Bahçeliyê nedikariya xwe li ser pêyan bigire êrişî Baroya Amedê kir 2024-06-25 12:26:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku di civîna koma partiya xwe ya meclisê de nekarî xwe ji pê ve bigire û rûniştî axivî, êrişî Baroya Amedê kir.    Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî 15 deqeyan dereng tev li civîna koma partiya xwe ya li Meclisê bû. Bahçelî ku nedikariya xwe li ser pêyan bigire û axaftina xwe rûniştî kir, Baroya Amedê ya ku derheqê kesên parvekirinên nîjadperest kiribûn de serlêdana sûc kiribû, hedef girt.    Bahçelî, serlêdana sûc a Baroya Amedê derheqê faşîstên heqaret li kurdên jiyana xwe ji dest dayîn kirî de bi bîr xist û îdiaya “çi tirk û hemwelatiyên tirk xeletiyeke wiha nakin” kir. Bahçelî, Baroya Amedê bi îdiaya “Baroya Amedê bi daxuyaniya xwe nîşan daye bê ka dixwaze kîjan hedefê zindî bihêle.” hedef girt.