Demîrtaş: Alternatîf em in, HDP ye 2018-05-05 09:13:30     ENQERE – Namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, di daxuyaniya ji bo ajansa me da de têkildarî pêvajoya hilbijartinê ya CHP’ê de got: “CHP tu carî nebû hêvî û alternatîfeke rast. Hêvîdarim qet nebe di tûra duyemîn de ji bo destekkirina me xwe dûr nexin.”    Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê û Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Selahattin Demritaş li Girtîgeha Edîrneyê bi riya parêzeran pirsên me bersivandin.    Beşa duyemîn a gotûbêja duh ku der barê hilbijartinê de hatibû kirin ev e:    * Em dixwazin em tewrê CHP’ê bipirsin. Di temamiya hilbijartinên dawî de xeteke polîtîka a li ser siyaseta rastgir sêwirandiye bi rê ve dibe û xwe nade ber diyaloga bi hêzên demokrasiye re. Tu vê yekê çawa dinirxînî?    CHP tu carî nebûye hêvî û alternatîfeke rasteqîn. Mesafeya wê ya ji bi HDP û hêzên demokrasiyê bêsiyasetbûyîn û bêpêşbînîtî ye. Hîn jî çareye di xeta ratgiriya populîst de dibînin û ev yej jî nîşaneya herî berbiçav a ku pisûleya wan hêla rast nabîne. Hêvîdarim herî kêm di tûra duyemîn de ji destekkirina me xwe dûr nexin.   * Gelên Tirkiyeyê mecbûrî siyasetê rastgir in a ji nav AKP’ê derketiye?  Alternatîfa ji bilî wê çî ye? Tu çawa pênase dikî û tu bawer dikî ku serketina vê pêkan e?    Alternatîf em in, HDP ye. Ne hewceye ku mirov li cihekî din li alternatîfê bigere. Jixwe xeta demokratîk a hemû bindestan bi HDP’ê re ev alternatîf afirandiye. Îro HDP ji berê bêtir derketiye pêş û êdî bûye xeta siyasî ya ku bûye hêviya hemû gelan.    SERDANA PARLEMENTERÊN CHP’Π   * Berpirsiyarê karên dervê yê CHP’ê Ozturk Yilmaz serdana te kir. Em behsa navekî ku sererastkirina qanûnî ya bû sedema girtina we îmze kiriye dikin. Eger mezhûreke wê tune be tu karî hinekî behsa naveroka wê bikî? Kîjan mijar bûn rojev?    Heta niha çi serdanên hatine kirin, Navenda Giştî ya HDP’ê hay ji hemûyan heye û hemû jî serdanên nezaket û piştevaniyê bûne. Elbet di vê hevdîtinê de rojevên siyasî jî hatin axaftin. Lê li vir tu carî li ser navê partiyê bi kesî re hevdîtinan çênakim, ev li vir nabe. Di vê mijarê de ya erkdan Navenda Giştî ya HDP’ê ye. Di hemû polîtîkayên partiyê de ji xwe em û Navenda Giştî di nav koordînasyonekê de tevgeriyan. Lê belê serdana parlementerên CHP’î bi temamî ji bo piştevaniyê bûn. Tiştekî xwezayî ye ku bandorên siyasî yên van serdanan hebin. Elbet armanc ne ev bû.    * Herkes hay ji çewisandinên li ser HDP’ê heye. Di vê çarçoveyê de di warê rêjeya dengan a ku dê partiya we bigire tu çi difikirî?    Divê hûn li ser gotina Erdogan ku di civîna nav partiyê de ji bo HDP’ê gotibû “Di sindoqê de veşêrin” jî bisekinin. Ev fermana Erdogan ne ji bo hilbijêran, ji bo hêzên dewletê ye. Yanî wateya wî ev e; “Nehêlin HDP bixebite, nehêlin ji sindoqan dengên wê derkevin.” HDP tevgereke hêzdar a gel e ku dikare her cure faşîzmê di sindoqan de têk bibe. Ne dûr e, dê di 24’ê Hezîranê de her tişt bê dîtin. Dê HDP potansiyela ku ji sedî 20 derbas bike nîşan bide.    * Bi encamên van hilbijartinan, ji bo beriya wê û paşî wê dê Tirkiye li ser çi biaxive?    Em ê dawiya bikovan a dîktatoriyê û serketina hêzên demokrasiyê biaxivin.    * Di dema girtina te de ji AKP an jî ji siyaseta rastgir kesî bi te re pêwendî danî? Eger çêbûbe mahcûbiyet an jî poşmaniyek xwe daye der?    Çi yekser û çi jî neyekser bi AKP’iyekî re jî pêwendî çênebûye. Navberekê endamên Komîsyona Bin a Girtîgehan a TBMM’ê di girtîgehê de serdana Enîs Berberoglû kirin. Min agahî şand ji vê komîsyonê re, min got nebî nebî bila serdana me nekin, em ê hevdîtinê qebûl nekin. Min got eger pir dixwazin bila biçin girtîgehên Tarsûs û Xarpêtê di cih de îdiayên îşkenceyê lêkolîn bikin. Jixwe neçûn wan deran jî.    * Ji bo hilbijêrên we yên encamên 7’ê Hezîrana 2015’an afirandin bangek te heye?    Di serî de ciwan û jin hemû kesên ku bi fedakarî û wêrekiyeke mezin serketina 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê derxistin holê, dîsa ji bo xebatê vedixwînim ku careke din bi awayekî berpirsiyar tev bigerin. Dildarên berê jî di nav de bila herkesî qaneh bikin : ) * Di siyaseta Tirkiyeyê delêgerîna îtifaqê ya li ser asasên distûra “welat û milet” şikil girtiye heye. Ji bo HDP’ê pêvajo çawa bi rê ve diçe û di navbera partiyên kurd de kontakek heye? Dê HDP div ê pêvajoyê de stratejiyeke çawa bike an jî divê bike?    Ji xwe Navenda Giştî ya HDP’ê di  van waran de bi perspektîfa îtifaqa astengdar xebata herî demokratîk bi rê ve dibe. Dikarim div î warî de pêşnyaran bidim ber partiya xwe û destekê bidim, lê belê daxuyaniyên div î warî yên HDP’ê ji bo me hemûyan derbasdar in. Dema hemû hevdîtin temam bibin em ê hemû bi awayekî berfireh bibihîsin.   MA / Hayri Demir