Li Periyê hilbijêr çi difikirin? 2024-05-27 09:04:38 DÊRSIM - Hilbijêran diyar kirin ku di dema qeyûm de li bajarokê Periyê tu xizmet ji wan re nehate kirin û destnîşan kirin ku li dijî desteserkirina vînê dê li ser sindoqan bin û dê dengê xwe ji bo xizmetê ve bikar bînin.  Li bajaroka Periyê ya girêdayî navçeya Mazgêrt a Dêrsimê hilbijêr ji bo rêveberiya şaredariyê dîsa hilbijêrên dê di 2’yê hezîranê de biçin ser sindoqan. Şaredariya Periyê du serdem bûn ji aliyê qeyûm ve dihate rêveberin. Di hilbijartinên 31 Adarê de namzetê CHP’ê bi 4 dengan bi ser ket. Li ser îtîraza AKP’ê biryara nûkirina hilbijartinê hate dayîn. Tê payîn ku hilbijartinên di 2’yê Hezîranê de bên nûkirin dê di navbera CHP’ê û “Tifaqa Dêrsimê” ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de ye de derbas bibe. DEM Partî û pêkhateyên wê demekî dirêj e li bajarokî xebatê didin meşandin. Em li taxên Sorek û Paxnik ên girêdayî Periyê ku beriya niha gund bûn têkildarî hilbijartinê bi şêniyên taxê re axivîn.    HILBIJÊR LI BENDA XIZMETÊ NE   Bînnaz Yildirim a li Stenbolê dijî û ji ber hilbijartinê dengê xwe bikarbîne beriya demekê hate navnîşana xwe ya li Paxnikê bi gotinên: “Dema yek mir, cihekî me yê ji bo şînê jî nîne. Qet nebe divê servîsek hebûya lê ew jî nîne” bertek nîşanî serdema qeyûm da. Yildirim, anî ziman ku ji rêveberiya nû bendewariya wan a servîsê heye û wiha got: “Em dixwazin mirovên me serbikevin. Çima yekî din were me bi rê ve bibe? Min got dengek jî dengeke û zû hatim.”   Şêniyeke din a Paxnikê Tûrcer Karateke, anî ziman ku diçe navenda Dêrsimê û tê û bi awayê aborî zehmetiyê dikişîne û bi lêv kir ku di dema qeyûm de tu xizmet newergirti ne. Karateke, axaftina xwe wiha domand: “Tenê carna ji bo arizayên ceyranê tên û diçin. Lê şaredarên ku em hilbijêrin dê baştir bibin. Divê kesê me bi vîna xwe hilbijartî be. Kesê tê hilbijartin ji kîjan partiyê be bila bibe divê ji gel re xizmetê bike. Pirsgirêka me ya herî mezin veguhestine lê mala me ya gund nîne. Kî xizmetê bike ez ê dengê xwe bidim wan.”   BERTEK NÎŞANÎ SERDEMA QEYÛM DAN   Îlbiye Sezgîn, anî ziman ku di dema qeyûm de ji wan re xizmet nehatiye kirin û got: “Servîsa ku tê gundê me nîne. Milet dixwaze biçe Dêrsimê lê wesayît tune ye. Heta ku tu diçî wir û tê heqê te yê rêyê ji hezar lîreyî derbas dibe. Wesayît ji ber girikan xerab dibin. Kes zûbizû naxwaze bi wesayîtê were vir. 2 serdeman qeyûm tayînî şaredariya vir hate kirin. Ji roja qeyûm tayînî vir hate kirin ve tu xizmet nehatiye kirin.”   Sezgîn, vegot ku bi gotina “dravdayîn nîne” daxwazên wan nehatine bicihanîn û ev pirs kir: “Ji AKP’ê hin namzetên din derxînin pêşberî me. Gelo hûn nikarin bi qeyûm vê bikin, hûn ê weke AKP çawa xizmetê bikin?” Sezgîn, da zanîn ku ji ber derfetên kar nînin ciwan diçin derveyî welat û wiha domand: “Li Dêrsimê ciwan neman. Em ji bo ciwanên xwe derfetên kar dixwazin. Yên dixwînin jî naxwînin jî bêkar in. Bila kesên em bi vîna xwe hildibijêrin bila vir bi rê ve bibin.” Sezgîn got ku tercîha wî DEM Partî ye.    Yek ji şêniyên taxa Sorekê Mûstafa Bûlak jî ji rêyên xerab gazin kirin û wiha got: “Hûn rewşa rêyên me dibînin. Di mehên havînê de avên me tên birîn. Ne gelek dûr, piştî mehekê dê avên me qût bibin. Piştî ku qeyûm hat li vir tiştek nekirin.” Bûlak, anî ziman ku namzetên DEM Partiyê beriya niha jî nas dikirin û ev tişt gotin: “Em dizanin ku dê bikarin bikin. Qeyûm 5 sal in vir bi rê ve dibe, di vê pêvajoyê de xizmetek jî nekir.”   Bûlak, bi lêv kir ku pergala hevşaredariyê jî qebûl dikin û got: “Gelekî baş e ku hem jin hem jî mêr bi hişekî hevpar gel bi rê ve bibin.”   Kadriye Topal jî wiha axivî: “Em ewilî vîna xwe deynin holê, pişt re em ê xizmetê bixwazin. Ji bo ku em bikin hevalên xwe yên di hundir de derkevin em ê dengê xwe bidin.”   MA / Şîlan Çîl