Hevdîtina DEM Partiyê û CHP’ê dest pê kir 2024-01-11 14:11:59   ENQERE - Hevdîtina bi rojeva hilbijartinê ya di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel de dest pê kir.    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan hatin Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarê (CHP) ya li Sogutozuyê. Hevserokên Giştî û şandeya pê re ji aliyên Cîgirên Serokê Giştî yên CHP’ê Gul Çîftçî û Gokhan Zeybek ve hatin pêşwazîkirin.    Hevserokên Giştî pişt re ji bo ku bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtinê bikin derbasî eywana civînê bûn. Di hevdîtina tê payîn ku dê du saetan berdewam bike de dê rojeva sereke bibe Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê.    Tê payîn ku Hevserokên Giştî û Ozel dê piştî civînê daxuyaniyeke hevpar bidin.