DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartinê banga tevlibûnê li delegeyan kir 2024-01-12 09:05:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Abbas Şahîn û Pinar Sakik ji bo diyarkirina namzetên hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê, bang li delegeyan kirin ku di 14-15'ê çileyê de dengê xwe bi kar bînin.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Dem Partî) ji bo diyarkirina namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û navçeyan 14-15'ê çileyê wekî pêşhilbijartinê diyar kir. Di pêşhilbijartinan de kîjan bernamzet ji sedî 50+1'ê dengan wergire dê bibe namzet. Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Abbas Şahîn û Pinar Sakik Tekîn têkildarî pêşhilbijartinê axivîn.    'EM XWEDÎ LI PÊŞHILBIJARTINÊ DERKEVIN'   Hevserokê Bajêr Abbas Şahîn   Hevserokê Bajêr Abbas Şahîn diyar kir ku tûra yekem a pêşhilbijartinê dê roja yekşemê, 14'ê çileyê bê lidarxistin û got ku di tûra yekem de ji sedî 50+1 bi dest nekeve dê tûra duyem roja duşemê bê lidarxistin. Şahîn da zanîn ku dê tûra duyem di navbera du bernamzetên herî zêde deng girtine de bê lidarxistin û got: "Bila gelê me û delegeyên me xwedî li vê pêşhilbijartinê derkevin û bersivê bidin rejîma qeyûman."    'HILBIJARTINA EWIL DI 14'Ê ÇILEYÊ DE YE'   Hevseroka Bajêr Pinar Sakik Tekîn   Hevseroka Bajêr Pinar Sakik Tekîn jî bi bîr xist ku wan ji bo hilbijartina xwecihî stratejiya pêşhilbijartinê diyar kiriye û got: "Em plan dikin ku di 14'ê çileyê serê sibê saet di 09.00'an de tûra yekem a hilbijartinê li dar bixin û saet di 17.00'an de temam bikin. Em bi vê hesasiyetê bang li hemû delegeyan dikin ku di pêşhilbijartinê de dengê xwe bi kar bînin. Em bi pêşhilbijartinê şahiya demokrasiyê li dar dixin û em bang li delegeyên xwe dikin ku ji bo pêkanîna vê şahiyê dengê xwe bi kar bînin."    LI SÊRTÊ REWŞA DAWΠ   Li Sêrtê jî amadekariyên DEM Partiyê didomin. Ji bo şaredariya navendê 6 jê jin 13 zilam dê di dengdayîna gel de bikevin pêşbirkê. Li navçeya Misircê jî 5 jin û 13 zilam dê bikevin pêşbirkê. Li navenda Sêrtê nêzî 2 hezar, li Misircê jî 600 delege dê deng bikarbînin. Hevberdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê Eşref Tekîn diyar kir ku li navendê dê li Eywana Dawetê ya Alyansê deng bên bikaranîn. Tekîn, bi lêv kir ku li Misircê jî dê li Eywana Dawetê ya Beyaz Sarayê deng bên bikaranîn.    Tekîn, axaftina xwe wiha domand: “Em ê di navbera 5 û 10 deqîqeyan dema axaftinê bidin bernamzetên xwe. Ji bilî vê em ê ji delegeyên xwe yên nexweş ku bi zehmet bên ser sindoqan re jî bibin alîkar. Me amadekariyên xwe temam kirin. Ji bo ku em li dijî polîtîkayên xespker ên qeyûm nîşan bidin ku em ê bi hev re serbikevin em biçin ser sindoqan. Em ji bo demokrasiyê dengê xwe bikarbînin.”