Bîlgen: Tecrîda li ser Birêz Ocalan provokasyon e 2017-10-28 15:03:34 WAN - Berdevkê Partiyê yê HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt got: "Pirsgirêk bi rêya siyaset û diyalogê çareserkirin mijareke xwe baweriyê ye. Lê ji pêvajoyê tiştek cuda hêvîkirin dê vî karî nebe serî. Hemû mafên bingehîn ên hevdîtina parêzer û malbatê asteng kirin provokasyon e." Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a wanê 2'yemîn Kongreya Asayî li Salona Dawetê ya Royalê li dar xist. Berdevkê Partiyê yê HDP'ê û Wekîlê Qersê Ayhan Bîlgen, wekîlên Wanê Lezgîn Botan, Adem Geverî, Bedîa Ozgokç Ertan, endama MYK'a HDP'ê Çîlem Kuçukkeleş, Serokê PSK'a Wanê Tayîp Kizilkaya û berdevkên saziyên sivîl jî beşdarî kongreyê bûn.    'DEMA MIJAR DIBE KURD'   Endama MYK'ê Çîlem Kuçukkeleş li ser navê dîwanê axaftinek kir, diyar kir ku HDP partiya gelan e. Hevseroka HDP'a bajêr Gulistan Orhan serkeftin ji hevrêyên xwe re xwest û Berdevkê partiyê Ayhan Bîlgen hemû kesên tev li kongreyê bûn silav kir.    Bîlgen bal kişand ser pêvajoyê û der barê referanduma li Herêma Federal a Kurdistanê de nirxandin kir û ev tişt got: "Cudahiya herî şênber a vî welatî, li dijî referanduma Herêma Federal a Kurdistanê derketina wan e. Dema wê û vîna gel çiqas derket holê ew tiştek din e, lê biryara serxwebûnê ji bo Katalonyayê, tirkên li Kibrisê çibe, ji bo kurdan jî ew e. Dema mijar dibin kurd, li Tirkiyeyê xala hevbeş derdikeve holê. Bi hikumetê re dema em li axaftinên partiyên din mêze dikin, wekî hev in."   ‘BI BOMBEKIRINA MALÊ PEYAMA DIDIN GEL’   Bîlgen bal kişand ser êrîşa li gundê Meletopizê û mala ku hat şewitandin jî û wiha axivî: "Bûyera ku rewşa Tirkiyeyê bi şênberî radixe ber çavan jî wehşeta li Qelqeliyê ye. Bi gotina 'Terorîst hene' bombeyê davêjin malekê û tevdîrê digirin. Hiqûqa navneteweyî ya ku Tirkiye girêdayê wê ye jî derbas be, qanûnê wan çawa destûra tiştên wiha didin. Bi bombeyan ketina maleke ku mirov tê de dimînin, hişê xwe windakirin e. Bi şewitandina malê peyamê didin hemû mirovan. Dîsa li karesata li Şirnexê di kana komirê de derket mêze bikin. Wezîrê hikumetê derket got ku 'Terorîst madenê didin xebatê.' Ew qas acizin nikarin hesabê bûyereke wiha jî bidin." Bîlgen der barê aboriya Tirkiyeyê de jî axivî û pirsa "Dê gel baweriya xwe bi kê bîne?" û aşkera kir kku fatûreya welat li ciwan, bêkar, jinan dibirin.   ‘TECRÎD PROVOKASYON E’   Bîlgen der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jî axivî û destnîşan kir ku dinya alem jî dizane ku hevdîtinên bi Ocalan re, bi destûra dewletê pêk tê. Bîlgen, da zanîn ku bêguman pirsgirêk bi rêyên çareserî û diyalogê tên çareserkirin û ev jî mijara xwe baweriyê ye û wiha pê de çû: "Lê ji pêvajoyê tiştek hêvîkirin, dê rewşê bixitimîne. Berdin li gorî aştiyê rol giritnê, astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re provokasyon e. Ev derengxistina aştiyê ye."   'DIVÊ TENÊ HEVŞAREDAR BERDÊLÊ NEDIN'     Bîlgen diyar kir ku ew demek e ji "seansên guneh deristinê" yên welat re şahidiyê dike û wiha dirêjî da axaftian xwe: "Dibêjin ku me ji Stenbol û Trabzonê re niheqî kir. Heke niheqiyek hatibe kirin bila berdêla vê tenê şaredar nedin. Serokekê vê partiyê û serokomarekê wê demê hebû. Hûnê dewlemendiyên ser erd û bin erd, talan bikin û paşê guneh derxin."   Piştî axaftinan peyamên Tugba Hezer Ozturk a wekîltiya wê hat xistin û hevparên TJA'yê hatin xwendin. Di hilbijartina hat kirin de wekî hevserokên HDP'a Wanê Prz. Umît Dede û Yadîşen Karabulak hatin hilbijartin.