‘Konferansa Amadekariya Hilbijartinên Herêmî' ya HDP'ê dest pê kir 2018-10-02 12:27:20   AMED - Rêxistina HDP’ê li Amedê “Konferansa Hilbijartina Rêveberiya Herêmî" ku 2 rojan pêk bê li dar xist.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya amadekariya hilbijartina rêveberiyên herêmî de li salona Vedat Aydin a HDP'ê ya Amedê konferans pêk anî. "Konferansa Amadekariya Hilbijartina Rêveberiya herêmî" li salona Vedat Aydin, bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun, Salîha Aydeniz, Dersîm Dag, Selçuk Mizrakli û Musa Farisoğullari, endam û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyên Amedê dest pê kir. Nûnerên Kongreya Civaka Dmoratîk (KCD),  Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek nûnerên rêxistinên demokratîk jî amade bûn. Li salonê posterên Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan, Sezai Temellî, Umît Acar ê li Almanya ji bo tecrîdkirina Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike bedena xwe da ber agir, Mehmet Tunç ê li Cizîre di qedexeya kolanan de jiyana xwe ji dest da û gelek kesên din hatin vekirin. Dîsa pankartên ku balê dikişîne ser tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin.  Konferansê bi rêzgirtin û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Konferansê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Di Konferansê de dê tecrîdkirina  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, geşedanên siyasî û amadekariyên hilbijartina rêveberiya hearêmî bê niqaşkirin.