Sarisaç ê HDP'î: Em bibin yek dikarin xwe ji faşizme rizgar bikin 2018-10-25 14:36:37 WAN – Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarısaç, di kongreya TUHAY-DER'ê de diyar kir ku ger gelê kurd tev bibe yek û destê xwe bide hev dikarin girtiyên siyasî azad bikin û xwe ji faşîzma heyî rizgar bikin.  Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwar re (TUHAY-DER) ya Wanê kongreya xwe ya yekemîn a asayî pêk anî û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, nûnerên KCD, HDP, DBP, ÎHD, TÎHV, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û gelek jinên din tev li kongreyê bûn. Wekîlê HDP'ê Murat Sarisaç beşdarî kongreyê bû û got, wê bi gel re tecrîdê bişkînin. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, nûnerên KCD, ÎHD, TÎHV, Çev-Der û rêxistinên DPB û HDP'ê yên navçeyan tevlî kongreyê bûn. Parlamentera HDP'ê ya Wanê û endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Bedîa Ozgokçe jî peyamek ji kongreyê re şand. Endamê dîwanê Çetîn Ûyar diyar kir ku kiryarên heyî yên li girtîgehan dişibin ên Esat Okay Yildiran. Ûyar bi taybetî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku bala xwe li ser mijarê be.   'DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'    Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî diyar kir Kurd li her derê dibin hedefa zext û komkujiyan û wiha got: "Polîtîkayên zext û şîdetê herî zêde li girtîgehan tê kirin û mafên herî însanî jî ji girtiyan tên stendin. Birêz Ocalan li Îmraliyê tecrîdkirî ye. Nepêkan e ku em vê qebûl bikin. Em ê tevî gelê xwe vê tecrîdê biqedînin." Piştî axaftinan bi lîsteyekê hilbijartin hate kirin û Onder Sogûkbûlak, Saîme Yilmaz, Fevzî Can, Nûrhayat Aydin, Şevket Tûcî, Husnu Urgun, Levent Kûrt, Abdulkerîm Demîroz, Bahattîn Balka, Çetîn Togay, Seyhan Seven, Mehmet Melet, Ercan Ozbîlek û Nevzat Nîhal ji bo rêveberiya saziyê hatin hilbijartin. Hevserokên TUHAY-DER'ê jî wê di civîna desteya rêveber de bên hilbijartin.