Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Di asta herêmî de wê hevkarî çêbibin 2024-02-08 14:12:59 EDENE - Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku di hilbijartinên giştî de her çiqas di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih bigirin jî niha mirov nikare li gelemperiya Tirkiyeyê behsa tifaqekê bike û anî ziman ku hewldanên wan ên ku di asta herêmî de hin hevkariyan pêk bînin didomin.    Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan li Cemiyeta Rojnamevanan a Çûkûrovayê (ÇGC) bi xebatkarên çapemeniyê re hate bahev. Arslan têkildarî karesata erdhejê ya salek bi ser re derbas bû hin mijarên din nirxandin kirin.    Aslan, anî ziman ku di salvegera erdhejê de li Hatayê bûn û da zanîn ku tevî bi ser erdhejê re salek derbas bû jî hêj gel di nava avahiyên hilweşiyayî de ye û bûn şahidê vê rastiyê.    GOTINÊN ERDOGAN    Aslan, anî ziman ku gotinên Serokkomarê AKP’î Erdogan ên di gera wî ya Hatayê de nayên qebûlkirin û wiha got: “Esas dema digot ji Hatayê re xizmet nehate kirin, xwest bibêje ‘Ji tu kesên ku deng nadin me re em xizmetê nakin. An hûn ê deng bidin an hûn ê deng bidin’. Gaveke din a ji vê yekê wedetir ev e; êdî pêdivî bi hilbijartinê jî nîne. Gavên pêvajoya ku şaredar ji aliyê Serokkomar ve bên tayînkirin hate avêtin.”   ‘BERPIRSYARÊ MIRINAN DESTHILAT E’    Aslan, bal kişand ku li Edeneyê 418 kesan jiyana xwe ji dest daye û destnîşan kir ku berpirsyarê mirinan desthilat e.    ‘DIVÊ SIYASETMEDARÊN KURD BÊN BERDAN’    Aslan, xwest ku zextên li ser çapemeniya mûxalîf bi dawî bibin û hemû rojnamevanên girtî bên berdan, qala polîtîkayên neçareserkirinê yên têkildarî pirsgirêka kurd kir. Aslan, bi lêv kir ku bi hezaran kesên têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd dide bi awayekî neheq di girtîgehan de ne û got: “Divê demildest ev zext bên bidawîkirin, nûnerên gelê kurd ji girtîgehan bên derxistin.”   ‘DÊ DI ASTA HERÊMÎ DE HEVKARÎ ÇÊBIN’    Aslan ê qala hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê û tifaqên siyasî kir. Aslan, diyar kir ku di hilbijartinên giştî de her çiqas di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih bigirin jî niha mirov nikare li gelemperiya Tirkiyeyê behsa tifaqekê bike û anî ziman ku hewldanên wan ên ku di asta herêmî de hin hevkariyan pêk bînin didomin. Aslan, da zanîn ku di serî de li bajarên senayiyê li gelek bajaran dê bi ser navê partiya xwe bikevin hilbijartinan û di serî de Kocaelî, li Aydin, Denîzlî, Erzîncan, Tekîrdag, Edîrne û Kirklareliyê dê li gelek bajar û navçeyan bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê.