Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin 2024-02-29 12:19:07   DÊRSIM - Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak ên diyar kirin ku dê li Dêrsimê li dijî polîtîkayên bişaftin û bêesilkirina çandî xebatên xwe bimeşînin, wiha gotin: “Li dijî manîpulasyona ‘Tunceliyê’ em ê Dêrsimê li qodên wê yên berê vegerînin.”   Li Dêrsima yek ji bajarên ku polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên desthilata AKP’ê û MHP’ê yên li dijî elewiyan herî zêde tê hîskirin, welatî wê di 31’ê Adarê de bi bîrdariya komkujiya di 4’ê Gulana 1937'an de bi biryara hikûmeta CHP'ê ya demê bi biryara “Tevgera Tenkîl a Tûnceliyê” daye destpêkirin û di sala 1938’an de bi îmhayê berdewam kir biçin ser sindoqan. Di salên 1937 û 1938’an de di encama êrişên qirkirinê yên li dijî gelê Dêrsimê bi deh hezaran mirova hatin qetilkirin, bi deh hezaran jî bi darê zorê hatin sirgunkirin. Li Dêrsîmê ku weke "welatê Elewiyan" tê binavkirin, hikûmet ev demeke dirêj e ji bo afirandina "Elewiyên" xwe di nava hewldanan de ye. Di hilbijartinên ku di 28’ê çileyê de li Malacemê ya ku navenda bajêr yek bi tenê ye bi bêûsûliyan derket pêş, Alî Haydar Kûrt ê bi nêzîkbûna xwe ya li AKP’ê tê naskirin, bi yek deng ferqê weke serok hat hilbijartin.   ROJEVA GEL TALANA EKOLOJÎK E   Li aliyê din, Dêrsîm a ku hevsengiya wê ya xwezayê û ekolojîk bûye navenda polîtîkayên rantê yên hikûmetê zêdetirî 140 projeyên madenê lê hene, piştî karesata li Licik a Erzînganê di xetereyê de ye. Gelê Dêrsimê ku ji ber îhtîmala tehdîda siyanûrê ya bi Çemê Mûnzûrê re tevlihev bibe bi fikar in, li bendê ne ku şaredariya ku piştî hilbijartinan wê were ser rêveberiyê di vî alî de tedbîran bigire.   ‘EM Ê DÊRSIMÊ BI GEL RE RAKIN SER PIYAN’    Namzetên Hevşaredariyê yên Dêrsîmê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bîrsen Orhan û Cevdet Konak ku bi îdîaya ji pirsgirêkên binyadî yên bajêr re “çareserî” amadekariyên hilbijartinê dikin, xebatên xwe bi dirûşma “Em ê bi gelê Dêrsîmê re, Dêrsimê ji nû ve ava bikin” xebatên xwe berdewam dikin.   Li gorî Bîrsen Orhan a ku dibêje “Dêrsim di nava çar çiyayan de ye lê din ava derdan de ye” çareseriya pirsgirêkên bajêr wê bi xebateke bernameyî ya bi feraseta DEM Partiyê ya rêveberiya herêmî pêk were. Orhan, wiha got: “Pratîkên partiya me yên serdema borî hene. Bernameyeke me ya partiyê ya têgihiştineke ku dikare van pirsgirêkan derbas bike heye û em ê wan bi ser bixînin.”   ‘LI DIJÎ MANÛPULASYONA TÛNCELIYÊ DÊRSIM’    Orhan da zanîn ku pirsgirêkên Dêrsimê ne tenê pirsgirêkên “binesazî û sererd in” û bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên bişaftin û bêesilkirina çandî ya li ser Dêrsimê. Orhan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li kolanên Dêrsimê tiryak tê firotin. Mirovan dikin sîxur. Niha ev çi tişt in? Profîleke ku pergal dixwaze ava bike heye. Derdekî me heye ku li dijî manîpulasyona ‘Tunceliyê’ em Dêrsimê li qodên wê yên berê vegerînin. Em ê bi bîr û baweriya kûr, çanda qedîm û nasnameyên pirjimar van pirsgirêkan bi ser bixînin.”   