Bakirhan peyama ‘çareseriyê’ da: Vaye keremkin Îmraliyê 2023-12-24 14:45:35   AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreya ciwanan de axivî û wiha bertek nîşanî îktîdara ku li ser mirina leşkeran wan hedef nîşan dide da: “Bila êdî tu ciwan nemirin. Gelo hûn jî li gel vê ne? Heke hûn li gel bin, em kurd amade ne. Heke hûn li gel bin, vaye keremkin Îmraliyê, birêz Ocalan.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di 1’emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a Partiyê ku bi dirûşma “Vejînek Ciwan” tê lidarxistin de axivî.    Bakirhan, bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û bi kurdî domand. Bakirhan, bal kişand ser girîngiya têkoşîna ciwanan û wiha got: “Pêşengên me gotin; ‘Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin.’ Hûn, hêviya me ne. Serê me bi we bilinde. Berxwedana we ya mezin, hêviyên me mezin dike. Ruhê berxwedanê winda nebûye. Ciwan, li dijî pişaftin, bêkarî û bêrûmetiyê li ber xwe didin. Bi hêviya ku ev kongre bibe wesîleya mezinbûna Meclisa Ciwanan.    Têkoşîna ciwanan, têkoşîna Şerzan Kurt e, têkoşîna Mazlum Dogan, Alî Çîçek, Berkîn Elvan, Alî Îsmaîl Korkmaz, 33 rêwiyên hêviyên yên li Pirsûsê hatine qetilkirin, Medenî Yildirim û Ceylan Onkola ye. Têkoşîna jinan, xizanan, bindestan, kesên li azadiyê digerin e. Li dijî kedxwariya li dijî civakê; hûn parastvan, ronahî û roja me kurdan, elewiyan, bindestan, kedkar û jinan e.    CIWAN HÊVÎ NE    Li kîjan devera cîhanê têkoşîna ciwanan hebe, pergal ji ewil berê xwe didin wê derê. Ji ber ku ciwan, çiyayê li dijî bêedaletî û kedxwariyê disekine ye. Ciwan hêvî ne û heta ku li dijî kedxwariyê bisekinin jî dê her tim bibin tirsa dilê wan. Em di serdemeke girîng de ne. Têkoşîna ciwanan, ji bo parastina heq û hiqûqa me û xwedîderketina li çand û ziman dê bo me bibe bêhnek. Lewma divê ciwanên ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê hatine vê derê baş bizanin ku heta ku ew hebin dê ev pergala mêtingeriyê her tim neçarî têkçûnê be. Heta ku hûn ciwan hebin dê gelê kurd her tim bi serbilindî bibêjin ku kurd in.    Elewiyên ku nikarin baweriya xwe bijîn û hemû rengên Tirkiyeyê dê bi saya têkoşîna we her hebin. Li her deverê dibêjin ‘dê ciwan bên.’ Lê li ku derê sê ciwanan bi hev re bibînin, yekser hewl didin bi cop û qontaxa tifingê bêdeng bikin. Dibêjin ‘dê ciwan bên’ lê hewl didin pêşî li ciwanan bigirin ku kom nebin. Bi rêya sepanên hov û derdemokratîkî hewl didin têkoşîna birêxistinkirî ya ciwanan ji hev belav bikin. Ciwanan weke mertalekî tirsê dibînin.    EV COŞ BÛ HÊVÎ   Li welatê me xeyal jî qedexe ne lê di îktîdara AKP-MHP’ê de firotina xeyalan serbest e. Em ê têkoşîna Mazluman, Îboyan, Alî Çîçekan, Şerzan Kurtan û Haci Lokman Bîrlîkan bidomînin. Li dijî vê pergala xeyalan difiroşe, em ê bibin hêviya gel û bibin pêşeroja wan. Ev coş, berxwedêrî û sekna we ya birûmet, ji bo me bû hêvî.    YÊN JIYANA XWE JI DEST DIDIN EW IN KU SOBEYA WAN VÊNAKEVE    Gelê me yê hêja; hûn jî jinêzve dişopînin ku şer û pevçûnan bi vî welatî tu tiştek neda qezenckirin. Ev 40 sal in li vî welatî şer û pevçûn didomin. Bi hezaran ciwanên ji her du aliyan jiyana xwe ji dest dan. Di pevçûnên duh de dîsa ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Derdikevin û dibêjin ji ber van mirinan xemgînin. Qala ‘welat’, ‘Milet’  û ‘Sakarya’ dikin. Lê zarokên wan bi xwe li Zapê nînin. Yên ku jiyana xwe ji dest didin, zarokên kedkar û xizanan e. Zarokên wan kesên li mala wan sobe vênakevin in.    HEKE HÛN JI DIL BIN KEREMKIN WERIN    Belê heke hûn jidil bin, kerem bikin werin. Werin em bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin. Weke DEM Partiyê em amade ne ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêyên demokratîk tişta ji dest me tê bikin. Lê gelo hûn dixwazin şer bi dawî bibe û ciwan jiyana xwe ji dest nedin? Em ji we piştrast nînin. Banga me ji bo wan kesên piştî van mirinan li dijî partiya me, gelê kurd, têkoşîna demokratîk êrişên faşîst dikin e; di pirtûkeke 500 sal berê de wiha tê gotin; ‘Ji bo kesê şer neke, şer pir şirîn tê.’ Ji bo Umît Ozdag şirîn tê ji ber ku zarokên wî di şer de nînin. Ji bo nîjadperest û faşîstan şirîn tê ji ber ku canê wan naêşe.    