Hatîmogûllari: Ma bişerefbûn temaşekirina mirina ciwanan e? | YENİLENDİ 2023-12-27 11:10:09 ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku îktîdar hebûna xwe li ser şer didomîne û wiha got: “Ma bişerefbûn temaşekirina mirina ciwanan e? An siyaseta pêşîlêgirtina van mirina ye?”     Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari têkildarî êrişên li ser partiya wan û çareseriya pirsgirêka kurd, li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Hatîmogûllari, got ku pêvajoya amadekirina yekemîn bûdçeya sedsala duyemîn a komarê temam bûye û diyar kir ku ev bûdçeye bi parvekirina dahata bêedalet bi dawî bûye. Hatîmogûllari, got ku êdî di rojeva wan de hilbijartinên rêveberiyên herêmî heye û ev tişt anî ziman: “Dê tevahiya parlamenterên me li herêmên xwe li qadan bin. Dê xebatên me bi şev û roj bidomin.”    Axaftina Hatîmogûllari wiha ye: “Îktîdar û şirîkê wê yê biçûk kîn û nefretê zindî dihêle û hewl didin nehêlin kesek li ser krîza aborî, birçîtî û xizaniyê biaxive. Êşa her ciwanekî di şer de dimire em hîs dikin. Em helwesta îktîdarê ku hebûna xwe bi rêya şer, pevçûn, rijandina xwînê, êş û hwd. didomîne, şermezar dikim.    Pirsgirêka kurd bi şer û mirinan çareser nabe. Ev 40 sal in cenaze diçin her çar aliyên Tirkiyeyê. Hinek kes ji bo parastina îktîdara xwe şer gur dikin. Me jî her tim banga aştiyê kir. Piştî mirinên leşkeran ên dawî, di serî de Bahçelî, nûnerên din ên îktîdarê gef li partiya me xwarin û kirin hedef. Banga min ji bo Bahçelî û AKP’iyan e; li pêşberî we kesên hîleker, kesên doz û gelê xwe bi pênc qirûşan difiroşin û tirsonek nînin. Ve tu carî jibîr nekin ku em ê qadê ji kesên bêşeref û bêrûmet re nehêlin. Divê hûn hedê xwe bizanin. Dema hûn diaxivin divê hûn baş bizanin bê ka kî li hemberî we ye. Ji gotinên Bahçelî kîn û nefretê derxînin, li holê tiştek namîne. Axaftinên wî tenê ji çêr û gefan pêk tên. Me heta niha gelek bedelên giran dan lê yek carê jî paşvegav neavêt û dê neavêjin jî. Yên ji we ditirsin bila mîna we bin. Partiya me dengê bi milyonan hemwelatiyan girt kete meclisê. Hûn nikarin zimandirêjiyê li hemberî wê bikin. Ev zimanê jehrî û cihêkar ê Bahçelî ji zû ve ye cihê xwe di sergoya dîrokê de girtiye.    YÊN BIRYARA ŞER DIDIN ZAROKÊN XWE NAŞÎNIN ŞER    Yên ku dişînin şerê li bakurê Iraqê zarokên xelkê xizan e. Yên biryara şer didin, zarokên xwe naşînin şer. Xizmên xwe naşînin. Ew li qesrên xwe yên germ de rûdinin û zarokên xelkê hejar jî dişînin şer. Weke DEM Partiyê me bang kir ku tavilê operasyonên derveyî sînor bidin sekinandin.    Karê herî bitemînat ê cîhanê aştî ye. Lê mixabin ev îktîdar ji aştiyê pir dûr ketiye. Birînar herî xedar a vî welatî pirsgirêka kurd û werin em bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin. Ev 40 sal in şer didome, ma karî vê pirsgirêkê çareser bike? Mirina ciwanên kurd û tirkan ne bi xema şefên xerabiyê ye. Ji bo wan her jiyanek tenê reqemeke.    ÊRIŞÊN LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ    Îktîdar û şirîkê wê li pey tolhildanê ye. Herî dawî gelek ciwanên tev li kongreya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bûn hatin binçavkirin. Binçavkirin neqediyan û roja piştre jî dom kirin. Di heman rojan de êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Wezîrê karên derve dibêje ku di van êrişan de yek sivîl jî nehatiye qetilkirin. Musteşarê MÎT’ê yê berê ye û ji me pir baştir dizane bê ka çend sivîl hatine qetilkirin. Di nava çend rojan de embarên genim, atolyeyên tekstîlê û febrîqe jî di nav de gelek qadên sivîlan hatin bombebarankirin. Em ji wezîr dipirsin, gelo me li van deveran leşker dijiyan? Ma li vî welatî û vê cîhanê kî nizane ku li vir sivîlên gelê kurd hatine kuştin?    Rondikên hûn ji bo xelkê Filistînê dibarînin, divê hûn ji bo gelê kurd jî bibarînin. Ji kerema xwe guh nedin kesên ji şer hez dikin. Ew rastiyan vedişêrin. Ew bi xwe di nava dewlemendiyê de dijîn lê xelk terkî xizaniyê kiriye.    Ma bişerefbûn temaşekirina mirina ciwanên gelê me ye? Yan pêşxistina siyaseta rê li ber van mirinan vedike ye? Bila Bahçelî careke din vê mijara şerefê li ber çavan derbas bike.