Orhan, anî ziman ku bi feraseta şaredarvaniyê ya li bajêr a DEM Partiyê armanc dikin ku Dêrsimê vegerînin qodên wê yên çandî û destnîşan kir ku ew li dijî texrîbata ji ber polîtîkayên şerê taybet têbikoşin.   ‘EM NAXWAZIN STRANÊN XERIBIYÊ BÊJIN’    Orhan, anî ziman ku li gorî Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) bi hezaran dersimiyên ku piraniya wan ciwan in koçî Ewropayê kirine û wiha lê zêde kir: “Şert û mercên aboriyê faktoreke bi bandor e, lê belê ciwanên me weke planeke taybet a polîtîkayên şerê taybet koçî Ewropayê tên kirin. Em naxwazin mirovên me dostên me yên li sirgunê di nava darbestê de werin. Em dixwazin dema ew dijîn li Dêrsimê bin. Gotineke Yilmaz Guney heye: Em naxwazin stranên xeribiyê bêjin.”   ‘EM TÊN KU VÎNA XWE PAŞ VE BIGIRIN’    Orhan, bi bîr xist ku siyaseta qeyûm a li ser siyaseta demokratîk a kurd li Dêrsimê tê pêkanîn û wiha pê de çû: “Em tên ku vîna me ya hatiye xespkirin paş ve bigirin. Em dizanin ku barê me giran e. Êrişeke li dijî destkeftiyên kurdan, elewiyan, jinan, ciwanan heye. Îro li Dêrsimê li navendên me yên baweriyê hewl tê dayîn elewitiya pergalê were vegotini. Dixwazin vê ferasetê li van deran bi cih bikin. Em ê di qadên çandî de girîngiyê bidin karên bikevin ser milê şaredariyê. Em ê malê piştgiriya perwerdehiyê vekin. Em ê pêşengtiyê bidin xebatên ziman.”   ‘ŞAREDARVANIYA JINÊ DÊ BIKEVE MERIYETÊ’    Orhan, destnîşan kir ku “şaredarvaniya jinê” xeta mor a DEM Partiyê ye. Orhan, destnîşan kir ku qeyûm bi girtina saziyên jinan, meclisên jinan ên li şaredariyan hedef dikin ku “jin maqûl” biafirînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin bi pergaleke weke hevserokatiyê vîna jinê di rêveberiyên herêmî de deynin holê. Em felsefeya Jin jiyan azadî, weke xelasiya xweza û mirovahiyê dibînin. Dêrsim bajarekî jinan e. Ez dixwazim diyar bikim ku em ê vê pergalê bi awayekî herî baş li Dêrsimê ava bikin, em ê bi vîna jinê demokrasiya herêmî vehûnin û dest ji vê pergalê bernedin.”   ERDNÎGARIYA KOMKUJIYAN Û SIRGUNAN    Cevdet Konak ku dîroka erdnîgariya Dêrsimê bi bûyerên komkujiyê yên sala 1938’an re vegot, işaret bi Çemê Mûnzûrê kir, ku li kêleka bajêr e û wiha domand: “Li aliyê te yê çepê 5 kîlometre dûr zinar hene. Tê gotin ku bi sedan zarok, kal û pîr û jin ji zinaran hatin avêtin û li wir hatin qetilkirin û ji ber vê yekê ava Mûnzûrê bi xwînê herikî ye. Dema em li sedsala Komarê dinêrin, di sala 1921’an de li Koskiyê di sala 1926’an de li Xozatê zilmek hatiye