Prof. Dr. Uzgel: Nezîkatiya Tirkiye-YE pragmatik e 2018-09-06 11:38:19   ENQERE - Prof. Dr. Îlhan Uzgel, bal kişand ser têkiliyên di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiye yên li ser aboriyê pêş dikevin û wiha got: "Hewldanên Tirkiye ku dixwaze têkiliyên xwe û bi YE re ji nûve pêş bixe, pragmatik û seranser e."    Tirkiye ku ji ber polîtîkayên xwe yên hundir û derve krîza aborî dijî hewl dide ji nûve têkiliyên xwe yên bi welatên Yekîtiya Ewropa (YE) re pêş bixe. Parlamentoya Ewropa di mijdara 2016’an de bi dengdayînê biryar dabûn ku muzakereya Yekîtiya Ewropa ya bi Tirkiye re ji bo demekê bê rawestandin. Bi sedema ku gavên tê xwestin neavêtne endamtî rawestandibûn. Hîndekarê Beşa Têkiliyên Navneteweyi ya Fakulteya Zanyariyên Sîyasî ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Îlhan Uzgel bal kişand ser têkiliyên Tirkiye û YE'ê. Uzgel, anî ziman têkiliyên Tirkiye pragmatik seranser in û wiha got: "Di rewşa ku Tirkiye li hemberî DYA tengav dibke, nêzî Yekîtiya Ewropa dibe. Niha têkiliyên heyî seranser û pragmatik e.    Uzgel, bal kişand pêvajoya ku dîsa darvekirinê dixin rojevê û wiha got: "Di vê pêvajoya ku Tirkiye nêzî YE'ê dibe de ji nûve darvekirinê dixin rojevê. "Mixabin di qada navneteweyî de pîvanên mafên mirovan daketiye asta jêr. Di demokrasiyê de pîvan daketine. Ji ber ku pergala Yekîtiya Ewropa berê bi hiqûqî, sazî û gotinê bi demokrasî û hiqûqê ve girêdayî nikare zû bi zû vegere. Ji be vê yekê her çend Tirkiye di milê mafên mirovan de rexne bike jî naxwazin têkiliyê xwe qut bike. Yekîtiya Ewropa niha di mijara îdamê de gavan paşve navêje. Niha Tirkiye û YE li ser penaberên Sûriye û endamtiya YE'ê bazarê dikin."    MA / Dîren Yurtsever