Temellî: Dixwazin ciwanan ji siyasetê dûr bixin 2018-10-07 14:48:11   STENBOL – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di Konferansa Meclîsa Ciwanên Marmarayê de axivî û wiha got: “Meşa Kurdan a li Rojhilata Navîn tenê bi daxwazên wan re ne sînordar e. Di cûntaya 12’e Îlonê de herî zêde dixwestin ciwanan ji siyasetê dûr bixin. Ji ber vê hemû rê û rêz pêk anîn.”    Konferansa  Ciwanên Marmara ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Otela Taksîm Hîll pêk hat. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temllî, parlamenter Huda Kaya, Alî Kenanoglu, Zleyha Gulum û gelek ciwan beşdarî konferansê bûn. Pankartên “Em xwe bi rêxistin bikin, azad bibin”, “Ji bo Azadiya Serok serî hilde” û “Ji bo Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîkk serî hildin” bi salona konferansê ve hatin kirin.    'HEMÛ POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ DIKIN DEWRÊ’   Piştî hilbijartina diwanê û deqeyek rêzgirtinê konferasnê dest pê kir. Endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Rojîn Alba, axivî û wiha got: “Ciwanan rolê pêşengtiyê girtine ser milê xwe û hemû berpirsiyartiyên xwe pêk tînin. Ji bo ku ciwan civakî nebin û potensiyela xwe ya guhertina pergalê dernexin holê, hemû polîtîkayên qirêj li ser wan tên meşandin.    TEMELLÎ: DIXWAZIN CIWANAN JI SIYASETÊ DUR BIXIN    Piştî Alba Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û ev tişt gotin: “Kesên cîhana xwe ya xeyalan firotin kapitalîzmê, hewl didin siyasetekê bê civak ava bikin. Di cûntaya 12’e Îlonê de herî zêde dixwestin ciwanan ji siyasetê dûr bixin. Ji ber vê hemû rê û rêz pêk anîn. Werin em bi hevre vê statukoyê bi guherînin û têkoşîna li dijî kapitalizme mezintir bikin. Dema em pirsgirêkên ciwanên xwe digirin dest em rastî gelek tiştan tên. Perwerde, bêkarî û tiryak… Ev hemû pirsgirêkên hevpar ên civakêne. Pergalekê ku mirovan dike dijminê hev, bêguman dê pirsgirêkên perwerdê jî ava bike. Ji b derbaskirina vê yekê pêdivî bi civakek wekhev heye. Tiryak bi kar anîn jî yek ji polîtîkayên dewletê ye. Divê ev baş bê zanîn. Îro em di rojên dîrokî re derbas dibin. Kapîtalîzmê, demokrasiya liberal terk kiriye. Êdî fam kiriye ku nikare bi demokrasiya liberal pêş detir biçe. Ji ber vê rejîmên otorîter her rojên derbas dibe, êrîşên xwe zêdetir dikin. Ji bo vê jî dixwazin Rojhilata Navîn bi şer tune bikin û li her deverên cîhanê biçek kirin heye. Êdî stokirinên çakan pir zêde bûye. Dixwazin pêşeroja hemû gelan dinava vê çerxê de tune bikin.”   'ŞOREŞA ME DÊ ŞERÊ LI ROJHILATA NAVÎN ÇARESER BIKE'   Temellî, da zanîn ku îro li Rojhilata Navîn şerek mezin tê jiyîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şoreşa me û têkoşîna gelan a bi hevre dê vê yekê çareser bike. Ji ber vê yekê em dibêjin, li dijî tecrîtê qîr bike, çareseriya demokratîk, aştî û têkoşîna demokratîk. Werin em li dijî  kapitalîzmê bi hevre xwe bi rêxistin bikin. Rêya vê yekê jî di siyaseta ciwanan re derbas dibe. Ger em karibin vê bi ser bixwin, emê karibin hemû qadên jiyana xwe azad bikin û biguherînin.”     Piştî axaftina Temellî, konferans li çapemeniyê girtî berdewam kir.