kirin. Mirov ji gundê xwe, erdnîgariya xwe hatine dûrxistin û şandine sirgunê. Tu li sala 1934’an û piştî wê dinêrî, êrişeke li dijî dîrok, çand û zimanê gelê Dêrsimê dibînin. Di sala 1938’an de li vê erdnîgariyê ji bo ziman, dîrok û bîra we tune bikin qirkirinek pêk hatiye. Zêdetirî 30 hezar mirov hatine qetilkirin û sirgûnkirin. Li sirgunê wiha gotine: ‘Hînî tirkî bibin, dest ji zimanê xwe berdin. Hûn êdî tirkên ku li herêmên cuda yên Anatoliyayê Marmarayê hatine bicihkirinin.’ Lê belê sîstemê her wiha dîtiye ku mirovên ku ji bo nasname û baweriya xwe ew zilm dîtine, dema di sala 1950’yan de li axa xwe vegeriyan, bi mezinkirina hevgirtinê re dîroka xwe parastine.”   ‘EM ZAROKÊN VAN ÊŞAN E’    Konakçi, bi bîr xist ku Dêrsim di pêvajoya pişt re ji Darbeya 12’ê Îlonê jî nesîbê xwe girt û got: “Ji sala 1984’an ve jî dêrsimiyan li dijî zilmê serî rakirine. Di sala 1994’an de bi deh hezaran mirov hatine sirgunkirin, bi hezaran avêtine zindanan. Tevî vê yekê jî erdnîgariya xwe neterikandine. Em zarokên van êşan e. Em li cem bapîr û dapîrên xwe yên ev êş vegotin mezin bûn. Ji wan re soza me heye; em ê zimand, çand, nasnameya Dêrsimê pêş ve bibin û xwedî li vê axa pîroz derkevin. Weke ku Seyîd Riza û hevrêyên wî got ‘Me nekarî ji lîstikên we re sereder bin em ji me re bû derd lê me li dijî we çok nedanî bila ev jî ji we re bibe derd’. Rêbera me ev gotina Seyîd Riza û hevrêyên wî ye. Dîroka Elîşer û Zerîfeyan ji me re hiştiye. Ji wan û ji hemû nirxên me yên li ser vê axê têdikoşin re deyn û berpirsyariyeke me ya mezin heye.”   ‘EM Ê DÎROKA BAJÊR BIHÊZ BIKIN’    Konak, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Plana me ya yekemîn bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk re li erdnîgariya Dêrsimê, dîrok, çand, ziman û bîra wê xurttir bikine. Heke zimanê gelekî tune bibe ew gel ji dîroka xwe vediqete.” Konak, anî ziman ku dê modeleke ku di rêveberiyên herêmî de tevkariyê û nûnertiyê esas digire bişopînin û got: “Em ê di 31’ê adarê de serbikevin. Li herêma Dêrsimê dê gelê me bibe xwedî gotin, em jî dê weke berdevkên gel peywîra xwe bi cih bînin.”   ‘EM Ê LI DIJÎ HILWEŞÎNA XWEZAYÊ HELWESTÊ BIGIRIN’    Konak, anî ziman ku erdnîgariya Dêrsimê bi temamî di bin dorpêçê de ye û bibîrxistina karesata madenê ya li Licikê, Konakê bal kişand se projeyên heman ên li Dêrsimê. Konak, diyar kir ku li bajêr ji yekê zêdetir Santralên Hîdroelektrîk (HES) hene û anî ziman ku projeyeke ku jinûve destpêkirine heye. Konak, da zanîn ku li aliyê din kalekol û qereqolên li çiyayên herêmê hatine çêkirin bi hezaran donim erd dagir kirine, daristan tên tunekirin û anî ziman ku her havînê bi hezaran donim erdî de şewatên daristanan çêdibin û li dijî erdnîgariyê êrişên bi plan û pergal hene.   