DEM Partiyê navnîşanên sindoqên li Mêrdînê bên danîn diyar kirin 2024-01-11 15:15:24   MÊRDÎN - DEM Partî ya li Mêrdînê bi armanca endamên Meclisa Şaredarî û namzetên hevşaredariya bajarê mezin û 7 navçeyan diyar bike pêş hilbijartinê pêk bîne, navnîşanên sindoqên ku bên danîn diyarkirin.    Amadekariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên ji bo hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de bên kirin didomin. DEM Partî ya ji bo namzetên hevşaredariya bajarê mezin û endamên meclisa şaredariyê li 10 navçeyên bajêr bi bikaranîna dengê gel diyar bike, dê li 7 navçeyan jî bi pêş hilbijartinê namzetên hevşaredariyê diyar bike. Tê payîn ku dê di pêş hilbijartinan de bi ser 10 hezaran delege deng bikarbînin.    BANG LI DELEGEYAN KIR KU DENG BIKAR BÎNIN     Ji bo hilbijartinên di navbera 13 û 14’ê çileyê de bên kirin cihên sindoqên bên danîn jî hate diyarkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Mîhdî Tûnç anî ziman ku nêzî 2 mehane xebatên têkildarî hilbijartinên herêmî yên komîsyona ji nûnerên saziyên demokratîk pêk tê didomin. Tûnç, anî ziman ku nîqaş dikin ku li navçeyên Mîdyad û Mehsertê ka dê pêşhilbijartinê bikin an na û anî ziman ku dê li navçeya Rişmilê jî tenê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin dê pêş hilbijartinê bikin. Tûnç, da zanîn ku ji her beşên Mêrdînê serlêdan wergirtine, komîsyon jî bi rêbazeke ku hemû beş tê de cih bigirin ava kirine û bi lêv kir ku pêş hilbijartin peyama herî baş a li dijî tayînkirina qeyûman e. Tûnç bang li hemû delegeyan kir ku dengên xwe bikarbînin û da zanîn ku navnîşanên ku sindoq lê bê danîn jî diyarkirine.    NAVNÎŞANÊN KU SINDOQ LÊ BÊN DANÎN   Tûnç, navnîşanên sindoqan ku dê DEM Partî li Mêrdînê dane wiha rêz kirin:    Qoser: Eywana Dawetê ya Darayê ya li ser rêya Serêkaniyê ya li Taxa Firatê    Nisêbîn: Eywana Dawetê ya Hilltoownê Nimre: 1 Kolana Adarê ya li Taxa Kişlayê   Li Artûklû û Rişmilê: Eywana Civînê ya Yay Grand Otelê ya li ser Rêya Amedê    Dêrîk: Eywana Sporê ya Girtî ya Berdînê ya Taxa Cevîzpinar   Kerboran: Parka Azadiyê ya Cadeya Kismetlî ya li Taxa Tepebaşi   Stewrê: Taxa Tepe, Meydanbaşi, Ewêna   Şemrex: Nimre: 6, Qehwexaneya Denîz Kolana Sînemayê ya Taxa Gundogan   Mehset: Nimre: 19 Kolana 2023 Taxa Cûmhûriyetê (Avahiya DEM Partiyê)    Midyad: Eywana Civînê ya Otela Tûrabdîn Nimre: 17, Cadeya Manastir a Taxa Akçakaya