Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê Komkujiya Roboskê nedin jibîrkirin 2023-12-28 11:37:49   ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan diyar kirin ku Komkujiya Roboskê li dijî mirovahiyê hatiye kirin û wiha gotin: “Me ji bîr nekir û dê nedin jibîrkirin.”    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, bi boneya salvegera Komkujiya Roboskê ku artêşa tirk di 28’ê Kanûna 2011’an de bi balafirên şer gundê Roboskê bombebaran kiribû û 19 jê zarok bi giştî 34 kes qetil kiribû, li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal peyam parve kirin. Hevserokan, komkujî şermezar kirin û gotin ku heta faîlên komkujiyê tên dîtin û kesên ji van cînayetan berpirsyar hesabê didin dê têkoşîna xwe bidomînin.    HATÎMOGÛLLARI: KOMKUJIYA ROBOSKÊ SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE    Hatîmogûllari, li ser hesaba xwe ya X’ê ev peyam parve kir: “Komkujiya Roboskê, sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye... Ji bo ku careke din ev komkujî neyên kirin, divê hemû berpirsyarên Komkujiya Roboskê û komkujiyên din bên darizandin. Divê rastî bên parvekikrin. Divê bi rastiyê re hevrû bibin. Me #RoboskiKatliamı ji bîr nekir û dê nedin jibîrkirin! Em ji bîr nakin!”   ‘PIRSGIRÊKA KURD TAM JÎ KOMKUJIYA ROBOSKÊ YE’    Bakirhan jî li ser hesaba xwe ya X’ê bi zimanên kurdî û tirkî peyama xwe parve kir: “Di ser Komkujiya #Roboskî re 12 sal derbas bûn. 19 ji wan zarok 34 kurd li gundê Robozikê hatin qetilkirin lê tu berpirsyar derneket û tu kesî hesab neda. Desthilatê windana xwe û rûyê xwe careke din reş kir. 12 sal in Roboskî il benda edaletê ye. Em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”