Îrmez: Divê tecrîd rabe, çareseriyeke din tune 2023-12-17 12:51:18   ŞIRNEX - Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez li Hezexê axivî û got: “Ji bo çareserkirina krîzên li Tirkiyeyê, divê tecrîd were rakirin. Çareseriyeke din tune.”   Rêxisttina navçeyê Hezex’ê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 1’emîn Kongreya Xwe ya Awarte li dar xist. Parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez destnîşan kir ku divê tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û got. “Hewldanek li dijî Birêz Ocalan heye. Ev 25 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin. Niha tevahiya polîtîkayên qirêj ên ku tên meşandin bi tecrîdê re girêdayî ne. Ji ber wê gelê me, ji bo ku tecrîdê bişkîne bênavber têdikoşe.”   Îrmez bale kişand ser greva birçîbûnê ya di girtîgehan de tê meşandin û wiha axivî: “Ev 21 roj in ku hevalên me ji bo ku tecrîd were rakirin ketine greva birçîbûnê. Divê em mil bidin barê wan ê danîne ser milên xwe. Heya ku tecrîd neyê şikandin dê aştî neyê. Ji ber ku muxatab Birêz Ocalan e. Ji bo krîzên li Tirkiyeyê dawî bibin divê tecrîd were rakirin. Çareyeke din tune ye.”   Piştî axaftinan di hilbijartina hatiye kirin de Songul Erden û Adnan Ben wek hevsrokên nû hatin hijbijartin.