KEREM BIKIN ÎMRALIYÊ   Em ji Amedê bang li îktîdarê û aqilê dewletê dikin; bila êdî tu ciwan jiyana xwe ji dest nedin. Gelo hûn jî li gel vê ne? Heke hûn li gel bin, kurd amade ne. Heke hûn li gel bin, kerem bikin Îmraliyê, kerem bikin herin cem birêz Ocalan. Di sala 2015’an de ji bo ciwanên kurd û tirk jiyana xwe ji dest nedin, ji bo kurd bibin hemwelatiyê wekhev, ji bo aştiyê li vî welatî îradeyek hate raberkirin. Vaye kerem bikin; em dîsa we ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk we vedixwînin.    AŞTÎ WIHA NAYÊ    Ev, jidil nînin. Ev, ji bo kesên jiyana xwe ji dest didin rondikên sexte dibarînin. Rojek piştre ji bîr dikin. Ev kes ji bo ciwan jiyana xwe ji dest nedin di nava tu hewldanan de nînin. Tenê li pey yekperestî, tirkperestî û polîtîkayên tunehesibandinê ne. Çareserî wiha nabe û aştî nayê. Hûnçand, ziman û hebûna gelekî tune dihesibînin. Baş e hûn weke kesên xwedî vê zîhniyetê rondikên çi dibarînin?    Di serî de hikûmet, em hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê vedixwînin; ji bo komara demokratîk werin em berpirsyartiyên xwe bi cih bînin. Yên ku li vî welatî şer dixwazin, 800 milyar dolarên Tirkiyeyê pûç kirin. Yên ku şer dixwazin ew in ku rantê jê dixwin, îhaleyan werdigirin û zarokên wan raporên astengdariyê werdigirin.   BI GUFTÛGO Û MUZAKEREYAN DIKARE ÇARESER BIBE    Lewma hevalên ciwan banga me ya ji bo we ev e; ji kerema xwe xebatên xwe ne tenê li Kurdistanê lê li her devera Tirkiyeyê bi ciwanên tirk û ne tirk re jî parve bikin. Hûn xwe birêxistin bikin da ku gelên Tirkiyeyê bizanin bê ka kî şer û kî aştiyê dixwaze. Divê piştî kongreyê rêhevalên ciwan bi şev û roj bixebitin û xwe bigihînin tevahiya civakên Tirkiyeyê. Heke em bikarin bi xizanan gotina ‘ev şer ne şerê we ye’, wê demê tu kes nekare rondikên sexte bibarîne. Bi vê yekê re em bikin ku ev meseleye tavilê bi rêya guftûgo û muzakereyan çareser bibe.    ME BI CIWANÎ DEST PÊ KIR DÊ BI CIWANTÎ BI SER KEVIN    Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin. Ji vê piştrast bin. Ev ne tenê dirûşmeke. Nexşeya serkeftinê ye. Di pergaleke ku ciwan birêxistinkirî û çalak de piştrast bin ku tu kes bi me nikare. Dê ev welat demokratîk bibe û kesek jiyana xwe ji dest nede. Dê rojekê hesab ji kesên pêşeroja vî welatî pûç kirin bê pirsîn. Heke di siyasetê de hûn bihêz bin, em jî bihêz in. Em dikarin wiha bi ser kevin. Lewma banga min ji bo hevalên min ên ciwan ew e ku bi awayekî çalak tev li xebatên siyasetê bibin.    DI HILBIJARTINAN DE BIBIN NAMZET   Li pêşiya me hilbijartineke rêveberiyên herêmî heye. Em dixwazin kurd hem di siyasetê de hem jî di rêveberiyên herêmî de bên temsîlkirin. Ciwanên ku di van rêveberiyan de cih digirin, temînata xizmeta ya gelparêz in. Banga min ji bo we hevalên ciwan ew e ku di van hilbijartinan de bibin namzet.    BANGA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ HIŞBIRÊ   We metna ciwanan xwend. Kesên ku bi rêya hovîtî, zilm û girtîgehan nikarin pêşî li ciwanan bigirin, serî li hişbir, fihûş û karên krîmînal didin. Li erdnîgariya berxwedêr a Kurdistanê hema hema hişbir li her deverê belav kirine. Ji bo pêşîlêgirtina vê, erk û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê ciwanan. Di demên berê de li kolanan hişbir nedihat firotin û çeteyan nedikariyan bikevin wan kolanan. Banga min li ciwanan ew e ku di pêvajoya pêş de li dijî hişbirê têkoşîneke mezin bidin destpêkirin. Divê tiryakfiroş nekarin bikevin Rezanê. Em ê bi têkoşîna xwe vê polîtîkaya qirêjî vala derxînin.    RÊYA CIWANAN PENABERÎ NÎNE   Ciwanên ku nikarin debara xwe bikin dev ji dibistanê ber didin. Ji ber ku kar peyda nakin, ji ber polîtîkayên qirêjî dikevin nava bêhêvîtiyeke mezin û dikevin ser rêyên penaberiyê. Ricaya min ji we ew e ku li cem gelê xwe, li ser xaka xwe bimînin. Rêya ciwanan penaberî nîne, rêyên Ewropayê nînin û xeniqîna di behrên Spî û Egeyê de nîne. Ya ku tu jê re dibêjî ciwan divê li cem Mazlum û Xeyriyan cih bigire. Ciwan ew in ên ku xwedî li xweza, nasname, rêber û gelê xwe derdikeve. Mewziya herî zêde îktîdar û pergal jê ditirse ya we ye. Lewma divê em bêhtir xwe bihêz û birêxistin bikin.”