'Heta birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome! 2023-12-10 14:48:31   SEMSÛR - Parlamenterê HEDEP'ê yê Mêrsînê Alî Bozan di 1'emîn Kongreya Awarte ya Semsûrê de bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da û got: "Heta azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Semsûrê li eywaneke dawetê ya bajar bi dirûşma “Dîsa em dîsa azadî” 1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Li eywana kongreyê pankartên “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê”, “Jin jiyan azadî”, “Bi ciwanên birêxistinî ber bi pêşeroja azad ve” û “Li dijî qirkirina jinan em di raperînê de ne” hatibûn daliqandin. Parlamenterê HEDEP’ê yê Mêrsînê Alî Bozan û Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglu û gelek welatî tev li kongreyê bûn.    Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî endamê dîwanê Îzzet Karadag axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Karadag, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk divê Abdullah Ocalan rola xwe bilîze.   BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DAN    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Semsûrê Bekîr Gurbuz û Parlamenterê HEDEP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim jî di axaftinên xwe de bal kişandin ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bertek nîşanî tecrîdê dan. Axaftin gelek caran bi çepik û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” hatin qutkirin.   'DIVÊ EM BIBIN DENGÊ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ’   Parlamenterê HEDEP'ê yê Mêrsînê Alî Bozan jî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê hatine destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Grevên birçîbûnê, ji bo partiya me û dewletê peyameke. Divê em guh bidin vê peyamê û dengê li girtîgehan derdikeve bilindtir bikin. Çalakiyên greva birçîbûnê ji bo bidawîkirina êş û azarên em dikişînin hatine destpêkirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Heta azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk tê jî dê têkoşîna me bidome.”    Axaftina Bozan bi çepik û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” hate qutkirin.   'PIRSGIRÊKÊN SEMSÛRÊ DIDOME'   Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglû jî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” derket ser dikê. Turkoglû, destnîşan kir ku pirsgirêkên mexdûrên erdhejê hêj nehatine çareserkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo jinûveavakirina bajarê Semsûrê pêwîste jin bibin namzetên rêveberiyên herêmî. Hikûmeta ku zîhniyeta wêrankirinê pê re heye, di mijara jinûveavakirinê de jî li pey berjewendiyên xwe ye.”   Di berdewamê de Turkoglû bal kişand ser çalakiya Nobeta Edaletê ku bi mebesta piştevaniya bi grevên birçîbûnê hatine destpêkirin û wiha pê de çû: “Divê em guh bidin vî dengî. Li ku derê berxwedan hebe em ê li wir bin.”    HEVSEROKÊN NÛ HATIN HILBIJARTIN   Piştî pêşkêşkirina raporên malî û fealiyetan, Yeşîm Camcî û Huseyîn Coşkun weke Hevserokên HEDEP’a Semsûrê yên nû hatin hilbijartin.