Yildirim: Ew ne qeyûm in xortomcî ne 2017-10-16 09:12:25 AMED – Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim destnîşan kir ku bi bûyera Mûglayê re “Tirkiye bûye komara îşkenceyan” û got: “Kesên li Mûglayê bi saxî desteser kirin, bi fetisandinê hatine kuştin.” Yildirim li ser pêkanînên qeyûman jî wiha got: “Êdî navê van ne qeyûm e navê wan xortomcî ne”  Serokwekîlê Koma HDP’ê û Parlamenterê Mûşê Ahmet Yildirim beşdarî bernameya heftane ya Rojev a Stêrk TV bû û der barê geşedanên dawî yên li Kurdistan û Tirkiyê diqewimin de nirxandinên girîng kir.    Yildirim wêneyên îşkenceya tazî ya li Muglayê wek “sûcê li dijî mirovahiyê” nirxand û got: “Ev îşkence bi tu awayî nayê qebûlkirin. Li Muglayê pevçûn ne qewimiye. Şer an jî pevçûn ne mijara gotinê ye. Li gorî heya niha agahiyên hatine ber destên me 5 kes hatine înfazkirin. Nasnameya welatiyên li wan îşkence hatiye kirin çi dibe bila bibe sûcê li dijî rûmeta mirovahiyê li hember wan pêk hatiye.”    ‘ÊDÎ EV KOMAR BÛYE KOMARA ÎŞKENCEYAN’    Yildirim bal kişand ser kesên li Muglayê jiyana xwe ji dest dane û wiha dewam kir: “Li gorî agahiyên gihiştine ber destên me, ev kesên jiyana xwe ji dest dane bi saxî hatine desteserkirin û bi fetisandinê hatine kuştin.  Çi dibe bila bibe divê ku raporên otopsiyê bidin malbatên an jî parêzeran wan. Lê heta niha raporên otopsiyê nehatine dayîn. Edî ev komar bûye komara îşkenceyan û sûcên li dijî mirovahiyê.”    Yildirim da zanîn ku îşkenceya li Mûglayê berdewama Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Şapatan, Talê û Mişrif e û wiha got: “Hişmendiya li Şapatan û Talê çibû hişmendiya bûyera li Mûglayê jî heman tişt e. Dewlet û desthilatdariya siyasî jî van kiryaran diparêz e. Êdî ev konseptek e. Kes nikare bêje ev konseptek zagonî û hiqûqî ye. Ev konsepteke dîktatoriyal e. Êdî mirov dikare bêje ev hikumet bûye makîneya sûcan.”   ‘HETA ERDOGAN TÊK NEÇE DÊ OHAL BIDOM E’    Yildirim li ser biryara dirêjkirina OHAL’ê rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku Erdogan di vî welatî de desthilatdar be dê bi salan OHAL dewam bike. Heta ev li ser karbin û OHAL bidome dê kiryarên mîna Şapatan û Mûglayê bibin kiryarên rojane. Êdî berdewamkirina OHAL’ê di destê gelê me de ye. Dê bidawîkirina OHAL’ê ne bi destê AKP’ê be wê bi destê gel be. Ji bo ku desthilatdariya xwe dikaribin birêve bibin OHAL’ê didomînin. Dixwazin welat bi OHAL’ê birêve bibin. Heta gel Erdogan têk nebe dê OHAL bidome.”     ‘BERPIRSYAR AKP E YE’    Yildirim Tîma Ewlehiya Cemaweriyê (KGT) jî nirxand û ev şîrove kir: “Em van kiryarên KGT’ê ji JÎTEM’ê dizanin. Xwediyê van kirinên 2-3 salên dawî de diyar e. Xwediyê wê AKP û rejîma Erdogan e. Ew bixwe van polîtîkayan diparêz in. Kî li hember rejîma Erdogan derbikeve, faşîzma xwe li ser van aliyan tesîs kirin e. Ji vê saetê şûn ve çi bûyer bê serê endamê SGDF’ê Denîz Bahçecî û kîjan welatiyê Tirkiyê dibe bila bibe berpirsyarên wê desthilatdariya AKP’ê ye. Ev bi destê desthilatdariya siyasî tên birêvebirin.”     ‘NE QEYÛM IN XORTOMCÎ NE’     Yildirim bal kişand ser pêkanînên qeyûman û ev tişt got: “Tevahî nirxên gelên Kurdistanê bûne hedefa qeyûman. Hilweşandina nirxên kurdan bi abîdeya Roboskî dest pê kir. Dixwazin hest, raman û berhemên gelê kurd ji holê rabikin. Di şexsê van nirxan de çand, huner, nivîskar û akademîsyenên gelê kurd hedef tê girtin. Dîrok, wêje û erdnîgariya gelê kurd kirine hedef. Hevşaredar û bûtçeyên şaredariyên me mîna xanîmetan dibînin. Çi ji destê wan tê diziyê dikin. Dema qeyûm hatin tayînkirin şaredarî deynên wan tune bûn. Lê niha heta qirika xwe ketine nav deynan û xebatên li ber çav jî tune ne. Êdî navê van ne qeyûm e navê wan xortomcî ne. Ji ber ku hemû şaredariyan wek xanîmetê dibînin. Ev qeyûm dizanin di nava salek û nîvê de çawa hatine dê wisa jî biçin. Ew ne vîna gelê kurd in. Wê gelê kurd sîleyek mezin li qeyûman bixe. Lê hesabê xwe ku heta biçin diziyê dikin.”    ‘DADGEH KETIYE ŞOQA LI HEMBER DEMÎRTAŞ’    Yildirim li ser girîngiya pêvajoya darizandina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî rawestiya û wiha axivî: “Yên ku nikaribin biryara xwe biparêzin wisa rezîl û riswa dibin. Hem doz vedikin, hem hepis dikin û hem jî nikarin wan dosyeyên dozê bimeşînin. Niha heyeta dadgehkirina Brêz Demîrtaş ketine nav gerînekekê û nikarin xwe ji wir xelas bikin. Wê demê ev kes dê çawa Brêz Demîrtaş derbixin pêşberî dadgehê? Heyeta dadgehê ketiye nav şoqa dê çawa li hember parastina Demîrtaş biryara xwe bide. Brêz Demîrtaş dibêje ‘Ez ji dadgehên we natirsim. Nêrîn û ramanên min azad in. Ez dikarim xwe biparêz im, lê hûn jî dikarin min bidarizînin?’ Êrîşkarên cenazeyên dayika Xatûn piştî çend rojan tên berdan, lê Brêz Demîrtaş piştî 400 rojan derdixin pêşberî dadgehê. Ev mînak jî dide nîşandan ku dozger û dadger ne serbixwe ne. Daraz bi tevahiya hucreyên xwe girêdayî Qesra Erdogan e.”    ‘WÊ GEL RABIN SER PIYAN’    Yildirim di dawiya nirxandina xwe de bal kişand ser operasyona li dijî Idlibê û planên ihtimala destwerdana li dijî Efrînê û got: “Tirkiye tu encamê ji Idlibê dernaxe. Heke Tirkiye êrîşî Efrînê bike wê gelên Tirkiyê û çar parçeyên Kurdistanê rabin ser piya. Muhtemela êrîşek li dijî Efrînê wê gelê kurd bike yek.”    MA / Bîlal Guldem