Ozsoy: Pergaleke bêyî kurdan dê ne pergaleke berdewamiyî be 2018-11-04 09:15:12   ENQERE - Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsiyarê Karên Derve Hişyar Ozsoy, ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê anî ziman ku Erdogan, bi vî awayî dixwaze bertekên Fransayê hîn bibe û got: "Ger pergaleke bêyî kurdan çêbibe jî, dê ne pergaleke berdewamiyî be."    Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsiyarê Karên Derve Hişyar Ozsoy, civîna çaralî ya li Stenbolê hat çêkirin û êrîşên li hemberî Kobanî û Girê Spî nirxandin.    Ozsoy, diyar kir ku di civîna çaralî de ji bo êrîşa li ser Kobaniyê lihevkirinek çênebûye û got: "Lê belê ev civînî Erdogan hêzdar kiriye. Erdogan bi hinc mudaxileyên leşkerî, dixwaze hay ji bertekên Fransayê çêbibe."    RÎSKA DAGIRKIRINÊ    Ozsoy, ji bo helwesta Amerîkayê jî got: "DYA'yê daxuyand ku ev êrîş ne rast in û ji bo vê bi Tirkiyeyê re axivî. Lê belê rê li ber êrîşan nehatiye girtin. Tirkiye, pir guh nade berteka DYA'yê. Tirkiye, li gor berteka ku DYA bide dibe ku vê rewşê veguherîne tevgerîneke dagirkirinê. Yanî ger Tirkiye firsendê zevt bike û qada navnetewî bertekê nîşan nede, dibe ku hewl bide Kobaniyê dagir bike. Ev tiştekî cidî ye."    'TIRKIYE DIXWAZE ROJAVAYÊ BIFETISÎNE'    Ozsoy, diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê îflas kiriye û got: "Ew polîtîjaya 'wê Esad bieçe', 'Em ê destûrê nedin ku li Sûriyeyê kurd pergalekê ava bikin' niha veguheriye û dixwaze Rojavayê bifetisîne. Dê ev yek çi qasî bi ser bikeve an jî nekeve, em ê bibînin."    Ozsoy, destnîşan kir ku DYA dixwaze di navbera Tirkiye û Rojavayê de dengeyekê çêbike. Ozsoy ji bo vê bi bîr xist ku Nûnerê Taybet ê DYA'yê yê Sûriyeyê James Jeffrey demek berê çû Rojavayê û bi Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û paşê jî bi komên ku Tirkiye destekê dide wan re hevdîtin çêkirin. Ozsoy got: "DYA, dixwaze Tirkiyeyê li hundur bide sekinandin, Rûsya mesafeyê bihêle û li Sûriyeyê jî îtifaqa xwe ya bi kurdan dewam bike. Lê Tirkiye dixwaze rewşa hevsengî ya DYA'yê bitengijîne."    'DAGIRKIRINA DYA'YÊ BI KÊRÎ BERJEWENDIYÊN DYA'YÊ NAYÊN'    Ozsoy got: "Eger Tirkiye ji bo dagirkirinê tev bigere, dê hemû veberhênaniya DYA'yê ya li Sûriyeya Bakur pûç bibe. Lê DYA ji vê rewşê nerazî ne. Her wiha wisa dixuyê ji bo Tirkiyeyê kêfxweş bikin, dê hin gavan jî bavêjin. Yanî siyaseta 'em ê çi qasî bikaribin kurd û tirkan îdare bikin' bi rê ve dibin."    ‘ROJEVA SEREKE YA DYA'YÊ ÎRAN E'    Ozsoy, destnîşan kir ku DYA leşkerên xwe ji Sûriyeyê nakişîne û got: "Ji bo DYA'yê rojeva sereke Îran e. Du parametreyên sereke hene ji bo polîtîkaya DYA'yê ya Sûriyeyê. Ya ewil ewlehiya Îsraîlê ye, ya dudoyn jî zêdebûna nifûza Îranê ya li Sûriyeyê. DYA, dixwaze Îranê ji wir derxîne."    'WÊ KURD LI SÛRIYEYÊ WINDA NEBIN'    Ozsoy, destnîşan kir ku ger Tirkiye êrîşî Sûriyeya Bakur bike, dê ev yek bi kêrî DAIŞ, Esad, Îran û Rûsyayê bê. Ozsoy got: "Loma çi dibe bila bibe divê DYA nehêle ev rageşî veguhere pevçûn û dagirkirinê û ji bo vê berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Li Sûriyeyê 2 milyon û nîv kurd hene. Yanî dê li wir winda nebin. Û divê di nav Sûriyeyê de cih bigirin. Ger pergaleke bêyî kurdan çêbibe jî, dê ne pergaleke berdewamiyî be."    MA / Selman Guzelyuz