Bayindir: Divê em nehêlin kesek jî xizmetê ji polîtîkayên şerê taybet re bike 2023-12-16 09:06:46   ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku dewlet ji tunebûna tifaqa gelê kurd hêzê digire û ji ber wê li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet bi her awayî dimeşîne û got: "Divê em bi hişmendiyeke welatparêz tevbigerin û nehêlin ku yek kes jî xizmetê ji polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk re bike."   Piştî ku Endamê Meclisa Şaredariyê û Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun li bajarokê Sigêrkê yê Qilêban a Şirnexê ji aliyê cerdevanan ve hat qetilkirin, polîtîkayên şerê taybet ên dewletê careke din rûye xwe nîşan dan. Polîtîkayên şerê taybet ên desthilata AKP-MHP’ê yên li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd li Tirkiyeyê û bi taybet li bajarên Kurdistanê dimeşîne gihaştiye lûtkeyê. Li hinek cihan polîtîkayên şerê taybet ên asîmîlasyon, binçavkirin û girtinê û li gelek deveran jî bi komkujiyan berdewam dike. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir der barê polîtîkayên şerê taybet de ku li Kurdistanê bi destê dewletê tên meşandin axivî.    'BI POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET DIXWAZIN HEBÛNA XWE MAYINDE BIKIN'   Bayindir bi lêv kir ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê ne tenê di salên dawî de ji roja ku têkoşîna azadiya kurd dest pê kiriye heya niha 40 sal in tên meşandin û wiha axivî: "Di van 40 salan de li çar perçeyên Kurdistanê li her qadê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Dixwazin bi hişê dewletî û neteweperestiyê li Kurdistanê serweriya xwe ava bikin. Tirkiye ev 100 sal in nikare hebûna xwe li Kurdistanê bi awayekî rewa mayinde bike. Lê her tim bi tundî û zordariyê hewl dide hebûna xwe biparêze û emrê xwe li Kurdistanê dirêj bike. Gelê kurd her tim bi serhildan û têkoşînên cuda nerazîbûna xwe ya li hemberî van polîtîkayan nîşan daye. Ji ber vê yekê bi taybetî desthilata AKP û MHP’ê polîtîkayên şerê taybet dimeşîne û bi van polîtîkayan hewl dide ku li Kurdistanê xwe bi cih bike."    'HIN MALBAT Û EŞÎR JI HÊLA DEWLETÊ VE TÊN BIKARANÎN'   Bayindir da zanîn ku dewlet bi polîtîkayên şerê taybet li deverên ku gelê kurd lê zêde ne kuştin, girtin, zext û tundiyê pêk tîne û wiha domand: "Ji ber vê yekê jî li gorî şerê taybet pêngav tên avêtin. Ji ber vê di qadên aborî, tenduristî û perwerdehiyê de jî vê polîtîkaya xwe dide meşandin. Dewlet li Kurdistanê bi taybetî jî li Botanê ku her polîtîkayên komkujî, girtin û tundiyê dide meşandin û li aliyê din jî di nava gelê kurd de hin kes û malbatên ji bo van polîtîkayên qirêj ên dewletê tên bikaranîn. Dewlet van kesan wekî sîxur û cerdevanan li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Armanca vê polîtîkayê jî hem sirgûnkirina gelê kurd û hem jî tunekirina kurdê welatparêz e. Bi vê yekê re jî armanc dike ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd qels bike. Lê li gel hemû êrişên dewletê jî encam nehatine girtin. Tenê hêviya wan ew e ku ji van polîtîkayan encamê bigirin. Dewlet dizane ku li Kurdistanê tu rewabûna wan a siyasî di nava gelê kurd de nîn e. Ji bo vê jî dewlet di şexsê AKP û MHP’ê de bi hemû derfetên xwe polîtîkayên şerê taybet dimeşîne. Dixwazin bi şer, komkujî, tundî û koçberiyê hebûna xwe li Kurdistanê bidomînin."   