Konak ê got ku “Yek ji peywîra bingehîn a rêveberiyên herêmî jî ew e ku li dijî vê hilweşîna li ser erdnîgariyê helwestê bigire ye” û ev tişt gotin: “Em ê bi gelê xwe re axa xwe û erdnîgariya xwe biparêzin. Emperyalîzm û hevkarên wan ên herêmî jî, ji bo berjewendiyên xwe yên demdirêj ên li ser erdnîgariya Dêrsimê misoger bikin, planan dikin ku koçberiyeke duyemîn bixin meriyetê û li vir hemû hevsengiyên ekolojîk bi awayekî cidî xera bikin. Di vê noxteyê de divê gelê Dêrsimê û dostên wan xebatên aktîftir bimeşînin.”   TIFAQA DÊRSIMÊ: REXNE HENE EM Ê LI QADÊ ÇARESER BIKIN!   Cevdet Konak “Tifaqa Dêrsimê” ku yek ji mijarên ku di pêvajoya hilbijartinên herêmî de gel mijûl kir, nirxand û girîngiya têkoşîna hevpar destnîşan kir. Konak axaftina xwe wiha domand: “Rastiya ku hemû hêzên şoreşger li dijî planên taybet ên desthilata AKP’ê û MHP’ê yên li ser Dersimê bi hev re tevgeriyan, hem ji aliyê gelê me hem jî ji aliyê tifaqa me ve hate qebûlkirin. Lê belê der barê pêkanînên SMF’ê yên di nava 5 salan de li Şaredariya Dêrsimê ku niha li ser rêveberiyê ye, nêrîn hene ku ji aliyê gelê me ve hatine nîqaşkirin. Bi awayekî vekirî tê nîqaşkirin ku şaredarî bi awayekî qismî pirsgirêk e. Ji pirsgirêkên bajêr biçekê dûr ketiye. Di vê wateyê de rêveberiya şaredariyê baweri bi xwe windakiriye. Em ê ji planên dostên xwe yên pêvajoya 5 salan a liv ir bêjin erê lê ji aliyê demokratîk ve jî em ê kêmasiyan nîqaş bikin, ji ber ku divê gelê me li vî bajarî rehet bijî. Di vî warî de bi awayekî qismî rexne ji bo tifaqa me tên, nîqaş tên kirin lê dema em ketin qadê em ê van çareser bikin. Dê bi Tifaqa Ked û Azadiyê re di 31’ê Adarê de bi awayekî xurt vîna gel derkeve holê.”   Namzetên hevşaredariyê yên peyamên xwe yên hilbijartinê ragihandin wiha gotin: “Dêrsim DEM e, DEM Dêrsim e. Ji bo ku em Dêrsimê jinûve ava bikin, em bi hev re bixebitin. Em bi hev re serbikevin! Serkeftin.”   NAMZETÊN HEVŞAREDARIYÊ YÊN DÊRSIMÊ    Cevdet Konak di sala 1961’an de li gundê Agzûnîk ê navçeya Xozat a Dêrsimê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li Xozatê xwendine û ji Fakulteya Pargîdaniyê ya Zanîngeha Anadolûyê ku di sala 1981’an de destpêkir mezûn bû. Konak ê li navçeya Xozatê 2 serdeman şaredarî kir di hilbijartinên parlamenteriyê yên 24’ê hezîrana 2018’an de ji Xarpêtê weke namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê hate nîşandan lê nehate hilbijartin.    Bîrsen Orhan a ji navçeya Pêrtag a Dêrsimê ye 15 sal in mamostetiyê dike. Orhan a di heman demê edîtoriya weşanxaneyekê didomîne, di sala 2013’an de bi Hevserokatiya HDP’ê ya Pêrtage dest bi siyaseta aktîf kir. Orhan di heman demê de endamtiya Lijneya Rêveberiya HDK’ê ya Pêrtagê, Berdevkiya HDK’ê ya Pêrtagê û di Rêxistina DBP’a Amedê de rêveberî jî kiriye.    MA / Firat Can Arslan