Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye 2024-06-10 20:37:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê CHP'ê Denîz Yucel diyar kir ku AKP'ê şaredariyên ku bi demokrasiyê nekarî bi dest bixe bi qeyûman desteser dike û got: “Tiştên ku tên kirin dibe ku li gorî qanûnê be, lê kîjan qanûnê ye? Ji bo qanûna darbeyê ye."   Meclisa CHP'ê bi mijarên serdana Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan a CHP'ê, salnameya mîtîngan, hilbijartinên Serokatiya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê, nûkirina hilbijartinên şaredariyan û destserkirina Şaredariya Colemêrgê li hev civiya.   Piştî civînê Berdevkê Partiyê Denîz Yucel daxuyanî da. Yucel li ser desteserkirina Şaredariya Colemêrgê got ku ev pêkanîn li dijî destûra bingehîn û demokrasiyê ye. Yucel da zanîn ku encamên hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê peyamên gelekî girîng dane AKP'ê û got: "Lê dîsa jî em dibînin ku ji bo van peyaman fêm nekin li ber xwe didin. Hefteya borî em li Colemêrgê bûn. Vîna gelê Colemêrgê hat desteserkirin. Tiştên ku tê kirin dibe ku qanûnî be, lê kîjan qanûn? Ji bo qanûna derbeyê ye. Qanûna kîjan serdemê? Li gorî qanûna rewşa awarte.”   Yucel anî ziman ku ger tu astengî li ber namzetiyê tune be, çima piştî 2 mehan ji hilbijartina wî li şûna qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin û got: "Em li vir diyar dikin: Tayînkirina qeyûman û pêkanînên qeyûman projeya AKP'ê ya desteserkirina şaredariyan e. Werin em bi lihevkirina hemû partiyên ku di TBMM'êê de cih digirin xala 45’an a Qanûna Şaredariyê ya ku berhema serdema derbeyê ye biguherînin û dawî li pêkanînên qeyûman ên dijdemokratîk bînin. Desteserkirina vîna gel ne qanûnî ye û berhema serdema derbeyê ye."