Li Meclisê bi kurdî axivî bi dovîzan tirkiya wê nîşan da 2023-12-14 16:12:34   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş di axaftina xwe ya Meclisê de bi kurdî axivî û tirkiya axaftina xwe jî li ser kursiyê bi dovîzan nîşan da.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Berîtan Guneş di hevdîtinên budçeyê yên Meclisê de mafê axaftinê girt û û diyar kir ku budçe li ser feraseteke yekparêz û înkarker hatiye avakirin.    BAL KIŞAND SER SAZIYÊN GIRTÎ   Guneş, di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên Apê Mûsa (Musa Anter) û xebatên Enstîtuyên Kurdî. Guneş, Kurdî-Der, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û saziyên kurdî yên hatine girtin bi bîr xist û got: “Em li TDK'ê dinêrin, der barê kurdî de tiştekî nake. We saziyên bi kurdî xebatê dikirin jî tev girtin. Ma ev ne qirkirina çandî û zimanî ye?”   ‘BERÊ XWE BIDIN DESTPÊKA DÎROKÊ’   Di berdewama axaftina xwe de Guneş anî ziman ku yên kurdî mereq dikin bila berê xwe bidin dîrokê û wiha pê de çû: “Bila biçin li Zagrosan, li Huriyan û Gutiyan binêrin. Bila berê xwe bidin Împaratoriya Med û li wir kurd û kurdiyê bibînin. Em dizanin ku we bi hezaran stranên kurdî û ermenkî kirine tirkî. Hûn stranên Seyran Mangî û strana Hesen Zirek ya Ey Niştiman dizanin. Na hûn nizanin. We stran bi navên ‘Aglama Yar’ û ‘Ankaranin taşina bak’ kirine tirkî."    WIJDANA WE ÇAWA NAÊŞÊ    Di dirêjiya axaftina xwe de Guneş xespkirina îradeya gel a bi rêya qeyûman bi bîr xist û wiha domand: "Qeyûm polîtîkayên sed salan didomînin. Navên taxên Aştî û Berçemê guherandin. Peykerê Ugur Kaymaz xera kirin. Çawa wijdana we bi xerakirina peykerê Ugur Kaymaz ê di 12 saliya xwe de bi 13 guleyan hatiye qetilkirin neêşiya? Têrî we nekir we berê xwe da Efrînê û navên wan deran jî guherandin. Hûn çima di budçeyê de cih nadin van tiştan. Ma parastina hemû ziman û çandan ne berpirsyariya me ye.”    BI DOWÎZAN TIRKIYA WAN NÎŞAN DA   Di dawiya axaftina xwe de Guneş bal kişand ser gotina TDK’ê ya “Zimanê me nasnameya me ye” û ev tişt got: “Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me rûmeta me ye. Zimanê me dîrok û çanda me ye. Em ê her tim xwedî lê derbikevin.” Guneş, di wan kêliyan de axaftina xwe bi kurdî kir û bi rakirina dowîzan jî tirkiya wan nîşan da.