawa ez ketim salonê dirûşmeya  'Bijî bijî HDP' berz kirin. Em dê bi van gavên bi hêz li Gimgim, Wan, Mûş, Qers, Botan, Îzmir û Antalyayê jî bi hevre gavên mezin bavêjin.  Niha li Tirkiye bi hezaran endamên me girtî ne. Hevalên me tevî hemû van binpêkrinan têkoşîna hiqûqê berdewam dikin.  Demîrtaş wekî li derve niha li girtîgehê jî têkoşîna aştiyê ya bi rûmet dimeşîne. Em dê di vê têkoşînê de bibin Selahattin, Gultan, Sebahat. Em dest ji têkoşînê bernadin.    PIŞTGIRIYA MAMOSTE SELVAN     Temelli, bal kişand ser ji peywirgirtina mamoste Selvan a li Korkutê ji mamostetiyê hat avêtin û wiha got: "Li navçeya Korkutê ya Mûşê hevalek me ya mamoste ji ber wêne parve kir ji kar hat dûrxistin. Ew kirin hedef. Li şûna wê ji peywirê digirin, divê yên aborî xistine vî halî îstifa bikin. Di serdema vê îktîdarê de 22 hezar karker bûn qurbana cînayetên kar.    'ÎKTÎDAR BI XWÎNA KURDAN DIKEVE HILBIJARTINÊ'    Temellî, herî dawî polîtikayên AKP'ê yên şer jî rexne kir û wiha got: "Kengî hilbijartin nêzîk bibe îktîdara AKP'ê bi xwîna kurdan dikeve hilbijartinê. Divê em destûr nedin vê yekê. Ez bang li nûner û rêveberên Rêxistinên Civakî, jin û ciwanan dikim. Divê her kes ji şer re bêjin na û li vî welati xwedî derkevin.