Îdiaya ‘Kobayê’ di rojeva Meclisê de ye 2024-07-09 16:32:28   ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê yên îdiayên ku gelê Amedê weke “kobay” hatiye bikaranîn birin rojeva Meclisê xwestin ku îdia bên lêkolînkirin.    Endamê Hîndekariya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Cenap Ekîncî îdia kir ku di sala 2020’an di dema vîrûsa koronayê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê li ser hinek nexweşan “Rêbaza Tedawiya Tîroşkê ya Tirk (TurkishBeam)” hatiye ceribandin û ji ber vê rêbazê hinek nexweşan jiyana xwe ji dest dane û xelkê Amedê weke “Kobay” hatiye bikaranîn.   Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê, Serhat Eren, Berdan Ozturk, Ceylan Akça Cupolo, Cengîz Çandar, Halîde Turkoglû, Mehmet Kamaç, Adalet Kaya û Sevilay Çelenk têkildarî vê mijarê pêşniyazpirsa lêkolînê pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir.    Di pêşniyazpirsê de parlamenteran cih dan îdiayên Endamê Hîndekariya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Cenap Ekîncî.    PIRSÊN HATIN PIRSÎN    Li aliyê din parlamenterên DEM Partiyê bi daxwaza ku Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglû bi bersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclisê kirin.    Pirsên ku bi daxwaza Wezîr Memîşoglû bibersivîne hatin pêşkeşkirin wiha ne:    “ *Prof. Dr. Cenap Ekîncî li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal a X’yê hin îdiayên tirsnak parvekiribûn, wezareta we derbarê wan de lêpirsînek daye destpêkirin? An jî dê bide dest pê kirin?    * Rast e ku balafira taybet a di 27'ê Hezîrana 2020'an de hate Balafirgeha Amedê û kesên di balafirê de bûn birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê? Ev kesên di balafirê de kî ne û armanca wan çi ye?    * Weke ku tê îdiakirin rola Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr C.T. û serbijîjk E.B. ya di vê pêvajoyê de çi ye? Van kesan ew cihazê tedawiyê li ser çend nexweşan ceribandine? Nexweşên ku rêbaza Tedawiya Tîroşkê ya Tirk li ser wan hatiye pêkanîn kî ne û niha çend ji wan dijîn?   * Rastiya zanistî ya cihazê bi navê ‘Tîroşkên tirk’ çi ye? Delîleke zanistî heye ku ev amûr bê derman dikare vîrûsa Covîd-19 di nava xwînê de tedawî bike?   * Li kîjan nexweşxaneyên din ên Amed û Tirkiyeyê ev rêbaza tedawiyê hatiye bikaranîn an jî ji bo bikaranînê hatiye pêşniyarkirin? Hejmara nexweşxaneyên ku nexwestin vê rêbaza tedawiyê bi cih bînin çend in?   * Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê di 27’ê Hezîrana 2020’an û piştî wê 3 rojan çend kesan ji ber nexweşiya Kovîd 19’ê jiyana xwe ji dest dan? Ji van kesan çend kes bi “Tîroşka Tirk” hatine tedawîkirin?   * Ji bo ku ev îdiayên tirsnak bên ronîkirin û rayagiştî bê agahdarkirin dê çend gav bên avêtin?   * Kesê bi navê M.S. ku tê îdiakirin serokê heyeta ji bo tedawiya bi navê “Tîroşka Tirk” hatiye Amedê ye kî ye? Têkiliya vî kesî an jî xizmaniya vî bi Wezareta Tenduristiyê re heye?   * Hûn ê li dijî kesên ku amûreke ne zanistî test dikin, pêvajoyên ezmûnî û qonaxan derbas nekirine û li ser nexweşan bi awayekî qanûnî nehatine erêkirin lêpirsîneke îdarî bidin destpêkirin?   * Derbarê kesên ku bûne sedema nexweş jiyana xwe ji dest bidin û tedawiya bê destûr pêkanîne de dê tu hewldanên we çêbibin?   * Hûn ê nasnameya nexweşê mêr ê 46 salî ku hat ragihandin bi vê rêbaza tedawîkirinê baş bûye, ku di meha Hezîranê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin, aşkere bikin?”