Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Silêmaniyeyê hevdîtinên xwe didomîne 2024-07-28 15:50:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Silêmaniyeyê çendek hevdîtin kir. Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz anî ziman ku di serdanan de pirsgirêka kurd û çareseriyên hevpar ên her çar parçeyan nirxandine.    Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hevdîtinên xwe yên li Herêma Federe ya Kurdistanê didomînin. Şandeya ku Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal, Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz û parlamentera berê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî di nav de, îro li bajarê Silêmaniyeyê çûn serdana çalakvana siyasî Nermîn Osman.    Di hevdîtinê de li ser geşedanên li başûr û bakurê Kurdistanê hatin nirxandin. Di heman demê de qala girîngiya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin.    WALIYÊ SILÊMANIYEYÊ ZIYARET KIRIN   Şande piştre jî çû serdana Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir. Di hevdîtinê de hat gotin ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin, hewceye bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin.    EBÛBEKIR: HEVDÎTINÊN WIHA  TÊGEHIŞTINÊ PÊŞ DIXE    Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir piştre derheqê serdanê de daxuyanî da û wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan derfetên baş ên kurdan hene. Hevdîtinên bi vî rengî zêdetir têgihiştinê çêdike ku em ê çi bikin û hewl bidin ku zindanan bi kesên têkoşer û xebatkar tijî nebin. Li şûna wê ji bo destpêkirina aştiyê û bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin.”   ‘PIRSGIRÊK Û ÇARESERIYÊN HEVPAR HATIN NÎQAŞKIRIN’   Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz jî anî ziman ku ji 25’ê tîrmehê ve li Başûr in û serdanên dîplomatîk pêk anîne. Kaçmaz, diyar kir ku di serdanên li Silêmaniyeyê de wan qala pirsgirêkên her çar parçeyên Kurdistanê kirine û çareseriyên hevpar nîqaş kirine. Kaçmaz, destnîşan kir ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk bên çareserkirin û ji bo vê jî divê ji ewil bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin.    Hat zanîn ku dê serdanên şandeyê yên li Silêmaniyeyê yên bi aliyên siyasî û kesayetên serbixwe re bidomin.