Xwestin OHAL 3 meh din dirêj bibe 2017-10-16 16:27:27 ENQERE – Civîna MGK’ê ya ji bo dirêjkirina OHAL'ê bi dawî bû. Di civînê de hat xwestin ku 3 meh din OHAL bê dirêjkirin.  Civîna Lijneya Ewlekariya Netewî (MGK) a dibin serokatiya Serokê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Serokomar kom bû bi dawî bû.  MGK’ê di civînê de xwest OHAL heta 3 mehên din bi hinceta operasyona Îdlîb û şerê li Kerkûkê bê dirêjkirin.    Civîna MGK’ê saetek û 40 deqeyan berdewam kir. Piştî MGK’ê dê Lijneya Wezîran a dibin serokatiya Erdogan de kom bibe.