‘Divê sînorê nav Başûr û Rojava bê rakirin’ 2017-10-17 09:42:25 AMED – Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek bertek nîşanî êrîşên Iraq û Heşdî Şabî yên li hemberî Kerkûkê da û diyar kir ku divê gelê kurd li hemberî van êrîşan tewrekî hevpar nîşan bide û wiha got: “Heke êrîş berdewam bikin, divê Başûr û Rojava bi vîneke hevpar sînorên di navbera xwe de rabikin.”  Partiyên kurdan li hemberî êrîşên artêşa navendî ya Iraqê û hêzên Heşdî Şabî yên li dijî Kerkûkê bertek nîşan dan û balê kişandin ser yekîtiya netewî ya kurd.    Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sînan Çîftyurek, diyar kir ku gelê Kerkûkê di referandûma 25’ê Îlonê de tewrê xwe nîşan daye. Çîftyurek derpêş kir ku êrîşên li hemberî Kerkûkê li ser biryara Iraq û Heşdî Şabiyê nehatiye dayîn û li pişt êrîşan Tirkiye û Îran hene. Çîftyurek ev tişt gotin: “Tirkiye û Îran dixwazin di navbera ereb û kurdan de şereke mezin biqewime. Di vî şerî de dixwazin gelê Kurdistanê dev ji biryara xwe ya referandûmê berde. Bi çewisandin û gefan nikaribûn referandûmê betal bikin, lê bi êrîşên nîjadperest dixwazin betal bikin. Divê gelê Kerkûkê li pişt biryara xwe ya 25’ê Îlonê be.”    LI DIJÎ ÊRÎŞAN TEVGERÎNEKE HEVPAR DIVÊ   Çîftyurek dest nîşan kir ku divê gelê Kerkûkê tevî gelê Kurdistana Federe li dijî êrîşan li ber xwe bide û wiha got: “Kurdistan tê dagirkirin, li hemberî vê yekîtî bivê nevê ye. Divê kurdên hemû perçeyan bên gel hev û li hemberî êrîşan tewrekî hevpar nîşan bidin. Heke êrîşên Heşdî Şabî ku versiyona nû ya DAIŞ’ê ye bidomin, divê Başûr û Rojava bi vîneke hevpar sînorên di navbera xwe de rabikin. Bêyî şert û merc divê em hemû li dijî êrîşan mil bidin milê hevdu û bitêkoşin.”    BOZYEL: KERKÛK BAJARÊ KURDISTANÊ YE    Cîgirê Serokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî, anî ziman ku ev êrîş ne êrîşeke suprîz e û piştî referandûmê ew li benda êrîşeke wisa bûn. Bozyel got ku ev êrîş li dijî îradeya gelê kurd ku di referandûmê nîşan da pêk hatiye. Bozyel, dest nîşan kir ku dê ev êrîş negihê armanca xwe û mudaxilekirina Tirkiyeyê ne rast e û wiha got: “Gelê kurd ji bo Kerkûkê bedêlên giran da. Bi hatina DAIŞ’ê re bi têkoşîneke li her çar perçeyên Kurdistanê hat paqijkirin. Ev êrîş êrîşeke derehlaqî ye. Kerkûk di nav erdnîgariya kurdan de cih digire. Kerkûk bajarê Kurdistanê ye.”    ‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN YEKÎTÎ DIVÊ’    Bozyel, dest nîşan kir ku wê gelê kurd li dijî êrîşan yekîtiyê çê bike û bi girtina riya diyalogê ya ji aliyê Bexdayê ve, dê gelê kurd li benda pêvajoya muzakereyê nesekine û serxwebûna xwe îlan bike. Bozyel, anî ziman ku di van êrîşan de tiliya Tirkiyeyê heye û wiha got: “Şansekî ku Tirkiye rasterast mudaxile bike tune ye, lê belê tevî Bexda û Heşdî Şabiyê dixwaze Kurdistanê bê îtibar bike. Rasterast têkiliya Heşdî Şabiyê bi Îranê re heye. Bexda derî vîna xwe ye û bûye perçeyeke siya Îranê.” Bozyel, diyar kir ku divê gelê kurd li dijî birçîbûnê, ambargoyê amade bin û divê li her çar perçeyan bibin yek.    Her wiha Bozyel, diyar kir ku welatên cînar ji dîrokê tu ders negirtine û wiha got: “Seddam û şahê Îranê bûn qurbanê polîtîkayên xwe yên li hemberî kurdan û ji xwe her kes bi aqûbeta Kenan Evren dizane. Taliya talî dê gelê kurd bigihêje armanca xwe.” Bozyel anî ziman ku li hemberî êrîşan ew vekişîna pêşmergeyan rast nabînin û wiha got: “Divê di pêvajoyên wisa dîrokî de gelê kurd bi hevdu re tev bigerin.”