Pervîn Bûldan: Demokrasî bêyî jinê pêş nakeve 2018-10-20 14:37:26 AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, beşdarî komxebata li Amedê pêk tê bû û got:"Em ê bi hêzek hîn mezin beşdarî xebatên hilbijartinê bibin. Êrîşên ku li rêveberiyên me yên herêmî tên kirin li dijî hêza jina ye. Bêyî vîna jinê demokrasî pêş nakeve. Gelê kurd gelê herî mezin ê ji bo vîn û nasnameya xwe têdikoşe ye."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Em ê xwe û bajarê xwe bi destên xwe bi rê ve bibin" li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi tevlêbûna Hevserokên HDP'ê, KCD, siyasetmedarên kurd, parlamenterên HDP'ê Komxebata Rêveberiyên Herêmî pêk anî. Li salonê wêneyên Hevserokên girtî yên DBP'ê û parlamenterên girtî yên HDP'ê û pankartên "Em nebin yek em ê herin yek bi yek","Em ê xwe û bajarê xwe bi destên xwe bi rê ve bibin" daliqandin. Di komxebatê de ewil Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Amedê Filiz Buluttekîn axivî. Filiz Buluttekîn, da zanîn ku ew dixwazin hemû bawerî û neteweyên cuda di nava jiyanek hevpar de bi hev re bijîn û got: "HDP îradeya jinê û awêneya kedkaran e. HDP li dijî yekperestiyê ye." Piştî axaftina Fîlîzê sinevizyona ku rêveberiyên herêmî yên ji dîroka 1978'an heta niha hat temaşekirin.      'TÊKÇÛNA QEYÛMAN BI TÊKÇÛNA HIŞMENDIYA TEKPARÊZ VE GIRÊDAYÎ YE'    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî ewil Hevşaredarên DBP'î û siyasetmedarên kurd ên girtî bibîr anî û got: "Me bi îradeya gelan li parlamentoyê nûnertiyek mezin bi dest xist. Ev rê bi taybet rêyek dijwar e. Tevî hemû astengiyan me li parlamentoyê nûnertiya îradeya gelan kir. Asta duyem niha bidestxistina serkeftina ji bo rêveberiyên herêmî ye. AKP naxwaze ku HDP di rêveberiyên herêmî de cih bigire. Em bi zihniyetek bi vî rengî rû bi rû ne. Em bi hêzek hîn mezin amadekariya hilbijartinên herêmî dikin. Em ê dîsa şaredariyên xwe bi dest bixin. Em ê şaredariyên din jî bigirin. Têkçûyina qayiman û zihniyeta tekperest girêdayî vê yekê ye. Em ê bi şev û bi roj bixebitin. Erdogan û wezîrê karê hundur her roj gefan li me dixwin. Ew çi daxuyaniyê didin bila bidin em ê teqez bi ser bikevin. Bêyî jinan rêveberî û azadî nabe. Saziyên jinan ên ku ji aliyê qayyim ve hatin girtin em ê dîsa ji bo xizmeta gel vekin. Em ê dîsa bi ser bikevin. HDP li pêş hişmendiya AKP'ê astengiya herî mezin e. Ji ber ve yekê êrîşên li dijî HDP'ê zêde dike. Divê rastiya gelê kurd bibînin. Gelê kurd ne gelê berê ye. Bi salan e ji bo maf, vîn û nasnameya xwe têdikoşe."    EM DÊ ŞAREDARIYÊN XWE PAŞVE BISTÎNIN'   Buldan, bal kişand ser kefên Serokomar Erdogan ên 'Em dê qayûm tayîn bikin' û wiha got: "Qet guh nedin gef û derewê wan. Ev nîşan dide ku dê hemû şaredariyan winda bikin. Bi vê gotina xwe ji niha de îlan dikin ku winda kirine. Dixwazin HDP’ê reş bikin û her kesî ji hilbijartinan sar bikin. Dê qeyûm biçin. Lê dê vîna gelê Tirkiye bimîne. Vîna gelê Amedê Gultan Kışanak  û Vina gelê Wanê Bekir Kaya maye. Vîna gelê Mêrdîn Ahmet Turk maye. Tişta dikeve ser milê me em hem şaredariyên xwe û hem zêdetir şaredariyan bistînin.   BÊYÎ JINÊ DEMOKRASÎ PÊŞ NAKEVE   Buldan bal kişand ser rol û vîna jinê û wiha bi dawî kir: "Di hilbijartina Rêveberiyên Herêmî hêza herî mezin jin û vîna jinê ye. Ger ku di van rêveberiyan de jin nebe demokrasî û azadî nabe. Rêgaza herî mezin a wekheviyê ya HDP’ê wekheviya zayendiyê ye. Me pergala Hevserokatiyê li her derê xist meriyetê. Di biryardayina hemû qadan de jî em wekheviya zayendî esas digirin. Em nûnertiya wekhev a jinê esas digirin. Em dê di rêveberiyên herêmi de carek din nûnertiya wekhev a jin û mêr têxin meriyetê. Meseleya îtifaqan jî girîng e. Em dê di vê hilbijartinê de îtîfaqên mezin ava bikin. Hemû reng û rû dê xwe di nava van îtîfaqan de bibîne. Em dê bi hemû partiyên kurdan re yekîtiya hêzê ava bikin. Heviya gelê kurd a ji me yekîtiya kurdan e. Di hilbijartina herêmî de pêdivî ji tifaqa herêmî heye.