'BAJARÊN SER SÎNOR DI HEDEFÊ DE NE'   Bayindir diyar kir ku dewlet dixwaze li bajarên sînor ên wekî Botan û Colemêrgê bi polîtîkayên xwe yê şerê taybet êrişên xwe bidomîne û wiha domand: "Ji ber vê yekê li van bajaran polîtîkayên herî tarî û qirêj xistin meriyetê. Kuştina hevalê me Ahmet jî encama vê siyaseta tarî û qirêj e. Em dizanin hevalê me bi destê kê û bi piştgiriya kê hatiye qetilkirin. Dewlet vekirî piştgiriyê dide wan. Ev suîqastên bi vî rengî hem ji welatparêzan re û hem jî ji tevahiya gelê kurd re peyamek e. Di vê peyamê de dibêje; ger hûn ji bo gelê xwe têbikoşin, çok daneynin dê dawiya we bê. Ev jî rasterast ji aliyê dewletê ve yan jî ji aliyê hin kesên ku ji aliyê dewletê ve tên parastin ve tê kirin. Dixwazin ku vê peyamê bidin civaka kurd. Gelê kurd ne xerîbê van polîtîka û peyaman e. Îro gelê Şirnexê li dijî van polîtîkayan têdikoşe. Haya wan jê heye ku ev komkujî û kuştin ji hêla kê ve û çima hatine kirin. Ne dewlet û ne jî yên ku hewl didin êrişî hevalên me bikin dê negihêjin armanca xwe."   'GELÊ KURD TÊKOŞÎNA XWE DIDOME'   Bayindir bi lêv kir ku Tirkiyeyê di salên 80, 90 û 2000'î û niha de gelek hêzên tarî bi kar anî ne û got: "Ji JÎTEM'ê heta Tîmên Hançer û heta Hizbullahê, heta pêkhateyên cuda ji bo qirkirina gelê kurd hemû hêzên tarî û qirêj bi kar anî. Lê dema em îro lê dinêrin, di van 50 salên derbasbûyî de gelê kurd li hemberî polîtîkayên tarî û qirêj ên dewletê serî netewandiye û paşve gav neavêtiye. Îro gelê kurd di her warê jiyanê de li bajar, tax û kolanan xwe bi rêxistin dike. Ew gelê kurd e ku bi serbilindî li ber xwe daye û hê jî li ber xwe dide û birûmet dijî. Lê ev hêzên tarî ên ku ji aliyê dewleta tirk ve tên bikaranîn tên şermezarkirin û bikaranîn. Ev kes bêrûmetiya herî mezin dijîn. Gelê kurd, bi têkoşîna xwe, bi çand û zimanê xwe bi rûmet têkoşîna xwe didomîne.”   JI BO JIN Û CIWANAN BANG    Bayindir bal kişand li ser ciwan û jinan û got ku dewlet di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de ciwan û jinên kurd dike hedef û armanca xwe û got: "Bingeha têkoşîna gelê kurd ciwan û jin in. Ji ber vê yekê dewletê bi taybetî li hemû bajaran ciwan û jinên kurd hedef girtine û bi polîtîkayên qirêj hewl dide wan bêhêvî bike. Berpirsiyariya vê yekê dikeve ser milê me hemûyan. Em wekî jin û ciwan li dijî polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk divê civaka xwe û bajarên xwe biparêzin.”   'DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ Û RÊXISTINÊN CIVAKÎ ERK Û BERPIRSYARIYA XWE PÊK BÎNIN'   Keskin Bayindir anî ziman ku dewletê di meşandina polîtîkayên şerê taybet de ji nebûna tifaqa gelê Kurd cesaretê girt û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dewleta tirk di meşandina van polîtîkayan de wêrekiya xwe ji nebûna tifaqa gelê me yê Kurdistanê digire. Ji ber vê sedemê jî Tirkiye ji bo ku bigihêje armanca xwe bi hêsanî dikare li Kurdistanê hin eşîr û şexsiyetan bi kar bîne. Dema em îro lê dinêrin bi deh hezaran çekên dewletê di destê kurdan de ne û bi van çekan kurdan qetil dikin. Ev şermeke mezin e. Ji bo vê jî divê em bi hişmendiyeke welatparêz tevbigerin û kesek jî xizmetê ji polîtîkayên qirêj ên Tirkiyeyê re neke. Û divê destûr neyê dayîn ku kes bixebite. Divê bi vê hişmendiyê tevbigere. Li vir jî bareke mezin dikeve ser milê me, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl. Divê em berpirsyariya xwe bi cih bînin. Divê gelê kurd tifaqa xwe ava bike. Ger di nava gelê kurd de tifaqeke neteweyî û hişmendî çêbibe Tirkiye tu carî nikare li Kurdistanê tu kesî bi kar bîne. Armanca me ew e kesek jî xizmeta van polîtîkayên Tirkiyeyê bike. Bingeha vê jî bi yekîtiya gelê kurd pêkan e. Ev yekîtî roj bi roj pêş dikeve, lê dîsa jî kêmasî hene. Ji bo ku em van kêmasiyan ji holê rakin em ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin, kêmasiyan ji holê rakin û bi ser bikevin."   MA / Zeynep Dûrgût - Omer Akin