Temellî: Ji bo aştiyê dema liv û tevgerê ye 2024-01-09 14:09:37   ENQERE - Serowekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin mimkin nîne li Tirkiyeyê pergaleke bitendurist bê avkirin. Temellî got ku çareserî bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e û ev tişt anî ziman: “Ji bo aştiyê dema liv û tevgerê ye.”    Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, li Meclisê rojevên heyî nirxand.    ‘TIRKIYE DI ENDEKSA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ DE DI RÊZA 165’AN DE YE’    Temellî ji ewil bal kişand ser 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin û got ku Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de di rêza 165’an de ye. Temellî diyar kir ku mimkin nîne li Tirkiyeyê qala azadiya çapemeniyê were kirin.”    Bi domdarî Temellî qetilkirina yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransayê Parîsê û wiha dom kir: “Ev ne komkujiya ewil ne jî ya dawî bû. Piştre jî li Parîsê sê siyasetmedar hatin qetilkirin. Her wiha di 6’ê çileya 2016’an de Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir li Şirnexê hatibûn qetilkirin. Ev komkujiyên li dijî siyasetmedarên kurd berdewam in. Sedema van komkujiyan jî zîhniyeta ku di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr dike ye.”   ‘SEPANÊN DERHIQÛQÎ’   Bi domdarî Temellî ev tişt anî ziman: “Ev komkujî ji bo xitimandina çareserkirina pirsgirêka kurd hatin kirin. Her roj li ser tv’yan qala operasyonên MÎT’ê tê kirin. Lê ev suîqest li dijî siyasetmedarên kurd û sivîlan e. Ev yek weke serkeftineke mezin tê nîşandan. Lê sepanekî derhiqûqî ye.    MEZINTIRÎN PIRSGIRÊKA TIRKIYEYÊ PIRSGIRÊKA KURD E    Tirkiye ya ku pirsgirêka kurd çareser nake ber bi têkçûnê ve diçe. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê avakirina pergaleke bitendurist mimkin nebe. Mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Yên ku nedixwestin ev pirsgirêk were çareserkirin, komkujiya li parîsê pêk anîn.    Pirsgirêka kurd bi diyalogê dikare were çareserkirin. Bêguman yê ku dikare vê çareseriyê pîne jî birêz Ocalan e. Hevdîtinên bi birêz Ocalan re hatine kirin, gavên ji bo çareseriyê hatin avêtin hêj di bîra me de ne. Yên ku ji çareseriyê direvin, îro pergala tecrîdê li welêt ferz dikin. Tecrîda li Îmraliyê, yek ji pergalên herî tarî yên cîhanê ye. Ev tarîtî li hemû welat belav bûye. Di bingeha hemû sepanên dewletê de ev tarîtî heye. Tê dîtin bê ka neçareserkirin pirsgirêkê welêt ber bi ku de dibe.”    ‘EM BIBIN DENGÊ AŞTIYÊ’   Di berdewamê de Temellî bal kişand ser deklarasyona rewşenbîr, hunermend û nivîskaran a ji bo aştiyê û wiha derbirî: “Bangawaziya rewşenbîran girîng bû. Dema wê ye ku em bibin dengê aştiyê. Divê ji bo aştiyê liv û tevger bên destpêkirin. Ji bo sekinandina şer divê her kes înîsiyatîfê li xwe bigire. Heke em nekarîn vê pêk bînin, dê ev hilweşîn bidome.”    ‘NAVÊ VÊ DERBE YE’   Temellî, biryara AYM’ê ya ji bo Parlamenterê TÎP’ê Can Atalay bi bîr xist û helwesta Daîreya Cezayan a 3’yemîn a Dadgeha Bilind weke darbe bi nav kir û got ku binpêkirina destûra bingehîn e. Her wiha Temellî Doza Kobanê weke mînak nîşan da û got ku li holê krîzeke darazê û ya dewletê heye.    HEJMARA GIRTIYÊN NEXWEŞ HEZAR Û 600 KES DERBAS KIR    Bi domdarî Temellî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Bedela vê  krîza dewletê jî civak dide. Girtiyên nexweş didin. Hejmara girtiyên nexweş a li girtîgehan hezar û 600 kes derbas kiriye û ji van 500 jê divê bi lezgînî bên berdan. Lê belê Wezareta Dadê di vê mijarê de tu tiştekî nake.”    KAOSA KU PERGALA HEYÎ RÊ LI BER VEDIKE    Temellî, anî ziman ku yek ji encamên din ên krîza dewletê jî qeyûm in û wiha got: “Em dibînin ku vîna gel tê xespkirin. Vê pergala çêker bi xwe re kaosek aniye. Tekane rêya bidawîkirina vê kaosê jî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Her wiha divê aştiya civakî bê cîbicîkirin. Ji bo vê jî divê ji ewil destûreke bingehîn a demokratîk bikeve meriyetê.”    HILBIJARTIN   Sezaî Temellî qala hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî kir û ev tişt anî ziman: “Ev hilbijartin girîng in. Em ê ne tenê şaredaran û endamên meclisên şaredariyan hilbijêrin. Em ê biryarê bidin bê ka dê demên pêş ên Tirkiyeyê veguherin tiştekî çawa. Lewma ev hilbijartin girîng in. Em li namzetên hatine ragihandin dinêrîn û dibînin ku îktîdar dixwaze rantxwiriyê bidomîne.    WEKE DEM PARTIYÊ EM Ê JI BI MAFÊN BAJARÎ TÊBIKOŞIN    Weke DEM Partiyê em ê ji bo mafên bajarî têbikoşin. Em bibiryar in ku qeyûman bişînin sergoya dîrokê. Li cihekî qeyûm lê hene mirov nikare qala mafên bajarî û demokrasiyê bike. Tirkiye tenê dikare bi demokrasiya herêmî demokratîk bibe. Bi vê zanebûniyê em têkoşîna li dijî qeyûman mezin dikin.    Em di wê baweriyê de ne ku dê di hilbijartinên 31’ê adarê de serkeftineke mezin bi dest bixin. Ev serkeftina me dê ji bo veguherandina Tirkiyeyê jî girîng be.