Sadak: Ji bo diyalog bi pêş keve rakirina tecrîdê girîng e 2017-10-30 09:10:40 AMED – Siyasetmedar Selîm Sadak tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rexne kir û da zanîn ku tenê agahî ji Birêz Ocalan girtin têrê nake û wiha axivî: "Ji bo diyalog bi pêş keve divê Ocalan rola xwe bileyîze. Ji bo vê jî pêwîstî bi sererastkirinan şertên girtîgehê heye.”  Demeke dirêj e ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û der barê tenduristî û ewlehiya wî de gumanên raya giştî her ku diçe zêde dibin. Siyasetmedar Selîm Sadak têkildarî rewşa Ocalan axivî û destnîşan kir ku divê demildest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û ev tişt go: “Tenê agahî ji Birêz Ocalan girtin têrê nake. Divê ku Ocalan ji bo diyalogê dîsa dikaribe rola xwe bileyîze, divê şertên wî bên başkirin. Tekane rêya çareseriya li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ew e ku divê di çarçoveya perspektîfên Birêz Ocalan de polîtîka bê bi pêş xistin.”    ‘OCALAN DIKARE NEFESEK REHET BIDE TIRKIYEYÊ’    Sadak da zanîn ku Ocalan dengê aştî û demokrasiyê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: “Heke îro tecrîda li ser Birêz Ocalan nebûya û bikaribûya di vî şerê li Rojhilata Navîn de rola xwe bileyîstiya, dê ew qas texrîbat çênebûya. Her çiqas Ocalan li girtîgehê be jî dema şert û mercên wî baş dibin, her tim Tirkiye nefesek rehet distîne."   ‘DIVÊ DEMIL DEST AGAHÎ BÊ GIRTIN’    Sadak diyar kir ku di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de jî tenê rêya çareseriyê Ocalan dide nîşan û hatina ba hev a hemû gelan bi başkirina şert û mercên Ocalan pêkan e. Sadak anî ziman ku tecrîd rûxandinek mezin di nav civakê de çêkiriye û divê demildest ji rewşa tenduristî û ewlehiya Ocalan agahî bê girtin.    Sadak di dawiya axaftina xwe bang li hemû saziyên mafên mirova yên netewî û navneteweyî jî kir ku ji bo Ocalan bikevin nav liv û tevgerê û xwst hemû siyasetmedarên kurd jî li hember rewşa Ocalan bêdeng nemînin.