Ji bo Kurdistana Federe pêşniyara hikûmeta demî kirin 2017-10-24 13:15:05 HEWLER – Tevgera Goran, Komela Îslamî û Berhem Salih ku bi hevparî “Koalîsyona Edalet û Demokrasiyê" ava kirin, ji bo krîza siyasî bi dawî bibe pêşniyar kirin ku Kurdistana Federe bi awayeki demkî hikûmetê ava bikin.  Tevgera Goran, Komela Îslamî û Lîsteya Hevpeymanî û Berhem Salîh bi awayekî hevpar Koalîsyona ji bo Edalet û Demokrasîyê avakirin. Koalîsyonê daxuyaniya hevpar da û got: “Em ê hewldanên xwe yên ji bo bi rêya parlamentoyê hikûmeteke demkî were sazkirin berdewam bikin." Koalisyonê anî ziman ku ji bo bi navê hemû hikûmetê, diyalogek bi hikûmeta federal re çêbibe û amadekariyê ji bo hilbijartineke pak bînin.”   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji ber em li Başûrê Kurdistanê qeyran, şikestin û felaketên siyasî û leşkerî re rûbirû hatin,  parastina destkeftiyên xwe, rastkirina pêvajoya siyasî, pêşkêşkirina çareseriyeke ji bo asayîkirina rewşa Xurmatû, Kerkûk, Xaneqîn û herêmên nakokî li ser hene, em weke Tevgera Goran, Komela Îslamî û Hevpeymanî ji bo demokrasî û dadperweriyê daxwaza me wiha ye;   1- Parastina aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê û yekîtiya gelê Kurd were parastin. Ji bo em gelê xwe ji metirsiyên din û şerê navxweyî biparezin.   2- Li gel hêz û aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê em ê hewldanên xwe yên ji bo pêkanîna hikûmeteke demkî bi rêya parlamentoyê berdewam bikin. Ji bo bi navê hikûmeta herêmê danûstandineke baş bi hikûmeta federal re pêk were û biçin hilbijartineke pak em pêkanîna vê hikûmeta demkî weke erka xwe ya sereke dibînin. Her wisa ev dibin çavdêriya rêxistinên biyanî de pêk were. Amadekarina reşnivîseke ji bo qanûn û di  nava vê reşnivîsê de jî sîstema parlamentoyê têde hebe. Her wiha vê reşnivîsê jî ji bo pesendkirinê bibin referandûmê. Ji bo başkirina rewşa gel jî plan û bernameyek were danîn.   3- Divê nêzîkatiya hikûmeta Iraqê ya ji herêmên nakokî li ser hene re di çarçoveyeke qanûnî de be, rewşa van herêman asayî bike û penaber vegerînin ser cih û warê xwe.   4- Divê saziya serokatiya herêmê were betalkirin û li gorî qanûnan desthilatiya wê jî ji bo dezgehên pêwendîdar were dayîn.   Tevgera Goran berî niha bi çend rojan daxuyaniyek dabû û daxwaza avakirina Hikûmeta Rizgariya Nîştîmanî kiribû. Berhem Salih jî alîkarê duyem ê Serokê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî bû û beriya referendûm pêk were ji YNK’ê îstîfaya xwe dabû û lîsteyeke nû ya bi navê ‘Hevpeyman Ji bo Demokrasî û Dadperweriyê’ ava kiribû.