Temellî: Sedemê krîzan, tecrîd û neçareserkirina pirsgirêka kurd e 2023-12-20 11:21:10 ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî yê li ser budçeya Wezareta Maliyeyê axivî, destnîşan kir ku sedemê bingehîn ê krîza siyasî û aborî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) li ser hevdîtina budçeya Wezareta Xizîne û Maliyeyê û saziyên girêdayî wê ya Meclisê mafê axaftinê wergirt. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mûşê Sezaî Temellî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin. Temellî destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya hatiye destpêkirin îşaret bi krîza siyasî kiriye û anî ziman ku sedemê krîza siyasî ya kûr a li Tirkiyeyê tê jiyîn jî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û neçareserkirina pirsgirêka kurd e.   Temellî, destnîşan kir ku heke ev her du rewş berdewam bikin dê krîza siyasî kûrtir bibe û wiha got: “Dê bandora vê ya herî girîng jî li ser krîza aboriyê çêbibe. Li welatekî ji bo ku mirov asta krîza aborî ya hatiyê bibîne nîşaneya herî girîng xizanî û birçîtî ye. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê birçîtî heye. Dema em îro dizivirin û lê dinêrin; pêkan e ku xizantî hatiye asteke cidî û bi vê re birçîtiyê jî dest pê kiriye.”   Temellî, da zanîn ku gotina AKP’iyan a “alîkariyên civakî zêde bûn” li xwe mikurhatina xizaniyê ye û bi lêv kir ku ji aliyê AKP’ê ve “aboriya xizanan” hate avakirin. Temellî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke li holê dewleta civakî nebe xêrxwazî heye. Ji xwe bingeha polîtîkayên neolîberal li ser vê esasê ne. ji ber vê yekê gel xizan dibe, sermaye dewlemend dibe.”     EREN: GEL NANÎ BI QERTÊN KREDIYÊ DISTÎNE   Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî diyar kir ku şîrketên mezin û bankayan bi sûdwergirtina ji krîza aboriyê qezenc li ser qezenca xwe zêde kiriye û wiha got: “Di sala 2023’yan de qezenca bankayan ji sedî 53 zêde bûye û bûye 339 milyar. Dahata kîjan kedkarî ji sedî 53,5 zêde bûye? Qezenca sektora bankavaniyê ya 5 salan 80 milyar dolarî zêde kirin. Gelo ev 80 milyar dolar ji ku tê bidestxistin? Helbet ji xizan û kedkaran. We pergaleke ku kesên pereyên wan hene zêdetir dewlemend yên xizan jî zêdetir xizan dibin ava kir. Gel hatiye rewşeke ku nan û simîdê jî bi qertên krediyê û teqsîtê bigire.”   OLAN: AKP LI GORÎ ÎHALEYÊ QANÛNAN ÇÊDIKE   Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan jî anî ziman ku AKP’ê bi milyaran lîre daye alîgirên xwe. Olan, da zanîn ku li Almanyayê 3 hezar û 800 li Ewropayê 25 hezar û li Tirkiyeyê jî 453 hezar mutehid hene û wiha got: “Ev hejmar ji aliyê desthilatê ve bi awayekî zanebûn tê zêdekirin. Desthilatê ji aliyekî ve feraseta ku her kes dikare bikeve îhaleyên cemaweriyê afirandiye li aliyê din jî rêbazên ku budçeya gel pêşkeşî alîgirên xwe bike afirandine. Desthilata AKP’ê di 20 salên dawî de nêzî 200 caran Qanûna Îhaleyê ya Cemaweriyê guhert. Weke ku ev tere neke êdî ne li gorî qanûnan îhaleyê li gorî îhaleyê qanûnan çêdike.”