DÎB’ê bang li muxalefetê kir: Em li dijî şer helweseteke zelal nîşan bidin 2024-06-03 11:18:40 STENBOL - DÎB destnîşan kir ku desthilat amadehiya şer dike û da zanîn ku piştgirîdayîna bi navê “berjewendiyên neteweyî” a muxalefetê rewşa karesatê girantir dike û bang li kumxalefetê kir ku helwestekî zelal nîşan bide.    Ji bo Demokrasiyê Yekitî (DÎB) têkildarî amadekariyên şer ên desthilatê û encamên li gorî vê yekê dê derbikevin pêş hem ji bo muxalefetê hem jî ji bo hêzên demokrasiyê daxuyaniya bi navê “Qesr ji bo hebûna xwe bidomîne hewl dide welat bavêje nava agir” weşand.    Di daxuyaniya hatiye parvekirin de hat gotin ku desthilat di hilbijartinên 31’ê Adarê de têkçûnekî giran jiyan kir û da zanîn ku desthilat xizanan bêhtir xizan kiriye, dest ji “bernameya Şîmşek” bernedaye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku çend tişt mane destê desthilatê ku bi kar bÎne û wiha hat gotin: “Ev tişt bi “Rêziknameya Seferberî û Şer” rayeya  şer dana Serokkomar, pêşniyarkanûna “Sîxurtiya Bandorkirinê”, qedexekirina axaftinên leşkerên berê, Weqfa Xurtkirina Teşkîlata Karên Derve ne.    BÊÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD   Di nivîsa bangwaziyê de ev tişt hatin gotin: “Anku her tişt pir zelalî di holê de ye. Li gel qareqara şer a medya alîgir neçareserkirina pirsgirêka kurd, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê wekî gef nîşandan ji bo domandina rejîma talankar a qesrê alava herî baş a şer e. Bi vî awayî armanc dike ku muxalefetê bêbandor bihêle, li gel negire cem xwe jî wekî ku bêyî liv û tevger bike, welat bi qedexe û zextan bigetisîne, nerazîbûnên civakê tune bike û teşe bide aboriyê.”    HELWESTA MUXALEFETÊ HATE REXNEKIRIN   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin piştgirîdayîna muxalefeta mezin a bi navê “berjewendiyên neteweyî” asta karesatê girintir dike û ev pirs hate pirsîn, “Kîjan berjewendiyên neteweyî?” Di daxuyaniyê de encamên polîkayên şaş ên desthilatê ên bi navê “berjewendiyên neteweyî” hatin rêzkirin û wiha hat gotin: “Ev sicîl (desthilat) wekî rojê di holê de ye. Piştgiriya di bin navê “berjewendiyên neteweyî” tê dayîn, bêbiryarî, xemsarî nêzîk bûn hem muxalefetê hem jî ji bo ji welat hatiye astekî metirsyar.”    GEFA ŞER   Di nivîsa dibêje “Em li dijî şer jiyanê dipêrêzin” de wiha hat gotin: “Xaza xwezayî, petrol, çavkaniyên maden û enerjiyê, riyên veguhestinê û pêşbirka pervekirinê ya hêzên mêtinger, hevrikiya di navbera hêzên kapîtalîst, pîşesaziya şer û bazirganiya van hêzan û gelek sedemên din cîhan û taybetî jî herêma me xistiye bin gefa şer.   PEYWIRA JIYANÎ Û MIROVÎ   Dema em gavên rejîma qesrê ya ku dixwaze bibe perçeyekî van polîtîkayên mêtinger û naxwaze pirsgirêka kurd çareser bike didin ber çavan, peywira hemberderketina şer a herî jiyanî û mirovî derdikeve pêşberî me. Dîrok û jiyan nîşanî me dide ku divê em hember çi derbikevin û di kîjan mijarê de nekevin nav gumanan.    BANGA MUXALEFETÊ   Em wek Yekitiya ji bo Demokrasiyê bang li hemû muxalefetê dikin ku di bin navê kîşan hincetê de be bila bibe, bila li hember polîtîkayên mirin, hilweşîn, xizanî, koçberî û ji bilî şer tiştekî naîne hişyar be, bila gavên desthilatê baş binirxîne û li dijî vê yekê helwestekî zelal nîşan bide.”