Wezîrê berê Gunay: Feraseta ku HDP’ê li derve dihêle demokratîbûna bi pirsgirêk e 2018-05-05 10:14:07 STENBOL – Wezîrê Çandê yê berê Ertugrul Gunay têkildarî tifaqa desthilatdarî û partiyên muxalefetê got: “Her du tifaqa jî encax mirov dikare wek ‘navendî û rastgir’ pênase bike. Feraseta HDP’ê li derve dihêlê divê demokratîkbûna wan bê nîqaşkirin.”  Wezîrê Çand û Turîzmê yê berê Ertugrul Gunay têkildarî hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    Ji hilbijartinan re demek kin ma. Hûn vê biryara ji nişkeve çawa şîrove dikin?    Armanca hilbijartinê ew e ku piştî hilbijartina refarandûma 16’ê Nîsanê rêveberiya yek zilamî demil dest bixin meriyete. Şertên aborî û siyasete destûr neda ku hilbijartin di 2019’an de pêk were û ji ber vê yekê vê biryarê girtin.    Li aliyekê AKP-MHP û li aliyê din jî CHP, partiyên Îyî, Saadet û Demokrat tifaqê ava kirin. Hûn van her du tifaqan çawa dinirxînin?    Ev her du tifaq jî rageşiyê, veqetandinê û zordestiyê derdixin. Ez ne bawerim dê ev tifaq domdirêj dewam bikin. Helwestên wan pir ne micid in.   HDP li derveyî tifaqê hiştin û dixwazin bi tifaqek bê kurd peyamek çawa bidin?    Her du tifaqa jî mirov dikare wek ‘navend û rastgir’ binav bike. Ne pêkane mirov yek jî ji van bike çepgir. Her wiha ji bloka desthilatdariyê tirsiyan û xwestin yek ji partiyên herî girseyî û mezin li derveyî tifaqê bihêlin. Feraseta HDP’ê li derveyî tifaqê hişt, ne çepgir e û demokratîkbûn nîşandana wan jî bi guman e û cihê nîqaşê ye.    Bi taybetî li gel ku CHP dizanibû HDP xwedî rolek kilît e jî derve hiştina HDP’ê hûn çawa dinirxînin?   Tê dîtin ku CHP’ê partiya Îyî hildaye bin îpotekê. Partiya Îyî ji kevneşopiya nijadperest tê. Nijadperestî zîhna astengiya li pêşiya demokratîbûnê digire.    Hûn namzetiya Demîrtaş çawa dinirxînin?    Birêz Demîrtaş ji berk u demokrasî û azadiyê diparêz e wek namzetek ku vê yekê bêti heq dike. Ez bawerim her çiqas girtî be û dengê wê li qada nîn be jî dê di nav civakê de deng vede. Ji bo dengê Demîrtaş bê bihîstin û HDP bendê derbas bike, girîng e ku di nav Meclîsê de cih bigire. Heke ku HDP bendê derbas neke, dê bibe sedema ku AKP gelek wekîlan bi dest bixe. Pir aşkere xuya ye ku dê rê li ber pirbûna AKP’ê ya Meclîsê vebike.    Demîrtaş dê di girtîgehê de propaganda hilbijartinê bike. Divê mirov vê rewşê çawa bixwîne?    Divê hemû namzet berdana Selahattîn Demîrtaş daxwaz bikin. Divê ev şert be. Berevajî vê yekê Demîrtaş dê wek mexdûrê hilbijartinê be û tekane nûnerê bindestan be.    Hûn ji bo Muharrem Înce çi difikirin, dikare aliyê muxalîf temsîl bike û dê di nav kurdan de bersivek çawa bibîne?    Birêz Înce bi muxalefeta nav partiya xwe navek derket pêş. Ez hêvîdarim dê di warê rêveberiya welat de bi heman pîvanan derkeve pêş. Ne hêsan e ku namzetek CHP’ê di nav hilbijêrên kurd de rastî eleqeyek mezin bê û dê pir bersiv nebîne.    Hûn tifaqa CHP, partiya Saadet, Îyî û Demokrat çawa dibînin?    Di vê hilbijartinê de aliyên rastgir û çepgir nîn in. Yek zilamî heye. Alîgirên yekîtiya qewetê hene. Li dijî van jî piralîparêzên demokrasiyê hene.    Yek ji mijarên hilbijartinê ya herî girîng jî ewlehiya sindoqan e. Bi taybetî divê muxalefet di vê mijarê de çi bike?    Di mijara ewlehiya hilbijartinê de ez bawerim dê gelek pirsgirêk biqewimin û bi xetere me. Rêbaza herî bi bandor ew e divê ji destpêkê heta deng biçin lîjneya hilbijartinê hemû pêvajo bê şopandin. Divê hemû aliyên muxalîf di nav piştevaniyê de bin û sindoqan bişopînin.    MA / Yasîn Kobulan