Roja pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên Amedê diyar bû 2024-01-07 09:12:09   AMED - Di çarçoveya hilbijartina xwecihî de ku DEM Partî wê wekî "Şahiya Demokrasiyê" bi nav dike, dê li Amedê pêşhilbijartin di navbera 14-15'ê çileyê de bên lidarxistin.    Pêşhilbijartinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên ji bo hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adara 2024'an dest pê dikin. DEM Partî ku vê hilbijartinê wekî "Şahiya Demokrasiyê bi nav dike", dê di li navçe û bajaran namzetan diyar bike. Dê pêşhilbijartina li Amed û navçeyên wê di 14-15'ê Çileyê de bê kirin.    Hat hînkirin ku mulata ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Amedê ve hatibûn destpêkirin bi dawî bûne. Hat diyarkirin ku pêvajoya hevpeyvînê ji bo namzetên din dê roja yekşemê dest pê bike. Her wiha hat hînkirin ku di dema mulakatan de dibe ku bernamzetiya hin kesan bê betalkirin jî.    DÊ LÎSTEYA DELEGEYAN BÊ EŞKEREKIRIN   Hat diyarkirin ku ji bo lîsteyên delegeyan ên ji bo hilbijartinên pêşwext, di nêz de bên eşkerekirin. Tê payîn ku delegeyên amadekirî ji aliyê Navenda Giştî ya DEM Partiyê ve bi awayekî hevwext dê bên eşkerekirin paşê lîsteyên wan li avahiyên partiyê bên daliqandin.    Di pêşhilbijartinan de dê pergala fermûarê bê sepandin. Li cihê ku bernamzetên jin kêm bin, dê meyla gel esas bê girtin. Ger li cihekî ji bo endamtiya meclisa şaredariyêê 3 jinan tenê serî lê dabe, dê dîsa meyla gel esas bêg irtin.    PÎVANA 50+1   Wekî din, di pêşhilbijartinan de şertê ji sedî 50+1 heye. Ger namzet ji sedî 50 + 1 deng negirin, dê di nava 24 saetan de tûra duyemîn a hilbijartinê bê kirin.    PÎVAN   Bernamzetên ku beşdarî pêşhilbijartinan dibin, dê di wan de li krîterên wekî hevserokatî, helwesta li dijî polîtîkayên qeyûman, lêhûrbûna wan a li ser rêveberiyên xwecihî yên demokratîk, avaniya civakî ya herêmê, serweriya wan a ji bo pirsgirêkê û pêşniyazên ji bo çareseriyê, serweriya wan a li ziman û çanda herêmê bê gerîn.    MA / Mujdat Can