Li Colemêrgê kolan bi kolan gel vexwendin mitîngê 2024-06-11 20:53:50   COLEMÊRG – DBP, TJA û DEM Partiyê li dijî darbeya li vîna gelê Colemêrgê hatiye kirin, kolan bi kolan geriyan û welatî vexwendin mitîngê.   Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê dê li dijî polîtîkayên qeyûm di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê bi tevlibûna hezaran mitîngekê li dar bixe. Rêxistina DEM Partiyê ku bi hevkariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ev du roj in di nava kolanên Colemêrgê digerin, welatiyan vedixwînin mitîngê. Di çarçoveya banga mitîngê de li taxên Pehlîvan, Keklîkpinar, Kiran, Bîçer, Berçelan, Tekser, Gazî, Merzan, Taxa Nû, Baglar, Karşiyaka, Sumbul, Medrese û Bûlakê belavok hatin belavkirin û gel jî eleqeyeke mezin nîşanî şandeyê da. Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê û parlementerê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak, parlementerê Agiriyê Heval Bozdag, rêveberên DBP’ê, aktivîstên TJA’yê û gelek kes tev li xebatê bûn.   HEMÛ GELÊN TIRKIYEYÊ VEXWEND MITÎNGÊ   Şandeyê bi wesayîta anonsê di nava kolanên taxan de geriyan û ji 7 salî heta 70 saliyan eleqeyeke mezin nîşan da. Li hember Çiyayê Simbil parlementerê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag daxuyaniyek biçûk da û got ku bi avêtina qeyûm vîna gelê Colemêrgê hatiye desteserkirin. Bozdag, ev hewldane weke darbeyê pênase kir û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Dixwazin vîna gelê Colemêrgê bi qeyûman xesp bikin. Hemû gelên Tirkiyeyê û bi taybetî jî gelê kurd li dijî polîtîkayên qeyûm li cem gelê Colemêrgê ne. Em ê tekoşîna xwe bimeşînin û mezintir bikin. Lewma em ê di 13’ê mehê de mitîngekê li dar bixin û bi dengeke bilind ji qeyûm ra bêjin na. Em hemû kedkar, karker û gelên Tirkiyeyê vedixwînin Colemêrgê.”   Di dema belavkirina belavokan de girseyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemergê” û “Direne direne kazanacağız” berz kirin.