Danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê: Em ê bi hev re teqez bi ser kevin 2024-02-18 13:06:13 ENQERE - Di danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê de ji jinan heta zarok, astengdar, ciwan û kalan ji bo gelek derdorên cuda yên civakê proje cih girtin. Di danezanê de wiha hat gotin: “Bêyî ku em bibêjin tu, ez, em û hûn, bi DEM Partiyê re em tevek dê bi hev re bi ser kevin. Em ê teqez bi ser kevin.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) danezana xwe ya Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31’ê Adarê li hotêleke Enqereyê eşkere kir. Li gel namzetên hevşaredariyê, gelek kes tev li bernameyê bûn. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari danezan xwendin.    Hatîmogûllari, di axaftina destpêkê ya bernameyê de beşdar bi erebî û tirkî silav kir. Bakirhan jî beşdar bi kurdî û tirkî silav kir.    BI DEMOKRASIYA HERÊMÎ RE BER BI BAJARÊN AZAD VE   Hatîmogûllari, di beşa “Bi demokrasiya herêmî re ber bi bajarên azad ve” de wiha got: “Di konjonktureke ku li herêm û cîhana me hilweşînên mezin pêk tên de em ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî ve diçin. Şer, tundî, birçîtî, xizanî, koçberî, karesat û gelek xetereyên şaristaniya kapîtalîst rê li ber vedike, gefeke mezin li ser civak û bajaran çêdike. Rêya pêşîlêgirtina van karesatan jî afirandina zemînên têkoşîna hevpar e ku ji herêman ve dest pê bike. Bi vê yekê re jî avakirina cîhana di xeyala gelan de ye. Yên ku Tirkiyeyê birêve dibin; pişta xwe didin tundî û şerê li seranserî cîhanê belav bûye. Aştiyê nas nakin. Di pirsgirêka kurd de hem li hundir hem jî li derve xwe bi şer û kaosê xwedî dike. Peymana Stenbolê red dike, rejîma kedxwariyê ya li dijî kedkaran kûrtir dike, penaberan ji hemû mafan bêpar dihêle û ciwanan bêpêşeroj dihêle. Hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî li dijî vî aqilê îktîdarê, derfeta avakirina aqilê azadîxwaz û wekhevîxwaz a li herêman dide. Em van hilbijartinan; li dijî polîtîkayên nêrza, mêtinger û cihêperest ên îktîdarê, weke qonaxeke mezinkirina dengê aştiyê û xurtkirina demokrasiyê dibînin.”    ‘EM JI BO TIŞTÊN AYDÊ GEL BISTÎNIN TÊN’   Bakirhan jî ev tişt anî ziman: “Meşa me ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk bi hêvî, bawerî û biryardariyeke mezin didome. Di serî de şaredarên me yên hatine qetilkirin, ji bo temamkirina xeyalên hevalên me yên ji peywirê hatine dûrxistin, hatine girtin û hatine sirgûnkirin, ji her demê bêhtir em bibiryar, xwedî bawerî û bihêvî ne. Di dema tecrûbeyên rêveberiyên herêmî de me hewl da bajar û yekîneyên ku mirov bikarin tê de bijîn ava bikin. Şaredarvaniya pirzimanî û tecrûbeyên demokrasiya herêmî me di dîroka vî welatî de nivîsandin. Ji bo mezinkirina van destkeftiyan û tevî gelê xwe bigihînin pêşerojê, em careke dn tên. Em gelek caran bi ser ketin û gelek caran me qezenc kir. Em ê dîsa bi ser kevin, dîsa qezenc bikin. Em ji bo tiştên aydê gel dîsa wergirin tên. Ji bo tiştên hêj baştir bi hev re ava bikin em dîsa tên.”    JI BO HER BEŞÊN CIVAKÊ PROJE YEK BI YEK HATIN VEGOTIN   Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê piştre jî naveroka danezanê eşkere kirin. Di naveroka danezên de rêgezên partiyê yên têkildarî rêveberiyên herêmî hatin vegotin û hat destnîşankirin ku şaredarvaniya pirzimanî diparêzin. Her wiha hat gotin ku dê meclisên piranîparêz bên avakirin, demokrasiya xwecihî esas bê girtin û pêşxistin, jinên azad ên jinan bên avakirin, rola ciwanan di nava rêveberiyên herêmî de bê xurtkirin, bajarên bitendurist, ji bo erdhejê saxlem bên avakirin û midûriyet/serokatiyên daîreyên karesatan bên avakirin, veguhestina ekonomîk û ekolojîk li bajaran bê pêşxistin, serokatî/midûriyetên daîreya çandiniyê bên avakirin, projeya ‘Ez ê xwe li bajarê lê ji dayik bûme debara xwe bikim’ belav bikin, dê li dijî xizaniyê têbikoşin, li dijî bajarvaniya hiyerarşîk dê polîtîkayên demkrasî, wekhevî xwaz û azadîxwaz ên civakî bên parastin û di her qadên jiyanê de cih bidin astengdaran, ji bo zarokan “Lijneya Şêwrê ya Zarokan” were avakirin û di lihevkirina bajar de beşdariya hevkar a zarokan pêş bixin, dê ji bo teqawidan bajarên ku bikarin lê bijîn bên avakirin û şaredarvaniyeke pirzimaniyê diparêze pêş bixin.    Di axaftina dawî de Bakirhan wiha got: “Em ê bibêjin ji xespa qeyûman re, ji dizîna îradeyê re, ji nelirêtiyê re bes e û bi ser kevin. Em ê bi demokrasiya xwecihî re bajarên azad ava bikin.”    Hatîmogûllari jî herî dawî ev tişt anî ziman: “Em bi gotina bi demokrasiya xwecihî re ber bi bajarên azad ve derketin rê û bi formûla xwe ya ‘qezenc bike - qezenc bike’ li her herêma Tirkiyeyê di rêveberiyan de cih bigirin. Dê qeyûman bişînin qesrê û texrîbatên wan çêkirine dîsa sererast bikin. Bêyî ku bibêjin tu, ez, hûn û em, bi DEM Partiyê re em tevek dê bi ser kevin. Em ê teqez bi ser kevin.”