Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye 2024-02-20 09:46:30 AMED - Gulan Fatma Onkol û Adnan Orhan ên ji aliyê DEM Partiyê ve ji bo navçeya Sûrê ya dîrokî weke namzet hatin nîşandan, diyar kirin ku armanca wan a bingehîn ew e ku pêkanînên ku bîr û nasnameya bajêr hedef digirin ji holê rakin û ji bo kesên ji warê xwe çûne projeyan deynin holê.    Li Amedê di hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an de ji cihên encamên wan tên meraqkirin yek jê jî navçeya dîrokî Sûr e. Tê payin ku di vê hilbijartinê de jî encam neyên guherandin û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bibe partiya yekem.    3 CARAN QEYÛM HAT TAYINKIRIN   Ji bo Şaredariya Sûrê heta niha 3 caran qeyûm hatiye tayînkirin. Abdullah Demirbaşê ku ji Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hatibû hilbijartin, di sala 2007'an de ji ber projeya "şaredariya pirzimanî" hat girtin û ji wezîfeyê hat dûrxistin. Waliyê Amedê yê wê demê Efkan Ala, cîgirê xwe Ahmet Aydin wekî qeyûm tayînî şaredariyê kir.    Di hilbijartina 30’yê Adara 2014’an de namzetên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Fatma Şik Barût û Seyît Narîn bi ser ketin. Hevşaredar di 23’yê Tebaxa 2015’an de bi hinceta “rêveberiya xweser” hatin girtin. Di 11'ê Îlona 2016'an de cara duyemîn qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.   Di hilbijartinên 2019’an de namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr bi ser ketin. Lê di 21'ê Kanûna 2019'an de Qeymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî wekî qeyûm hat tayînkirin.   TEVNA DÎROKÎ YA BAJÊR HAT TEXRÎBKIRIN   Qeyûman tabelayên kurdî rakirin, mal û milkên şaredariyê firotin, navendên jin û zarokan girtin û avahiyên dîrokî yên kevn pêşkêşî sermayedaran kirin. Dema çavkaniyên şaredariyê pêşkêşî alîgiran hatin kirin, şaredarî di bin deynan de ma.   NAMZETÊN HEVŞAREDARIYÊ YÊN DEM PARTIYÊ   Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Gulan Fatma Onkol û Adnan Orhan ku tê payin dê bi ser bikevin, armanca wan ew e ku texrîbata heyî ji holê rakin. Namzetên hevşaredariyê dixwazin malbatên ku di dema qedexeyê de koçber bûne, cardin bînin Sûrê.    Ji namzetan Gulan Fatma Onkol 29 salî ye û astengdar e. Onkol ku protez di nigê wê de ye, ji gundê Çemê Elika yê Licê ye. Onkol ku ji Beşa Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Artûklûyê xelas kiriye, di sala 1990'î de ji ber ferzkirina cerdevantiyê tevî malabata xwe koçî Edeneyê kiriye. Onkol ku gundê wan gelek caran hatiye şewitandin, tevî hemû zextan jî di sala 2004'an de vegeriyaye warê xwe. Onkol ku di dema lîse û zanîngehê de di nava rêxistinên ciwanan de cih girtiye, piştî zanîngehê qedandiye li qadên wekî zarokan, koçberiyê, jinan û ekolojiyê xebitiye.    Namzetê din Adnan Orhan j, di sala 1982'an de li Pasûrê ji dayik bûye. Orhan Beşa Têkiliyên Navneteweyî qedandiye û ew jî bûye şahidên êş û azarên ku Onkolê rastî wan hatiye. Di sala 1994'an de gundê wan hatiye şewitandin û piştre bavê wî Selîm, apê wî Hasan û pismamê wî Cengîz Orhan di binçavan de hatine windakirin. Piştre xizmên Orhan di goreke komî de hatine dîtin.   Orhan ku di sala 1994'an de koçî Amedê kiriye, bi salan li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê wekî parêzvanê mafên mirovan xebitiye. Orhan piştî ku di sala 2019'an de qeyûm tayinî Şaredariya Sûrê hatiye kirin, dest ji xebatên xwe yên li vir berdaye û ji şaredariyê derketiye.    ONKOL: ZAROK DI HEDEFÊ DE NE   Onkol bal kişand ser koçberiya piştî qedexeyan pêk hate û got: "Sûr wekî dilê Amedê tê binavkirin. Di heman demê de tê wateya bîra dîrokî û çanda Amedê." Onkolê anî ziman ku bi koçberiyê re bîra bajêr hedef hatiye girtin û got ku yên herî zêde nesîb ji van pratîkan girtine jî jin û zarok in.    Onkolê bal kişand ser komeleyên terîqat û cemaetên alîgir ên ku piştî qedexeyan wekî kivarkan zêde bûne û got: "Zihniyeteke ku hewl dide avahiyeke paramîlîterî ava bike heye. Divê armanca vê zîhniyetê bê teşhîrkirin. Dixwazin ciwanên îetatkar bigihînin. Dixwazin tenê xizmetê ji beşeke diyarkirî re bikin. Li kuçeyan polîtîkayeke li ser esasê tektîpiyê tê meşandin."    'DIVÊ BÎR BÊ PARASTIN'   Onkolê ku got "Sûr dilê Amedê ye" destnîşan kir ku ew ê li dijî pêkanînên tên meşandin bisekinin û got: "Bila kolanên Sûrê bibin kolanên jin, ciwan, zarok û astengdaran. Ez jî astengdar im, protezê bi kar tînim. Em ê hewl bidin ku çalakiyên ku di van waran de hayjêhebûekê çêbikin bidin meşandin. Em dixwazin kolanên Sûrê bibin cihê ewle. Em dixwazin ew vegere eslê xwe, dîroka xwe. Ji ber ku bîreke wê heye û pêwîst e ew bîr bê parastin. di nava vê bîrê de gelek dewlemendî hene, divê ev derkevin holê."    Onkolê anî ziman ku ew ê bi feraseta şaredarîvaniyeke ku her kesî dihewîne tevbigerin. Onkolö got: "Polîtîkaya me ya li ser tekparêziyê tune ye. Em her tim polîtîkayeke piralî esas digirin. Em her tim alîgirê kêmneteweyan, komên dezavantaj, komên paşguhkirî ne. Em dixwazin bi şaredariyeke piralî, demokratîk û li ser esasê destkeftiyên jinê bixebitin. Em dixwazin vê pêk bînin."   ORHAN: EM Ê HEWL BIDIN KU YÊN KOÇ KIRINE VEGERIN SÛRÊ   Namzetê din Orhan jî bal kişand ser texrîbatên qeyûman. Orhan anî ziman ku avahiyên dîrokî hatine hilweşandin û li cihên wan avahiyên "sosret" hatine çêkirin û got: "Avahiyên dîrokî bi her awayî hatine qetilkirin. Sûr cihekî dîrokî ye, cihê gelek baweriyên cuda ku bi sedsalan bi hev re jiyane. Polîtîkayên qeyûman ên ji sala 2016'an û vir ve ev cihê pirçandî hilweşandin. Bi çêkirina van avahiyên sosret re zêdetirî 20 hezar kes koç kirin."    Orhan da zanîn ku ji bo kesên ji Sûrê koç kirine vegerin dê bixebitin û wiha got: "Em ê bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê hewl bidin ku kolanên Sûrê ji nû ve zindî bikin. Ji bo gelê ku ji Sûrê koç kirine vegerin em ê tevbigerin."   MA / Eylem Akdag